Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî Rapora “Mirinên Li Ser Kar a Çiriya Pêşîna 2026an” ku ji aliyê Encûmena Tenduristî û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) ve hatiye amadekirin, meha Çiriya Pêşîn li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 193 karker li ser kar mirine.
Rapor destnîşan dike ku bi van daneyan, hejmara karkerên ku di 10 mehên destpêkê yên sala 2026an de mirine gihîştiye hezar û 930 kesan.
Herî zêde di çandiniyê de mirin çêbûne
Li gorî nirxandinên sektorî, mirina herî zêde di sektora çandinî û daristanê de çêbûye.
Di vê sektorê de 40 karker mirine ku ev jî ji sedî 21ê hemû mirinan pêk tîne.
Di sektora avahîsazî û rê de jî 38 karker mirine û rêjeya mirina vê sektorê jî ji sedî 20 e.
Piraniya wan karkerên bi heqdest in
Ji wan karkerên ku li ser kar mirine, 167 kes (karker û karmend) bi heqdest dixebitîn.
26 kes jî (cotkar û esnaf) kesên serbixwe bûn ku ji bo xwe dixebitîn.
Li gorî vê dabeşkirinê, ji sedî 87ê miriyan karkerên bi heqdest û ji sedî 13 jî yên serbixwe ne.
Stenbol di rêza yekem de ye
Di raporê de tê diyarkirin ku bajarê ku herî zêde mirinên li ser kar lê çêbûne Stenbol e.
Li Stenbolê 23, li Enqereyê 12, li Manîsayê 9 û li Antalya, Konya û Sakaryayê jî li her yekê 8 karker mirine.
Sedemên mirinê
Di nav sedemên mirinên li ser kar de, perçiqîn û mana di bin hilweşînê de (kavil û ax) bi rêjeya ji sedî 22 di rêza yekem de cih digirin.
Qezayên trafîkê û yên serwîsan bi rêjeya ji sedî 18 û ketina ji cihên bilind jî bi rêjeya ji sedî 16 li pey van sedeman tên.
Ji kesên ku mirine 178 mêr û 15 jî jin in.
Di raporê de her wiha tê gotin ku 9 zarokên karker û 25 karkerên penaber û koçber jî di nav miriyan de ne.
Li gorî sedeman belavbûna mirinan
Li gorî sedeman dabeşkirina mirinên li ser kar bi vî rengî ye:
· Perçiqîn û di bin hilweşînê de man: 43 karker
· Bûyerên trafîkê û yên serwîsan: 35 karker
· Ji cihên bilind ketin: 30 karker
· Krîza dil û xwînçûna mêjî: 20 karker
· Tundûtûjî: 16 karker
· Teqîn û şewat: 9 karker
· Girtina elektrîkê: 9 karker
· Lêketin an jî bi ser de ketina tiştan: 6 karker
· Xwekuştin: 4 karker
· Jehrîbûn û xeniqîn: 2 karker
· Sedemên din: 19 karker
Belavbûna li gorî temen
Li gorî komên temen jî hejmara mirinên li ser kar wiha ye:
· 14 salî û jêrtir: 4 zarokên karker
· 15-17 salî: 5 zarok û ciwanên karker
· 18-29 salî: 33 karker
· 30-49 salî: 74 karker
· 50-64 salî: 51 karker
· 65 salî û jortir: 8 karker
· Temenê wan nayê zanîn: 18 karker



