Hikûmeta Çînê, ev nêzikî 5 salan e li Herêma Kurdistanê, konsulxaneya xwe vekiriye. Ni Ruchi jî sal û nîv e ku Konsulê Çînê yê li Hewlêrê ye.
Ni Ruchi dibêje, li konsulxaneyê kar û xebatên xwe tenê bi 5 dîplomatan birêve dibin û diyar dike ku di heyama sala bê de, ji bo karûbarên dayîna vîzeyê bo hemwelatiyên Kurdistanê, ew dixwazin beşekê di nav konsulxaneyê de vekin.
Ew konsulê Çînê aşkere dike ku meha bê li Zanîngeha Selahedînê li Hewlêrê, dê ‘Beşa Zimanê Çînî’ bê avakirin û herwiha aşkere jî dike ew jî dê li mezintirîn zaningeheke Çînê, ‘Beşa Zimanê Kurdî’ vekin.
Herwiha ew dîplomat dibêje, rêjeya veberhênanê ya Çînê salane 13 trîlyon dolar e û dibêje rêjeya bazirganiya li gel Iraqê jî gihiştiye 30 milyar dolaran.
Ni Ruchi, Konsulê Çînê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, di vê hevpeyvîna de, derbarê gelek mijaran de bersiva pirsên Rûdawê da.
Rûdaw: Em pêşiyê behsa 1ê Cotmehê bikin ku 70mîn salvegera damezrandina Komara Gel a Çînê ye. Di van 70 salan de destkeftiyên Çînê çi ne?
Ni Ruchi: Roja 1ê Cotmehê, dibe 70mîn salvegera avabûna Komara Gel a Çînê. Lêbelê li gor 5 hezar sal dîroka Çînê, 70 sal gelek kurt e. Di heyama 70 salan de, di bin pêşengiya Partiya Komunîst a Çînê û keda mezin a gelê Çînê de, pêşkeftinên mezin çêbûn. Ez dixwazim bi amaran çend nimûneyan nîşan bidim; Beriya 70 salan kapasîteya veberhênana navxwe ya Çînê, tenê 30 milyar dolar bû. Lêbelê niha ew şiyana veberhênanê 13 trîlyon dolar derbas kiriye. Li Çînê dahata salane ya dikeve serê şexsekî, 135 caran zêde bûye. Ango, ji 30 dolaran gihiştiye 9 hezar û 500 dolaran. Çîn xwediyê duyem mezintirîn aboriya cîhanê ye, rezerveke pere ya gelek mezin û kan binirx hene. Li Çînê di heyama 70 salan de, 700 milyon kes ji hejariyê rizgar bûne. Ev tê wê wateyê jî Çîn xwediyê mezintirîn çîna navendî ya cîhanê ye. Herwiha Çîn xwediyê toreke xizmetê ya gelek mezin e. Bo nimûne, li welat hejmara kesên xwedî sîgorte, digihije 900 milyon kesan. Sîstema pişkinîna tenduristiyê û çavdêriyê milyarek û 300 milyon kesan li xwe digire. Ango di 70 salên derbasbûyî de, li Çînê guhertinên gelek mezin çêbûne.
Ev tiştên ku hûn behs dikin, guhertinên mezin in, gelo sirra vê yekê çiye?
Mijara mezin ew e ku Partiya Komunîst pêşengiya gelê Çînê dike. Partiya Komunîst a Çînê, xizmeta xelkê xwe dike. Herwiha ev encama xebata cefakar a gelê Çînê ye jî. Me beriya 40 salan bernameya geşepêdan û çaksaziyê amade kir û bi saya wê bernameyê Çîn bi lez bi pêş xist.
Ev dixwazim ji Çînê bêm Hewlêrê. Ev sal û nîv in tu li Herêma Kurdistanê weke konsulê Çînê erka xwe birêve dibî. Di vê heyamê de derfeta we ya geriyanê li Kurdistanê çêbû?
Belê, ev sal û nîv in li vir im. Di vê heyamê de jibilî Hewlêrê, min serdana Silêmaniyê û Duhokê jî kir. Herwiha li çend deverên balkêş jî geriyam. Mesela Çiyayê Korekê zivistanan cihekî gelek xweş e. Bendava Dokanê jî gelek xweş e.
Eger em çandên herdu aliyan berawird bikin, xalên hevbeş an jî dişibin hev, di çandên Kurdistanê û Çînê de çi ne?
Çîn jî û Kurdistan jî, kevintirîn landikên şaristaniyê ne. Çîn xwediyê dîrokeke şaristaniyê ya 5 hezar salî ye. Kurdistan jî xwedî dîrokeke dûr û dirêj e. Gelek xalên hevbeş ên çandên gelên Kurd û Çînê hene. Herdu jî li Asyayê ne û xwedî çandên rojhilat in. Herdu gel jî gelek jidil û mêvanperwer in. Mîna van xalan, gelek taybetmendiyên me yên hevbeş hene.
Eger em bên ser mijara geşepêdan û pêşketinê, Kurdistan di warê geşepêdan û pêşketinê de, çi tiştê Çînê teqlîd bike? Kurdistan ji bo pêşketinê divê çi bike?
Min behsa geşepêdan û pêşketinên ku Çînê di 70 salan de bidest xistine kirin. Herwiha min behsa bernameya geşepêdan û çaksaziyê kir jî ku berî 40 salan hatibû destpêkirin, taybet jî di warê aboriyê de. Em di van mijaran de xwedî azmûneke mezin in û em amade ne vê azmûna xwe di warên cuda de, bi Herêma Kurdistanê re parve bikin. Li Kurdistanê şerê DAIŞê bi dawî bûye, asayîş û aramî hatiye pêkanîn. Hikûmeta nû jî hatiye avakirin û ez ji wê yekê bawer dikim ku heyamên piştî şer, dibin heyamên geşepêdanê. Ji ber şer ew geşepêdana aborî rawestiyabû û niha ew jî dê bikeve xeta xwe. Di vê qonaxê de hikûmeta Çînê, kompaniyên xwe, ji bo ku bên Kurdistanê û li gel kompaniyên vê derê bikevin nav hevkariyê, han dide.
Di demek nêzîk de ti kompaniyên Çînê ji bo veberhênanê dê bên Kurdistanê?
Di heyama 10 salan de gelek kompaniyên Çînê hatin û li vê derê kar kirin. Di qonaxa şerê DAIŞê de jî li vir bûn. Li Hewlêr û Silêmaniyê febrîqa û kargehên wan hene. Mîna, yên hesin û çîmento. Herwiha kompaniya Huaweiyê jî li vê derê di warê teknolojiyê de çalak e. Di warê petrolê de, tîmên me yên bo rahênana xebatkarên li vê derê, hatine.Di heyama sal û nîvan de, di warên elektîrîk, petrol û gazê û herwiha di warên enerjiya ku ziyanê nagihîne jîngehê û sektorên cotkariyê de, hevkarî hatin kirin.
Li gor gotinên we, hûn plan dikin kuveberhênan û kar û xebatên xwe yên li Kurdistanê zêde bikin. Gelo ev yek rast e?
Belê, ji ber ku gelê Çînê dostê gelê Kurd e û em bi taybetî di warê avakirina malî de, amade ne li gel Herêma Kurdistanê hevkariyê bikin. Me bang li kompaniyên Çînê kir ku bên û li gel kompaniyên li vê derê hevkariyê bikin. Bawer dikim, niha hinek kompanî di sektorên pîşesazî û cotkariyê de veberhênanê dikin û kar û xebatên xwe birêve dibin.
Hûn rewşa emnî ya Kurdistanê ji bo veberhênana xwe çawa dibînin?
Pirseke baş e; veberhênan her tim deverên seqamgir û aram tercîh dike. Herêma Kurdistanê salên dirêj ji destê şer dît. Lêbelê niha şer bi dawî hatiye û rewşa emnî jî gelek gelek baş e. Ez bawer im, gelê Çînê ji berê zêdetir were bê vê derê û li gel xelkê Kurdistanê bikeve nav danûstandinê.
Rêjeya bazirganiya di navbera Çîn û Iraqê de çiqas e?
Li gel Iraqê, peywendî û hevkariyeke me ya gelek baş heye. Ez bawer im, bazirganiya herî zêde ya Iraqê li gel Çînê ye û di 10 salên dawîn de jî rewş wiha ye. Bo nimûne, sala 2018an rêjeya bazirganiya di navbera herdu aliyan de, 30 milyar dolar bû. Herwiha Iraq sêyem welatê Ereb e ku zêdetirên bazirganiya wan li gel Çînê heye.
Em hinekê behsa babetên çand û perwerdehiyê jî bikin. Îsal li Zanîngeha Selahedînê, Beşa Zimanê Çînî tê vekirin. Alîkarî û hevkariya we bo vê projeyê di çi astê de ye?
Belê, ev nûçeyeke gelek baş e. Piştî hewldanên dualî yên salekê, ew proje di navbera Koleja Konfoshiuchi û Zaningeha Selahedînê de hat îmzekirin. Meha bê Beşa Zimanê Çînî li Zanîngeha Selahedînê vedibe. Ew beş bo destpêkê dê 20-25 xwendekaran bigire. Ev hêvîdar im di heyama 4 salan de, xwendekar bi awayekî baş fêrî zimanê Çînî bibin. Herwiha plansaziya me heye ku li Zaningeha Beijingê ku ji mezintirîn zaningehên Çînê ye, Beşa Zimanê Kurdî vebikin.
Ev mijara ku hûn behs dikin, tenê planek e, ketiye warê cîbicîkirinê?
Plan amade ye û di vê mijarê de gotûbêj û niqaşên pêwîst hatine kirin. Ez geşbîn im ku sala bê, li Zaningeha Beijingê, Beşa Zimanê Kurdî bê vekirin.
Ji bo piştevaniya perwerdehiya xwendekarên Kurdistanî, projeyeke we heye ku hûn wan bibin Çînê û bûrs bidinê?
Ji bo danûstandina çandî, gelek kar heye ku divê em bikin. Her sal, em ji zanîngehên Kurdistanê herî kêm 10 xwendekaran vedixwînin bo Çînê. Bo hefteyek an jî 10 rojan li Çînê dimînin. Îsal ji bo ku li zanîngehên li Çînê bixwînin, me bûrs da 6 xwendekaran. Her sal li Çînê kursên di warên cuda de hene û ji destpêka vê salê ve, me zêdetirî 60 xwendekar ji bo kursên di warên cur bi cur de şandin Çînê. Herwiha me li vê derê jî hejmareke kursan dan destpêkirin û 20 xwendekar beşdar bûn. Li Herêma Kurdistanê, konsulxaneya me 5 sal e, xebatên xwe birêve dibe û di vê heyamê de me nêzikî 500 xwendekar perwerde kirin. Ev nîşana hebûna hevkariya danûstandina çandî ye di navbera Herêma Kurdistanê û Çînê de.
Ji bo hemwelatî serdana welatê we bikin, hûn di nav hinek xebatan de ne, lê gelo çima hûn vîzeyê li Herêma Kurdistanê nadin wan kesên ku dixwazin biçin Çînê? Hemwelatiyên Kurdistanê ku dixwazin serdana Çînê bikin, diçin Bexdayê û piştî karûbarên dijwar dikarin vîzeyê bigirin.
Belê, di vê mijarê de gelek gilî û gazind hene. Niha konsulxaneya me ya li vir nikare vîze bide xelkê. Weke min behs kir, ev 5 sal e me li vê derê konsulxane vekiriye û hejmara dîplomatên me yên li vê derê kêm e. Eger em beşa ji bo karûbarên vîzeyê jî vekin, pêwîstî dê bi hejmareke xebatkarên din jî hebe. Lewma me pêşniyaza zêdekirina hejmara dîplomatênn li vê derê kiriye.
Gelo anîna dîplomatan gelek dijwar e, di vê mijarê de astengek heye?
Li seranserê cîhanê 300 konsulxane û nûnertiyên me hene. Hejmara xebatkarên li wezareta me ya derve kar dikin, kêm e û pêwîstî bi hejmareke din a dîplomatên jî heye. Niha li konsulxaneya Hewlêrê, em tenê 5 kes dixebitin.
Nifûsa Çînê ji milyarekê zêdetir e. Çima hûn hejmareke din a dîplomatan nayînin?
Me weke konsulxane, daxwaza zêdekirina hejmara xebatkaran li konsulxaneya Hewlêrê, ji Konsulxaneya Çînê ya li Bexdayê kiriye. Par, Konsulxaneya Çînê vîze da 20 hezar hemwelatiyên ji Iraqê ku 10 hezar ji wan, hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bûn.
Ango, hejmara hemwelatiyên Kurdistanê yên ku serî li vîzeya Çînê dane, bi qasî ya hemwelatiyên Iraqê ye. Li gor we jî vê mijarê pêwîstî bi xebateke zêde nîne?
Helbet, eger em salane vîze bidin 10 hezar hemwelatiyên vê herêmê, pêwîst e, hejmareke din a zêdetir bên li vê derê li gel me kar bikin.
Eger tu di vê mijarê de bersiveke zelaltir bidî, hûn dê kengî li Herêma Kurdistanê beşa ji bo karûbarên vîzeyê li konsulxaneya li Hewlêrê vekin?
Ji bo ku di heyamên pêş me de, em ji konsulxaneya xwe ya li vê herêmê, vîze bidin hemwelatiyên Kurdistanê çi ji destê me bê em dê bikin.
Li Herêma Kurdistanê sîstema bankî, niha di qonaxa destpêkê de ye. Ji bo pêşxistina vî warî û herwiha ji bo veberhênerên ji Çînê bi awayekî rehettir veberhênanê bikin, hûn dikarin çi bikin?
Sektora bankî, ji bo hevkariyên aborî, gelek girîng e. Mixabin li vê derê qet bankeke ji Çînê tune ye. Ez di wê baweriyê de me, Çîn û Herêma Kurdistanê berî salekê ji bo hevkariya di vî warî de dest bi gotûbêjan kirin.
Eger di sîstema bankî de koordînasyonek çêbibe, ev dê karîgeriyê li ser hevkariya di navbera aliyan de jî bike. Em bankên ji Çînê, han didin ku bên vê derê û li gel bankên xwecihî li ser sîstemeke hevbeş kar û xebatên xwe birêve bibin. Hêvîdar im di vê mijarê de em bigihijin encamekê.
Serokwezîrê Iraqê, li gel Çînê rêkeftineke bazirganiyê ya nû îmze kir. Cihê Herêma Kurdistanê di vê rêkeftinê de çi ye?
Li gel wê serdanê, ez wisa bawer dikim ku peywendiyên Çîn û Iraqê dê bihêztir bibin. Di çarçova wê serdanê de rêkeftinên bazirganî û çandî li gel Çînê hatin îmzekirin. Ez wisa difikirim ku ew rêkeftin di berjewendiya gelên Herêma Kurdistan û Iraqê de ne.



