Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji endamên damezirîner ên Koma Amedê Bîrkan Çelîk koça dawî kir.
Bîrkan Çelîk li navçeya Selîmê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê dijiya.
Çelîl li mala xwe krîza dil derbas kir û piştî ku malbata wî pê hesiya ew rakir nexweşxaneyê lê tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin.
Cenazeyê Çelîk dê sibe li gundê Başkoyê yê navçeya Selîmê ya Qersê ve were veşartin.
Bakirhan: Hevalê min ê rind û delal
Hevserokê Giştî yê DEM Partiy Tuncer Bakirhan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û got:
"Me yek ji damezirînerên Koma Amedê, hevalê min ê gelekî hezkirî Bîrkan Çelîk ji dest da. Ez gelekî xemgîn im. Oxir be, hevalê min ê rind û delal. Ruhê te şad be."
Bîrkan Çelîk kî ye?
Bîrkan Çelîk salên 1990î di nava koma navdar Koma Amedê de cih girtibû.
Piştî ku sala 1992yan endamê komê Evdilmelîk Şêxbekir canê xwe ji dest da, komê bi Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) re xebatên xwe domandin.
Komê piştî xebatên xwe sê albûm derxistin. Ji ber zextên giran ên wê demê, piraniya endamên komê koçberî welatên Ewropayê bûn û kom belav bû.
Bîrkan Çelîkê ku pîşeya wî ya sereke dermanfiroşî bû, piştî belavbûna komê neçû derveyî welêt.
Wî li parêzgeha Qersê jiyana xwe domand û xebata dermanfiroşiyê kir.
Çelîk li gel dermanfiroşiyê bi wênegiriyê re jî mijûl dibû.
Wî her wiha li Qersê dibistaneke muzîkê ava kiribû û bi sedan ciwan fêrî muzîkê kiribûn.



