Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend û lêkolînerê muzîka Kurdî Serdar Canan dê 31ê Çiriya Pêşîn li Enqereyê konserekê bide.
Konser dê roja şemiyê saet 20:00an pêk were.
Cihê konserê Navenda Hunerê ya Şaredariya Çankayayê ye.
Girîngiyê dide mîrateya muzîkê
Serdar Canan sala 1986an li navçeya Geverê ya Colemêrgê hatiye dinyayê.
Ew bi xebatên xwe yên li ser muzîka gelerî ya Kurdî tê naskirin.
Serdar Canan di xebatên xwe de girîngiyeke taybet dide parastin û tomarkirina mîrateya muzîk û çandê.
Ew bi taybetî li ser mîrateya Colemêrgê û herêma Serhedê dixebite.
Klama Şekir Axa
Her wiha Canan li ser muzîka dengbêjiyê jî lêkolînan dike û berhemên xwe amade dike.
Di nav berhemên wî de “Behar e Bilbil”, “Baran Barane”, “Gulnîşan” û “Sînem” hene.
Yek ji klamên wî yên ku herî zêde tê naskirin klama Şekir Axa ye.
Bilêtên konserê li ser platformên firotina bilêtan tên firotin.


