Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Petrola Îraqê ragihand ku ew dê hinartina petrolê ya ji Herêma Kurdistanê zêde bikin.
Tora niştimanî ya veguhastina gaza xwezayî ya li Herêma Kurdistanê bi temamî bi hev ve hat girêdan.
Bi vê yekê re gaza qada Kor Morê gihîşt parêzgeha Dihokê.
Di heman demê de, hinartina petrola Îraqê ya bi rêya boriya Herêma Kurdistanê zêde bûye.
Gaza Kor Morê gihîşt Dihokê
Serokê Koma Şirketên Karê Şêx Baz Berzincî di daxuyaniyekê de ragihand ku projeya tora gaza xwezayî ya li Herêma Kurdistanê qediya ye û got:
"Di qonaxeke hestiyar de û bi hewldana hemû aliyan, girêdana tora gaza xwezayî ya li Herêma Kurdistanê temam bû.
Ji niha û pê ve, ew gaza xwezayî ya ku li Herêma Kurdistanê tê hilberîn, dê bi rêya toreke berfireh a boriyan ji Kor Morê heta Dihokê were veguhastin.
Bi vî awayî gaza xwezayî dê rasterast bigihîje stasyonên hilberîna elektrîkê, kargeh û dezgehên pîşesaziyê."
Şêx Baz Berzincî bal kişand ser girîngiya vê projeyê û eşkere kir ku ev pêngav di çespandina asayîşa enerjiyê de qonaxeke girîng e.
Her wiha ev proje wekî stûneke sereke ye ji bo bipêşxistin û vejîna kerta pîşesaziyê ya li welêt.
Zêdebûna hinartina petrolê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê
Serokê Grûpa Şirketên Karê li ser dosyeya petrolê û hinartina wê ya bi rêya boriya Herêma Kurdistanê,ev agahî dan:
"Rêjeya wê petrola ku Şirketa SOMOyê bi rêya boriya petrolê ya Kurdistanê hinar dike, rojê ji 250 hezar bermîlî derketiye 500 hezar bermîlî."
Şêx Baz Berzincî bal kişand ser şiyana boriya hinartinê ya di paşerojê de û got:
"Eger borî bigihîje asta xwe ya herî bilind a hinartinê ku ew jî rojane milyonek bermîl e, wê demê dê nêzîkî ji sedî 33yê tevahiya petrola Îraqê bi rêya boriya Kurdistanê bigihîje bazarên cîhanê."
Wezareta Petrola Îraqê ji Rûdawê re axivî
Berdevkê Wezareta Petrola Îraqê Selîm Rukabî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:
"Rêjeya petrola ku bi rêya boriyê tê hinartin ne cîgir e û kêm û zêde dibe.
Ev guherîn li gorî asta hilberîna petrola Herêma Kurdistanê ye. Her wiha li gorî wê rêjeya petrolê ye ku bi tankeran ji başûr tê veguhastin.
Ev rêjeya veguhastinê rojane di navbera 300 û 400 hezar bermîlî de ye."
Berdevkê Wezareta Petrola Îraqê di dawiya axaftina xwe de anî zimên:
"Meylek heye ji bo îmzekirina peymaneke din a veguhastinê. Em dixwazin rêjeyeke zêdetir a petrola başûr bi tankeran ber bi bakur ve veguhêzin.
Armanca me ew e ku bi vî awayî hinartina petrolê ya bi rêya boriya Herêma Kurdistanê zêde bibe."



