کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Borsaya New Yorkê / Wêne: Ajans

Borsaya New Yorkê / Wêne: Ajans

Aborî

Amarên enflasyonê Borsaya New Yorkê hejand: Fed xwe ji bo bilindkirina faîzê amade dike

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

11-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran11-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di mehekê de 193 karker li ser kar mirin
Aborî11-11-2026

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di mehekê de 193 karker li ser kar mirin

Amarên ÎŞKURê kûrbûna krîzê nîşan didin: Bêkarî gihîşt asta herî bilind
Aborî10-11-2026

Amarên ÎŞKURê kûrbûna krîzê nîşan didin: Bêkarî gihîşt asta herî bilind

Zêr ji lûtkeyê vegeriya: Ons daket asta 4 hezar û 110 dolarî
Aborî10-11-2026

Zêr ji lûtkeyê vegeriya: Ons daket asta 4 hezar û 110 dolarî

Hewlêr (Rûdaw) - Borsaya New Yorkê piştî belavbûna amarên Endeksa Bihayên Bikarhêneran a Amerîkayê (TUFE) ku ji bendewariyan bilindtir derket û fikarên derbarê enflasyona mayînde zêde kir, roja xwe bi daketinê temam kir.

Di dema girtina borsayê de endeksa Dow Jonesê ji sedî 0,3 daket û gihîşt 52 hezar û 231,89 puanan.

Endeksa S&P 500ê bi rêjeya ji sedî 0,38an kêm bû û daket 7 hezar û 520,93 puanan.

Her wiha endeksa Nasdaqê jî bi windakirina ji sedî 0,74an daket 25 hezar û 65,87 puanan.

Endeksên sereke yên Borsaya Amerîkayê ku doh bi piştevaniya bilindbûna pişkên teknolojiyê performanseke xurt nîşan dabû, piştî weşandina amarên enflasyonê ber bi xwarê ve çûn.

Enflasyon ji bendewariyan bilindtir derket

Li Amerîkayê Endeksa Bihayên Bikarhêneran meha Çiriya Pêşîn mehane ji sedî 0,4 zêde bû ku ev rêje ji pêşbîniyan bilindtir e.

Enflasyona bingehîn ku bi derxistina bihayên xurek û enerjiyê tê hejmartin jî bi zêdebûna ji sedî 0,3yan li ser bendewariyan pêk hat.

Amarên enflasyona salane ya meha Çiriya Pêşîn ji ber nebûna amarên heman heyama sala borî nehatin ragihandin.

Peyamên berpirsên Fedê yên derbarê zêdekirina faîzê

Li hêla din daxuyaniyên rayedarên Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) ji nêzîk ve tên şopandin.

Endamê Desteya Birêvebir a Fedê Christopher Waller beriya weşandina amarên Endeksa Bihayên Bikarhêneran diyar kir ku ew dikare di meha Kanûna Pêşîn de piştgiriyê bide zêdekirina faîzê.

Waller destnîşan kir ku eger enflasyon ji ya dihat hêvîkirin gelekî bihêztir derkeve dibe ku pêdivî bi zêdekirineke mezintir a faîzê hebe û got:

"Bi dîtina min di vê rewşê de divê di civîna meha Kanûna Pêşîn de zêdekirina 50 puanên bingehîn di faîza polîtîkayê de were nirxandin."

Seroka Fedê ya Dallasê Lorie Loganê jî diyar kir bi girtina li ber çavan a rewşa heyî divê herî kêm du carên din bi qasî 25 puanên bingehîn faîz were bilindkirin.

Loganê anî zimên ku leza zêdekirinan dikare bi şert û mercên aborî û darayî yên dema kurt ve girêdayî be û da zanîn ku dibe di vê demsala zivistanê de li gorî ya payîzê gavên leztir bên avêtin.

Loganê destnîşan kir ku piştî du caran zêdekirina faîzê dê rawestin û nirxandina bipêşketinên aborî û darayî guncavtir be.

Mijara sereke ya rojevê: Enflasyon

Serokê Fedê yê Kansas Cityê Jeff Schmid bal kişand ser hinek meylên metirsîdar ên di giştiya bihayan de û destnîşan kir ku enflasyon mijara sereke ya rojevê ye.

Alîkara Serokê Fedê Michelle Bowmanê jî eşkere kir ku ew nîşanên berdewamiya zextên enflasyonê dibîne lê şert û mercên bazara kedê bihêz dibin.

Bowmanê got, "Ev rewş nîşan dide ku ji bo enflasyon nêzîkî asta ji sedî 2yan bibe hîn jî gelek kar hene ku divê bên kirin."

Piştî daxuyaniyên berpirsên Fedê û zêdebûna amarên enflasyonê, bendewariyên ku dê Fed meha bê faîzê bilind bike xurtir bûn.

Bihayê petrolê û zêdebûna faîzên tehwîlan

Bi van bipêşketinan re, faîza tehwîlên xezîneyê yên 10 salî yên Amerîkayê bi zêdebûna 13 puanên bingehîn gihîşt ji sedî 4,99an û faîza tehwîlên 30 salî jî bi 9 puanên bingehîn derket ji sedî 5,35an.

Endeksa dolarê jî ji sedî 0,6 bilind bû û gihîşt 102,3yan.

Bihayê petrolê jî ber bi daketinê ve çû. Bihayê bermîla petrola Brent ji sedî 0,6 kêm bû û bû 91,98 dolar.

Di heman demê de bermîla petrola xav a Teksasê (WTI) jî bi kêmbûna ji sedî 0,5an bi 86,40 dolarî kiryar dît.

Derbarê Nvidia û birêvebirê wê doza sîxuriyê

Nûçeyên derbarê Birêvebirê Giştî (CEO) yê Nvidiayê Jensen Huang ku bûye hedefa îstixbarata biyanî zexta li ser pişkên şirketê zêde kir.

Pişkdarên şirketê bi tohmeta ku pêwendiya Huang a bi birêvebira berê ya şirketa Megaspeedê ya Singapûrî Alice Huangê re nehatiye eşkerekirin û veberhêner hatine xapandin, li dijî Nvidia û Huang doz vekir.

Hat angaştkirin ku Megaspeedê li ser navê Çînê agahiyên îstixbaratî kom kirine.

Piştî vê dozê pişkên Nvidiayê ji sedî 5,5 daket.

Nûçeyên Têkildar

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di mehekê de 193 karker li ser kar mirin
Aborî11-11-2026

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di mehekê de 193 karker li ser kar mirin

Amarên ÎŞKURê kûrbûna krîzê nîşan didin: Bêkarî gihîşt asta herî bilind
Aborî10-11-2026

Amarên ÎŞKURê kûrbûna krîzê nîşan didin: Bêkarî gihîşt asta herî bilind

Zêr ji lûtkeyê vegeriya: Ons daket asta 4 hezar û 110 dolarî
Aborî10-11-2026

Zêr ji lûtkeyê vegeriya: Ons daket asta 4 hezar û 110 dolarî

Pirsên