Hewlêr (Rûdaw) - Li bazarên Tirkiyeyê daketina nirxê lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî berdewam dike.
Dolarê Amerîkî sînorê derûnî yê 50 lîreyî derbas kir û gihîşt asteke nû ya dîrokî.
Her wiha nirxê euroyê jî derket ser 56 lîreyan.
Li gorî daneyên bazara serbest a Stenbolê, îro danê sibehê dolarekî Amerîkî bi 50,02 lîreyî dest bi rojê kir.
Dolarê ku doh êvarê bazar bi 49,99 lîreyî girtibû, di demjimêrên pêşî yên rojê de sînorê 50 lîreyî derbas kir û bi 50,02 lîreyî tê kirîn û firotin.
Euro jî biha bû
Ne tenê dolar, di heman demê de nirxê euroyê jî li hemberî lîreyê Tirkî zêde bû.
Doh êvarê euro bi 55,96 lîreyî dihat firotin lê îro danê sibehê nirxê wê derket 56,25 lîreyan.
Ev guherîn nîşan didin ku lîreyê Tirkiyeyê roj bi roj hêza xwe ya kirînê ji dest dide.
Çima lîre ew qas zû dihele?
Aborînas û pisporên bazarê destnîşan dikin ku li pişt vê daketina bêrawestan a nirxê lîreyê Tirkî, qeyraneke kûr a aboriyê heye.
Li Tirkiyeyê ji ber enflasyona bilind hêza kirînê ya lîre kêm dibe. Ji ber vê yekê hem welatî û hem jî karsaz ji bo parastina pereyê xwe lîreyên xwe difiroşin û berê xwe didin dolar, euro an jî zêr. Ev xwesteka zêde ya ji bo diravên biyanî jî nirxê wan bilindtir dike.
Tevî ku Banka Navendî ya Tirkiyeyê hewl dide bi bilindkirina rêjeya faîzê enflasyonê kontrol bike jî baweriya bazarê ji van gavan nayê.
Zexta deynan û kêmbûna veberhênanê
Li hêla din, ji ber rewşa siyasî û hiqûqî, veberhênerên biyanî û şirketên derve sermayeya xwe ji Tirkiyeyê dikişînin an jî sermayeyên nû nayînin. Kêmbûna dolar a li nav bazarê nirxê dolarê heyî girantir dike.
Her wiha Xezîneya Tirkiyeyê û Banka Navendî di warê rezervên diravên biyanî de lawaz in.
Di heman demê de deynên derve yên dewletê û yên şirketên taybet gelekî zêde ne û divê bi dolaran bên dayîn. Ev pêdiviya mezin a bi dolar, her tim zextê li ser nirxê lîre dike û nahêle lîre bi xwe ve were.



.webp&w=3840&q=75)