Siyasetmedarê navdar ê Kurd Mela Bextiyar got, “Eger PDK û YNK li hev nekin Amerîka dê bi xwe nûnerê Kurdan diyar bike.”
Mela Bextiyar di hevpeyvîneke taybet a bi Rûdawê re ya ku Senger Ebdurehman pê re kiriye de got ku xitimîna siyasî ya li Herêma Kurdistanê, seqetbûna parlamentoyê û pêkneanîna hikûmetê, nîşana bêbaweriyeke kûr a di navbera PDK û YNKyê de ne.
Her wiha diyar kir ku eger ew bi xwe li hev nekin, di dawiyê de Amerîka dê bi xwe nûnerê Kurdan diyar bike da ku pê re kar bike.
Mela Bextiyar destnîşan dike, "Baweriya min nîne ku PDK û YNK bi xwe karibin vê pirsgirêkê bi temamî bi dawî bikin" çimkî rihê peymana stratejîk di navbera wan de nemaye.
Wî hişyarî da ku nebûna destûrekê, neyekbûna Hêzên Pêşmergeyan û duîdareyî "bi awayekî defakto" zerereke mezin gihandiye pêgeha neteweyî ya Kurdan.
Siyasetmedarê Kurd Mela Bextiyar hinek peyamên bi vî rengî dan:
- “Berê me û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li hev kiribû ku em Kerkûkê bikin paytexta Kurdistanê.”
- “Me Pêşmerge nekirine yek. Kuro me polîs nekirine yek, me zimanê Kurdî nekiriye yek.”
- “Niha 2 cografyayên Herêma Kurdistanê hene.”
- “Me 35 salan raperîn kir lê me hîn axa xwe, zimanê xwe û hêza xwe nekirine yek.”
Hevpeyvîna me ya bi Mela Bextiyar re ev e:
Rûdaw: Bila em ji rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê dest pê bikin. Salek û heşt meh in hilbijartin hatine kirin, salek û çend meh in parlamenteran sond xwariye û hîn jî ne çalak e, kabîneya nû nehatiye avakirin, nakokiyên PDK û YNKyê hîn jî didomin, rewşa siyasî xitimiye. Helwest û hestên we li ser vê yekê çi ne?
Mela Bextiyar: Gelekî spas, ew pirsên ku te qala wan kir, ji bo vê rewşê girîng in. Ez hêvîdar im em karibin û hevpeyvîna me di asta qonaxê de be û bersivdera hinek ji pirsên niha û doza niha jî be. Li ser parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku te ev kir deriyê hevpeyvînê, ez di wê baweriyê de me ku em vegerin dema bangeşeya hilbijartinê. Derket holê ku di bangeşeyê de beşeke aştiyê tê de nemabû ku bi hêsanî parlamento were sazkirin û hikûmet were avakirin. Bi rastî ew bangeşe, bangeşeyeke ecêb bû ji piştî raperînê û ji hilbijartinên yekem ve.
Rûdaw: Tenê bangeşeyeke hilbijartinê bû yan nakokiyeke kûr a siyasî bû ku derket holê?
Mela Bextiyar: Bangeşe rengvedana nakokiyên kûr bû, rengvedana daketina asta baweriyê ya di navbera her du aliyên desthilatê de bû. Paşê hinek partiyên mixalefetê jî, biçûk û mezin, bi cudahiya îdeolojiyê ve, wan jî nakokiyên wan bi kar dianîn. Yanî kêmtir gotara neteweyî û serxistina herêmê û perweriya ji bo demokrasî û dadperweriyê di gotarên wan de dihatin liberçavgirtin, zêdetir ew dihat liberçavgirtin ka kîjan gotar dikare zêdetirîn kursiyan dabîn bike.
Niha loma wiha lê hat, yanî ev salek û heşt meh in wekî ku tu dibêjî, 20 meh in bi qasî vê holê axaftin hatine kirin, dan û standin hatine kirin, ez nizanim çi û çi hatine kirin lê belê hîn jî nikarin wê çareseriyê peyda bikin. Ez vê yekê vedigerînim rast ji bo wê yekê ku ev her du partî, yanî piştî mirina Mam Celal, asta têgihiştina wan a ji bo pêwendiya her du aliyan ber bi têkçûnê ve çûye, bawerî gihiştiye astekê ku gelekî zehmet e karibin, yanî ez wiha dibînim, gelekî zehmet e partî bi partî li ser bingeha wî erkê dîrokî yê her du aliyan karibin vê qonaxê jî derbas bikin, ez wiha dibînim.
Baweriya min nîne ku YNK û PDK bi xwe karibin vê pirsgirêkê bi temamî bi dawî bikin, baweriya min nîne. Heta eger hikûmet û parlamentoyê jî saz bikin, sazkirineke siyasî ya demkî ye ji ber wan sedem û mercên ku di herêmê re derbas dibin, ne vegera ruhê stratejîk ê di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û PDKyê de, ku me du caran peymana stratejîk îmze kiriye di dema xwe de li gel PDKyê, du peymanên me yên stratejîk hene, 2004 û peymana stratejîk a dawî jî. Loma ez vê sedema ku niha derdikeve pêş, piştî pirsa te, diyar e pirsa te heye, ez vê sedemê wekî palderekê dibînim ji bo ku YNK û PDK bi awayekî cidî bikevin kar çimkî herî kêm ji bo ku ji vê rewşê rizgar bibin.
Rûdaw: Li gorî baweriya we wan rewşên xwe li ber çavan negirtine?
Mela Bextiyar: Wekî pêwîst û piralî ew guhertina ku di cîhanê de heye, ew guherîna ku li Rojhilata Navîn heye, ew guherîna ku heta li Îraqê jî heye, li ber çavan negirtine ku karibin eger peymana stratejîk jî nebe di navbera her du partiyan de, peymaneke îdarî ya Kurdistanê hebe ji bo ku li Bexdayê bi yek gotarê biaxivin, bi yek gotarê. Ne wisa ye ku YNK û PDK, yanî aliyên din wekî neyarên YNK û PDKyê diçin Bexdayê, YNK û PDK bi xwe jî bi nakokî diçin Bexdayê, di encamê de wiha lê hatiye ku bi rastî li Bexdayê li benda rûdanan in ji bo Herêma Kurdistanê.
Rûdaw: Ew xitimîna siyasî û neçalakiya parlamentoyê û çênekirina hikûmeteke nû, li gorî baweriya we çi zerera navxweyî û derve gihandiye Herêma Kurdistanê?
Mela Bextiyar: Yek ji zererên mezin ew e ku baweriya neteweyî ya ji bo desthilata neteweyî lawaz dike. Ev desthilat, desthilata Herêma Kurdistanê bi hemû kêmasiyên xwe ve ji bo neteweya Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê yekane ye, yanî beşên din ên Kurdistanê hêviyeke wan heye, hêviya wan ew e ku ev tecrube serkeftî be. Ew ne wekî me ne, yanî li beşên din ên Kurdistanê wekî me li herêmê nanêrin. Em li vir mêşekê dikin gamêş lê ew gamêşekê dikin mêş, ew qasî dilsozên vê herêmê ne, ew qasî xema wan e. Ji ber vê yekê, daketina vê baweriyê û bêhêvîkirina xelkê, bawer bike tawaneke mezin e.
Rûdaw: Berê zehmet bû PDK û YNK li hev bikin, niha zehmet e kom bibin, kom nabin. Li gorî baweriya we çima kom nabin? Astengiyên ew qasî mezin li pêşiya PDK û YNKyê hene ku nikarin hevdû bibînin?
Mela Bextiyar: Her vedigere ser bêbaweriyê. Yanî ew rûniştinên ku dihatin kirin di navbera YNK û PDKyê de, min bi xwe îşareta rû û çavan dixwend, çi qasî sar û sir bû, çi qasî yanî vala bû ji rihekî tijî perwerî ji bo vê tecrubeyê, rihek ku ji nû ve YNK û PDK karibin berdewamiyê bidin karên xwe bi pêkanîna erkan. Wisa xuya dikir ku her du partî, her wekî ku qet peymana stratejîk di navbera wan de nebe û pêwendiyeke dîrokî ya kûr di navbera berpirsan de nebe, bi sarî diçûn, diçûn pişt maseya civînan, bi sarî dihatin derve, daxuyaniyên wan bi sarî dihatin dayîn, ti cure girêka kor a navbera van her du partiyan di hemû wan rûniştinên ku dihatin kirin de, nehat vekirin.
Rûdaw: Aloztir bû?
Mela Bextiyar: Aloztir bû, niha jî wisa ye keko, niha jî yanî ez ji hemû Kurdekî xwedî wîjdan dipirsim, yanî du partiyan zêdetirîn qurbanî dane li Kurdistanê, PDK beriya YNKyê ye, YNK piştî PDKyê ye, lê belê YNK di wan 51 salan de û di 50 salên şoreşê de, bi rastî hejmara qurbaniyên wê cihê sosretê ye, hejmara serkirdeyên wê cihê sosretê ye.
Baş e ev her du partî ne perwerên wê yekê ne ku ev dîroka me ya bedew heye, her du aliyên me ji bo vê herêmê, ne perwerên wê yekê ne ku vê yekê bedewtir ava bikin ji bo ku her derfetek, her rewşeke ku derdikeve pêş li herêmê, li Îraqê, herêm dikeliya ji bo ji nû ve rêkxistina herêmê, dîzaynkirina herêmê, ma nabe em wê bi kar bînin? Me par digot metirsiyeke mezin li ser me heye. Niha heta ez dikarim bibêjim ji sedî pêncîyê metirsiyan zêdetir jî li ser me kêm bûye çimkî hêdî hêdî rewş bi awayekî din dişikê, lê belê dîsa jî garantiya serneketina her plana li herêmê ya li dijî herêmê, pêwendiya xurt û cureyek ji peymana siyasî ye di navbera van her du partiyan de.
Rûdaw: Li gorî baweriya we mijar bi awayekî din di berjewendiya Kurdan de ye?
Mela Bextiyar: Belê, bê guman di berjewendiya Kurdan de, gelekî jî di berjewendiya Kurdan de.
Rûdaw: Li kû derê?
Mela Bextiyar: Li cem Amerîkayê, li Rojhilata Navîn, li Îraqê, di çawaniya pêkanîna peymanan de, daxwaziyan de, xalên destûre, pêwendiyeke baş a herêmî li gel Tirkiye, Îran û Sûriyeyê jî derketiye pêş û hêdî hêdî xwe digire, li Sûriyeyê jî hêdî hêdî pirsgirêka Rojavayê Kurdistanê diçe formeke din, ji forma rûbirûbûna çekdarî diçe nav pêvajoyeke siyasî ya nû, Bakurê Kurdistanê didome, ev dibe salek û nîv ku ew gotûbêj didome. Berê ji bo hefteyekê şer di navbera PKK û dewleta Tirkiyeyê de disekinî, niha salek û nîv e gotûbêj heye. Ma ev bêhnfirehî delîlê wê yekê ye ku hêviyek heye ji bo paşerojê.
Rûdaw: Em vegerin ser Herêma Kurdistanê, li gorî baweriya we, hikmê saziyî li Herêma Kurdistanê bi pêş ketiye yan bi paş ve çûye?
Mela Bextiyar: Yanî bi awayekî rêjeyî em dikarin bibêjin bi pêş ketiye, lê belê destûra me nîne keko Senger. Ev pirsgirêka me ya herî mezin e. Me Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê nekiriye yek, kuro polîs nekiriye yek, zimanê Kurdî nekiriye yek. Bi defakto du herêmî, du cografyayên herêmê hene niha.
Rûdaw: Duîdareyî?
Mela Bextiyar: Du cografyayên herêmê hene, ez nikarim bibêjim duîdareyî bi temamî wekî berê, lê belê ez çi bibêjim? Ev hikûmeta me ji Koyeyê heta digihîje nêzîkî Xaneqînê karmendek pê nayê damezirandin bêyî pirsa YNKyê, YNK jî ji Koyeyê heta digihîje Zaxoyê serbazek pê nayê damezirandin bêyî pirsa PDKyê.
Yanî ev bi rastî kêmasiyeke gelekî gelekî metirsîdar e. Yanî em piştî 35 salên raperînê me nekarîbû xaka xwe bikin yek, zimanê xwe bikin yek, hêza xwe bikin yek, asayîşê bikin yek, darayiya xwe bi temamî li ser bingeha pîvanan bikin yek, baş e, heta zimanê Kurdî jî me nekir yek. Şaşiyeke gelekî mezin e, ji xwe ve hatiye ev? Di encama vê de, di encama nebûna destûrekê de, binpêkirina qanûnê zêde ye. Di encama neyekkirina Hêza Pêşmergeyan de, kontrolkirina qaçaxçîtiya petrolê û gumrikan û standina seranê û ev tişt nehatine çareserkirin.
Rûdaw: Ew mane?
Mela Bextiyar: Mane, di encama neyekkirina zimanê Kurdî de, hêdî hêdî heta çanda me, edebiyata me em nikarin bi temamî geş bikin ji bo ku hesteke neteweyî ya yekgirtî di navbera me de çêbike. Ma ev heta kengî yanî? Ma meqûl e Îraq 2003yan rûxiya, 2005an destûrê dinivîse, baş e, ma em 35 sal in destûrê nanivîsin?
Rûdaw: Eger ez zêde neçim ser dîrokê, dibe ku gelekî qala wê hatibe kirin lê eger di rêzekê de ji min re bibêjî nakokiya PDK û YNKyê li ser destûrê çi bû, çima destûr nehat nivîsandin?
Mela Bextiyar: Wê demê ez li parlamentoyê bûm, nakokiya me kêm bû weleh, tewr me li hev kir ku em Kerkûkê bikin paytexta Kurdistanê, mehekê beriya rûxîna Sedam me li hev kir, me projeya destûrê amade kir.
Rûdaw: Di reşnivîsa destûrê de Kerkûk paytexta Herêma Kurdistanê bû?
Mela Bextiyar: Belê, di reşnivîsa destûra beriya rûxîna Sedam bi mehekê me Kerkûk kiribû paytexta Kurdistanê, ew qasî navbera me baş bû. Yanî nakokî li ser wê yekê nebû, li ser dariştinê, li ser hinek gotinan, li ser van tiştan bû eger na, ez bi xwe niha matmayî me ji wê demê heta niha çima ev destûr derbas nebû.
Rûdaw: Me qala PDK û YNKyê kir, mixalefet jî li ku dera hevkêşeyê ye li Herêma Kurdistanê? Zemîna geşbûna mixalefetê li Herêma Kurdistanê bi pêş ketiye an bi paş ve çûye? Mixalefet niha li Herêma Kurdistanê çi ye?
Mela Bextiyar: Mixalefetê demekê li ser gendeliyê, li ser nebûna meaş, li ser kêmiya xizmetan van tiştan, karîbûn demarên mixalefetê stûr bikin, biçin pêş. Lê belê ew demeke demkî ye di dîroka milmilaneya mixalefet û desthilatan de, paşê ji bilî wê yekê populîzma di nav mixalefetê de zerereke gelekî mezin gihand mixalefeteke demokratîk. Populîzm, anarşîzm, vê yekê zerereke gelekî mezin gihand, di encamê de bibîne yanî koma dengên hemû aliyên mixalefetê bi nakokiyên wan ve em dibînin nikarin derheqê YNK û PDKyê derkevin.
Rûdaw: Çima?
Mela Bextiyar: Ji ber ku mixalefetê nekarîbû alternatîveke pergalî, fikrî, siyasî, aborî, civakî bi temamî, yanî bibe cihgir. Yanî di nav wê rewşa ku li Herêma Kurdistanê heye de, dozek ji bo raya giştî çênekirin, tenê rexneyên wan hene.
Rûdaw: Goran jî wisa bû?
Mela Bextiyar: Belê, Goran jî wisa bû, Goran niha jî nizane Gorana Kurdistanî ye an Îraqî ye, niha jî navê wê ne Kurdistanî pê ve ye ne jî Îraqî pê ve ye, Tevgera Goran.
Rûdaw: Di destpêka avabûna Tevgera Goranê de projeya wan ji bo cîgiriya PDK û YNKyê nebû? Ew mixalefeta populîst a ku hûn qala wê dikin para Goranê tê de heye?
Mela Bextiyar: Binêre Goranê kengî konferans saz kir, konferansa xwe ya yekem saz kir. Piştî milmilaneya piştî 17ê Sibatê, piştî kêşmekêşên li gel YNK û PDKyê, piştî ku destpêkê li gel PDKyê li hev kirin, paşê hatin li gel YNKyê li hev kirin, ji bo dîrokê dibêjim Goran û YNK min ew li hev anîne. Min Hêro Xan bir mala Kek Newşîrwan di 17ê Sibatê de, min zemîn xweş kir ku xwedêjêrazî Newşîrwan Mistefa û paşê jî şandeyeke wan bê, Cenabê Mam Celal bibînin û hêdî hêdî navbera her du aliyên me xweş kir û lihevtêgihîştin jî li mala Mam Celal hat belavkirin, yanî ez dikarim bibêjim bandora min gelekî li ser hebû.
Ji wê aliyê ve jî di nav Goranê de xwedêjêrazî Kek Qadirê Hacî Elî bandora wî hebû ji bo nêzîkkirina wan û Kak Salar Ezîz jî bandora wî hebû ji bo nêzîkkirina wan, yanî rola min a berçav di nav YNKyê de bi wan karan ve hebû. Lê belê bi wê yekê re jî, Goran yanî demekê li gel YNKyê, demekê li dijî YNKyê, demekê li gel PDKyê, demekê li dijî PDKyê, demekê li gel hikûmetê, demekê nexêr bila vekişin ji hikûmetê, yanî ev demdemîbûn di siyasetê de belgeya nebûna nêrîneke stratejîk e ji bo alternatîvê û di encamê de jî me dît Goran tûşî pirsgirêkên gelekî mezin bû di derûniya xwe de.
Rûdaw: Nifşê Nû bi peymana xwe ya li gel YNKyê di paşerojê de dê bi pêş bikeve an bi paş ve biçe? Ew gotina ku hûn ji bo Tevgera Goranê bi kar tînin hûn dikarin ji bo Nifşê Nû jî pênase bikin?
Mela Bextiyar: Nifşê Nû baş hat, yanî baş derket holê, rexneyên wan hebûn, televîzyona wan hebû, ciwanên baş li dora wan kom bûn, gihandin 15 kursiyan, gihandin van tiştan. Lê belê ez baweriyê bi jiyana partîtiyê tînim Kak Senger, yanî ez di nav jiyana partîtiyê de mezin bûm. Ez tiştekî din nizanim jî di partîtiyê de baş şareza me, gelekî jî şareza me. Ji sala 1970yî ve heta niha 2026an, yanî 56 sal in ez partîtiyê dikim. Yanî ez dizanim şane çawa tê avakirin, komîte çawa tê avakirin, peyrew û program çawa tê nivîsandin, îdeolojî û felsefeya siyasî ez van hemûyan dizanim, ez û Kak Newşîrwan û Kak Fereydûn me zêdetirîn peyrew û program nivîsandine ji bo Komeleyê û ji bo wan, ji bo YNKyê jî her wisa bûye.
Baş e, niha Nifşê Nû heta vê gavê, li gorî dîtina min kûrahiyekê nabînim di nêrînên wan de ji bo peyrew û programê, tenê bi navê wê yekê ku nifşê nû ne, ma nifşên din? Axir keko Nifşê Nû temenê wan 20 heta 25 sal e, ma me bavêjin? Ma 50 salan dê çi lê bikin, 40 salan dê çi lê bikin? Nav jî di cîhana partîtiyê de pêwîstiya wî bi pêdaçûnê heye, gelo populîst bûn? Ez di wê baweriyê de me ku her partiya ku nasnameya wê ya îdeolojîk zelal nebe, li ser psîkolojiya xelkê kar dike. Karkirina tenê li ser psîkolojiyê û rakirina psîkolojiya xelkê ji bo dijberiya desthilatê, populîzm e.
Rûdaw: Nifşê Nû wisa ye?
Mela Bextiyar: Demeke dirêj wisa bû, niha jî hêdî hêdî çûne nav hevpeymaniyekê li gel YNKyê, ku ez bi xwe eger mafê min hebe pêşniyarekê ji wan re bikim, baş e ku hevpeymaniyê li gel YNKyê dikin, lê belê bila hevpeymanî nebe peymanek ji bo dijberiya PDKyê.
Rûdaw: Hûn wisa dibînin?
Mela Bextiyar: Ez wisa dibînim di wê dema ku Nifşê Nû û YNK gelekî nêzîkî hev bûne, nakokiyên di navbera YNK û PDKyê de kûrtir bûne.
Rûdaw: Peyman ji bo we asayî ye?
Mela Bextiyar: Nexêr bi asayî ji dayîk nebû. Ez nikarim li şûna Kak Şasiwar wê rewşa derûnî û wan tiştan şîrove bikim ka çawa ev qebûl kir, ew bi xwe berpirsyariya wê biryarê hildigire lê belê ne asayî bû.
Rûdaw: Eger Kak Şasiwar di girtîgehê de nebûya, dê peyman li gel YNKyê bikira li gorî baweriya we?
Mela Bextiyar: Kak Şasiwar dixwest kurên Mam Celal li ber deriyê Serayê bi dar ve bike, êdî çawa li hev dikir eger meseleya girtîgehê nebûya. Wî bi xwe biryar ji bo peymanê daye, di girtîgehê de be an li derve be, ew bi xwe berpirs e ji wê yekê Kak Senger, em li vir îtîrazan nekin, em dibêjin li hev dike mafê wî ye, lê belê bila ji bo rêkxistina hemû Kurdan be ne ji bo kûrkirina nakokiyan.
Rûdaw: Niha dibêjin 39 kursî Kek Mela, rast e ew qise li gorî baweriya we?
Mela Bextiyar: Bawer bike dema xwe ku YNK û Goranê li hev kir, destûrê bide min ez xulekekê li ser vê biçim, me li ser 19 xalan li hev kiribû, şandeya me li gel şandeya Goranê li ser 19 xalan li hev kiribû û ez berpirsê kargêrî bûm û min serperiştiya gotûbêjan dikir, heta me okey da 19 xalan, di 24 demjimêran de şeş xal xistin ser bêyî agahdariya min, paşê jî bêyî agahdariya mekteba siyasî. Hat nav mekteba siyasî min nêrî 25 xal in, şeş xalên ku xistibûn ser nakokiyên nav Kurdan û Kurdayetiyê kûrtir dikirin.
Rûdaw: Kê xist ser?
Mela Bextiyar: Ew şandeya ku li gel Goranê di gotûbêjê de bûn, ez navan nabêjim, ne xweş e ez navan bibêjim, ew bi xwe dizanin kî bûn, hemû YNK dizane şande kî bû. Min ew şeş xalên ku bêyî pirs xistibûn ser, min got ev karekî nepartîtî ye. Duyem, ji bo neteweya me xerab e, berevajî peymana stratejîk a me û PDKyê ye, ji ber vê yekê ez ne li dijî peymanê bûm, ev bi rastî lomeyeke mezin e ku ez wekî dijî peymanê hatim nîşandan, ne wisa ye, ez qet li dijî peymanê nebûm.
Rûdaw: Bi nakokiyeke dîrokî ve hat girêdan?
Mela Bextiyar: 19 xal, ji sedî sed ez li gel 19 xalan bûm, li Ranyeyê di salvegera Şehîd Selah Dîlman de axaftina min hebû, axaftin tomarkirî li cem min maye, ez dibêjim me li gel Goranê li ser 19 xalan li hev kiriye, ez hêvîdar im hemû alî qebûl bikin bi taybetî PDK, wekî dijminatiya xwe nebîne. Ji bo sibehiya wê ez dinêrim şeş xal çûne ser, keko tu şeş xalan bixî ser peymanekê, ew şeş xal jî hestyartirîn şeş xal bin, berevajî hemû siyaseta partiya te be di çend salên borî de ku Cenabê Mam Celal serperiştiya wê dikir, vê yekê ez neçar kirim ku ez dûr bikevim, ez neçim merasîma peymanê ne ku ez li dijî wê bim, niha jî dibêjim ji bo dîrokê, ez li dijî peymana Goran û YNKyê nebûm, lê belê niha jî dibêjim wê demê jî ez li dijî wê yekê bûm ku YNK û Goran li dijî PDKyê bin, an jî PDK û Goran li dijî YNKyê bin.
Keko, Goran ku ji YNKyê dûr ket, li gel PDKyê li hev kir, em agahdarî hûrgiliyan bûn ku ji PDKyê re gotibûn ew tiştê ku YNK ji bo we nekiriye em dê ji bo we bikin, PDKyê ev yek qebûl nekir, PDKyê got na, em li gel we li hev dikin, li gel YNKyê jî li hev dikin, em li gel YNKyê xera nakin. Ma baş e, ev siyaseteke rast bû?
Rûdaw: Ev tiştê ku Kak Bafil û YNK niha li gel Nifşê Nû kiriye, ne rast e li gorî baweriya we?
Mela Bextiyar: Ez nikarim bibêjim ji sedî sed ne rast e lê belê eger ji sînorê xwe derkeve zererê digihîne. Di sînorê xwe de çi ye? Du partî li hev dikin li ku derê? Di jîngeha Silêmanî û Germiyan û heta astekê Hewlêr û van deran de jî lê belê ji vê jîngehê derkeve, bibe planeke hevbeş an biryareke hevbeş ji bo ku pirsgirêkên din ên nav Kurdistanê û Herêma Kurdistanê ne tenê neyên çareserkirin, belkî bibe asteng li pêşiya çareserkirina wan, ez vê yekê wekî zerer dibînim. Niha madem peyman nayê kirin di navbera YNK û PDKyê de û hikûmet nehat avakirin, ew peymana Nifşê Nû û YNKyê wê jî girêkek xistiye nav pêvajoyê.
Rûdaw: Me gelekî qala YNKyê kir, YNK maye?
Mela Bextiyar: Wan bi xwe navê wê kiriye YNKya Nû.
Rûdaw: YNKya Nû?
Mela Bextiyar: YNKye Nû. Ez bi eşkereyî dibêjim ne di kongreya çaremîn de, ne di kongreya pêncemîn de, ez berpirsyariya nivîsandina erk û bernameya YNKyê hilnagirim. Kongreya sêyemîn min peyrew û program dariştiye û min nivîsiye, ji sedî sed ez tehemula berpirsyariya wî peyrew û programê dikim. Ji wê pê ve ez ku di biryareke siyasî de nebûm, di biryara peyrew û programê de nebûm, di dariştina vê propagandaya siyasî ya niha de nebûm, bê guman ez berpirsyariya wê hilnagirim, li wan pîroz be yên ku YNKya nû ne lê belê ez û bi sedan têkoşerên wekî me, şanaziya me ya herî mezin dîroka me ye ku em dest jê bernadin ku di nav YNKyê de ne.
Rûdaw: Kak Bafil jî nameyek ji we û damezirînerên YNKyê re şandibû, her çend we bersiv dabû jî we bersiva xwe ni paş xist û çima ew bersiv?
Mela Bextiyar: Min dixwest ez bersivê di salvegera destpêkirina şoreşê de bidim, min nivîsî, çimkî bi rastî rola me ya mezin di nav welêt de di destpêkirina şoreşê de hebû. Yanî heta em nebûn, heta em neçûn çiyê, heta em neçûn Behdînanê, bi hemû rêza min ji bo keda desteya damezirîner, ti ji wan nekarîbûn vegerin, yek ev, Kak Dr. Xidir bîranînên xwe belav kirine min hemû xwendine, min hemû dîrok xwendiye. Ew bi xwe dibêje em hatin û me têkçûn anî û em vegeriyan, ew bi xwe dibêje me şikest xwar û em vegeriyan, ti rêyên li pêşiya me neman, ji Colemêrgê vegeriyane, ne ku ez bibêjim hatine Kurdistana Îraqê, ji wir vegeriyane bi rêya dostan vegeriyane.
Ew bi xwe qala wê dike çend kes ji wan teslîm bûn, çend kesan çekên xwe birin, çend kesan xiyanet li wan kir, pirsgirêkên wan çi bûn, hemûyan bi hûrgilî qal dike, gelekî bi ciwanî qala wî aliyî dike. Baş e, niha ev dîroka me ya bişeref heye, Kak Senger, yanî ez niha Nifşê Nû, nifşekî nû çêbûye, di her 25 salan de nifşek çêdibe, piştî destpêkirina şoreşê du nifş çêbûne, ew nizanin me ev şoreş çawa kiriye, nizanin me bi neynûkan ev ava kiriye.
Mefreze hebûye şeş mehan li wî çiyayî bûye, heşt kes bûne, sê çekên wan hebûne, çar çekên wan hebûne, çekên zingarî hebûne, me tehemula vê rewşa dijwar û nexweş kiriye, yanî ev nabe bi navê YNKya nû ev dîrok neyê zanîn, were avêtin, were jêbirin, nabe. Her kesê ku bixwaze wisa bike, bila bike, li wî pîroz be lê belê em cengawerên wê dîrokê ne.
Rûdaw: Piştî wê nameyê hewldana we ya dîtina hevdû li gel Kak Bafil çênebûye?
Mela Bextiyar: Nexêr, nameyeke asayî ye, Kak Bafil wekî Kak Bafil nameyek bi navê Serokê YNKyê şandibû, min jî bi navê xwe bersiv daye, bi edeb jî me bersiv daye, wî jî bi edeb ji min re nivîsiye.
Rûdaw: Te qala du kongreyên borî kir, tu dê beşdarî kongreya bê ya YNKyê bibî?
Mela Bextiyar: Eger YNK li hev bike em rûnin, em YNKyê bikin du mînber an sê mînber, bîr û nêrînên cuda her kes û formûleya me ya xwe hebe, em biçin nav mînberên cuda û em YNKyê bikin eniyek, em YNKyê bikin nîveniyek, belê ez dê beşdar bibim, eger na, ez ne dijminatiya vê YNKyê dikim, ne rikeberiya wê dikim, ne bi karvedanê siyasetê li gel dikim, ez dê li gel ti aliyan nebim li dijî wê, lê belê ez qet li gel vê YNKyê berpirsyariyê hilnagirim.
Rûdaw: Mînberên cuda tê de nemane li YNKyê?
Mela Bextiyar: Nexêr, nexêr, qet.
Rûdaw: Nexwe çima dibêjin em yekdest û yekbiryar in?
Mela Bextiyar: Yekdest û yekbiryar û navendîbûn, yanî mînber nîne. Ew bi xwe baweriyê bi vê tînin, li wan pîroz be.
Rûdaw: Lê belê çûn û hatin û axaftina we li gel Kak Bafil nîne yan jî li gel serkirdayetiya YNKyê?
Mela Bextiyar: Em hevdû bibînin em merhebayekê didin hev lê belê çûn û hatina me nîne, ez qet naçim derve, li Silêmaniyê ez gelekî kêm diçim derve. Tenê ez rûniştime mijûlî xwendin û nivîsandina xwe me. Vaye di vê sala borî de min du pirtûk derxistine, ya sêyem jî ez hez dikim ji xelkê re bibêjim, pirtûka min a sêyem niha min çavkaniyên wê kom kirine ku qala Şerê Sar dike, bi navê Karesatên Kurdistanê û Şerê Sar, pirtûkeke 400 - 500 rûpelî ye derdikeve, înşelleh beriya sersalê bi dawî dibe.
Rûdaw: Nexwe tu çi dikî û tu bi temaya çi yî?
Mela Bextiyar: Ez pirtûkan dinivîsim, ez diaxivim, ez xelkê dibînim.
Rûdaw: Nexwe tevgera siyasî?
Mela Bextiyar: Ev gotûbêja li gel te tevgereke siyasî ye, ma ez ji bo xwe vê axaftinê nakim, ez ji bo arasteyeke nû ya raya giştî diaxivim. Ez di wê baweriyê de me ku guhertin dê li Kurdistanê çêbibe, ev rewş wisa naçe serî.
Rûdaw: Çawa?
Mela Bextiyar: Yanî dê biguhere, ev miletê me heta dawiyê qebûl nake. Axir hilbijartinên YNK û PDKyê çend deng anîne? Bi her duyan.
Rûdaw: Lê belê dîsa jî piranî ne.
Mela Bextiyar: Na, ez bi rêjeyî dibêjim, ez qala rêjeyê dikim, ji sedî sîhê dengên Kurdistanê birine her du aliyan, baş e? Tevî ku PDKyê milyonek û sed û tiştek hezar deng anîne, YNKyê jî şeşsed û tiştek hezar deng anîne, hîn negihiştine ji sedî sîh û pêncê dengên Kurdistanê. Bi sedan hezar welatî di vê Kurdistanê de hene bi awayekî din difikirin, ew guhertin dê Rojhilat li xwe bigirin, dê Îraqê li xwe bigirin, ez bawer nakim Kurdistan ji vê yekê bêpar be.
Rûdaw: Te qet hizra avakirina partiyeke siyasî nekiriye?
Mela Bextiyar: Nexêr, na. Niha min hizra tiştekî wisa nekiriye.
Rûdaw: Beşdariyeke te ya siyasî heye wekî siyasetmedar ku tu 50 - 60 sal in di nav siyasetê de yî, niha bandoreke te ya siyasî yan kariyereke te ya siyasî heye?
Mela Bextiyar: Eşkere ye ku bandora min heye, hûn bi xwe dizanin ku min xwe berbijêr kir ji bo serokkomariyê ji sedî 95ê Facebookê bû bi min, ev tê wê wateyê ku ez di nav wîjdana xelkê de me. Ew nameya ku min ji Kak Bafil re jî nivîsî, we dît çi herayek bû li ser nameyê û Facebook û televîzyonan û hemûyan qala wê dikir, yek rûpel nebû ku qala wê neke, ez gelekî zehmet dibînim rûpelekê qala wê nekiribe, ev tê wê wateyê ku ez heme, ez tenê ew qasî dibêjim.
Ji bo paşerojê ez dê çi bikim? Ez baweriyê bi partîtiya kevn naynim, partîtiya klasîk nemaye, em rûnin, peyrew binivîsin û program binivîsin û serkirdayetiya me diyar be û komîteyên me diyar bin û piştgiriya navneteweyî û Kurdistan û ev tiştên me hebin û em pereyan peyda bikin û kadroyan xwedî bikin, baweriya min bi van tiştan nemaye. Baweriya min bi wê yekê heye ku baweriya xelkê hebe, bîr û baweriyên wan ên cuda hebin, rexneyên wan hebin, nerazî bin, rojekê ji rojan rûdan digihîjin astekê ku guhertinan çêdikin, di nav wan guhertinan de kî dikare zêdetir bibandor be, kî dikare kêmtir bibandor be, wê yekê rûdanên paşerojê dê bizanibin.
Rûdaw: Min û te wê dema ku tu namzed bûyî, me hevpeyvînek kir, me qala Serokwezîrê Îraqê kir, te pêşbînî kir ku dê navek bê, dibe ku ti ji wan navan nebe.
Mela Bextiyar: Ma ne wisa bû?
Rûdaw: Rast wisa derket.
Mela Bextiyar: De baş e.
Rûdaw: Loma ez vê dibêjim, ez dixwazim vê pirsê bikim, tu navbera Hewlêr û Bexdayê di paşerojê de çawa dibînî?
Mela Bextiyar: Ev pirsyareke gelekî girîng e. Diyar e çênekirina parlamento û Hikûmeta Kurdistanê heta astekê zererê dide navbera herêm û Bexdayê, ev heye lê belê ew rewşa ku paşê tê ser, ew rewşa ku bi sedema Amerîkayê û bi sedema wê guhertina şerê Îran û Amerîkayê tê holê ji bo Rojhilata Navîn, Îraq dibe yek ji girîngtirîn qadên siyaseta Amerîkayê li herêmê, siyaseta Amerîkayê zelal e ew jî ev e, Îraqeke yekgirtî dixwaze, artêşeke yekgirtî dixwaze, darayiyeke yekgirtî dixwaze, aboriyeke yekgirtî dixwaze, di vê çarçoveyê de, dê gelekî li cem wan girîng be ku hemû pirsgirêk li gel herêmê werin çareserkirin, hem li gel Bexdayê diaxivin hem jî li gel herêmê diaxivin.
Rûdaw: Dê pirsgirêk werin çareserkirin li ser bingeha bihêzbûna navendê û lawazbûna herêmê yan bi ragirtina hevsengiyê di vê navberê de?
Mela Bextiyar: Ez nabînim ku herêmê lawaz bikin.
Rûdaw: Çimkî tirsek li cem berpirsên Herêma Kurdistanê heye?
Mela Bextiyar: Hikûmeteke navendî ji bo Amerîkayê girîng e, ne li ser hesabê Kurdan, ew şaşî ye ku wisa difikirin ku dê me bipêçin. Em ne Rojavayê Kurdistanê ne ku hîn destûr nehatiye nivîsandin li Sûriyeyê bi temamî, mafê federalî, otonomî bi temamî zelal nîne, yanî cudahiyeke mezin heye di navbera herêm û parçeyên din ên Kurdistanê de. Careke din, yanî ez bi dilniyayî dikarim vê axaftinê bikim, Başûrê Kurdistanê venagere çargoşeya rojên reş ên bêhêvîtî û rûxan û biçûkkirinê, na, venagere.
Rûdaw: Kî vê yekê garantî dike? Ev dilniyabûna te ji çi ye?
Mela Bextiyar: Berjewendiya navneteweyî li herêmê wisa ye.
Rûdaw: Berjewendiya navneteweyî tê guhertin.
Mela Bextiyar: Ew guhertin ne ji bo wê yekê ne ku em ji nav biçin, ji bo wê yekê ne ku em jî di nav guhertinan de cihê xwe bikin, yanî ew qebûl dikin ku em di nav wan guhertinan de pêgeha herêmê bihêz bikin. Divê em siyaseta navneteweyî û pêwendiyên navneteweyî û herêmê fêm bikin.
Rûdaw: Eger PDK û YNK nakokiyên xwe çareser bikin?
Mela Bextiyar: Eger PDK û YNK nakokiyên xwe çareser bikin dê baştir bibe, çareser nekin jî di encamê de li gorî nêrîna min Amerîka biryarê dide ka kî nûnerê Kurdan e û kî dê bibe nûnerê Kurdên yekgirtî. Di encamê de divê wisa lê bike, heta negihiştiye wê yekê, çareser bikin baştir e.
Rûdaw: Eger ez ji te bipirsim ew nêrîna Amerîkayê dê çawa be, tu dê di wî warî de çi ji min re bibêjî?
Mela Bextiyar: Li gorî nêrîna min Amerîka pişta xwe bi piraniya hilbijartinê girê dide, pişta xwe bi wê yekê girê dide ku rewanûna desthilatê dê wê demê li cem kê be, paytext dê wê demê di destê kê de be, ev mijarên girîng in ji bo biryara Amerîkayê. Lê belê ew hîn biryar nehatiye dayîn, ez dibêjim eger pirsgirêk nehatin çareserkirin, eger parlamento û hikûmet nehatin sazkirin, qet dûr nebîne ku rojekê ji rojan Tom Barrack biryareke wisa bide û bibêje ev biryara Amerîkayê ye û kî dê pêbend be an nabe, ma ji bo hêzên çekdar ên Îraqê ew biryar nedane? Bi eşkereyî nabêjin eger hêzên çekdar ji hêzeke derveyî desthilata meşrû neçin nav desthilata meşrû, em dê dorpêça aborî bixin ser û em dê wisa li we bikin û em dê wisa li we bikin, ez di wê baweriyê de me ku niha Rêzdar Serokwezîrê Îraqê dê 15ê meha bê li Amerîkayê be, dê Cenabê Serok Trump bibîne, baş e?
Ev gelekî girîng e. Çima berê Sûdanî nedît? Di hemû serokwezîrên berê de, serdana fermî, ez dibêjim fermî, tenê Rêzdar Malikî di dema xwe de bi fermî hatibû vexwendin. Çima di ser hemûyan re derbas bû niha Elî Zeydî tê vexwendin? Ji ber wê yekê ku biryara wan heye ji bo Îraqê. Siyaseta wan heye ji bo Îraqê. Berjewendiya wan heye li Îraqê, piştî ku li gel Îranê li hev dikin, dora Îraqê ye ku wê rêk bixin.
Rûdaw: Îran dê wisa rûne û temaşe bike ku Îraq ji destê wê biçe?
Mela Bextiyar: Niha pirsa te li ser Îraq û Îran û wan tiştan e, em biçin nav wî babetî?
Rûdaw: Belê bê guman, ez hez dikim em biçin nav wî babetî. Îran dê wisa temaşevan be?
Mela Bextiyar: Na, bê guman dê ne temaşevan be. Îraq jî nikare bi asanî ji Îranê qut bibe lê belê ev rewşa ku niha çêdibe piştî peymana 19ê mehê li Cenevreyê û piştî wê jî berdewamiya wê bi 60 rojan li ser hûrgiliyên wê diaxivin, ez di wê baweriyê de me ku dê bigihîje nîvpeymaneke dilniyaker ji bo Îranê, Îran nikare wekî berê bibêje ez nahêlim Îraq li gel Amerîkayê li hev bike. Nikare, çimkî dê di berjewendiya Îranê de jî be ku Îraq aram be û Îraq rola xwe bilîze ji bo ku aramiyek li herêmê çêbibe û aramî ji bo Îranê jî çêbibe, dê wê demê di berjewendiya Îranê de be.
Rûdaw: Nahêle an nikare bike?
Mela Bextiyar: Her du ne jî. Îraq li gel Amerîkayê piştî wê guhertina ku rû dide, li ser hebûna hêza Amerîkayê, peymana ewlehiyê li gel Amerîkayê, peymana aborî li gel Amerîkayê li hev bike, ma Îran nayê li ser wê yekê ku siyaseta wê li Îraqê were qebûlkirin an şer li herêmê gur bike, nexêr Îran wê demê xwe ji gurkirina şer dide alî. Mafê wê ye jî ku wî karî bike.
Rûdaw: Dê dest ji dostên xwe berde?
Mela Bextiyar: Di berjewendiya Îranê de ye ku dostên xwe rêk bixe. Di berjewendiya Îranê de ye ku dostên xwe di çarçoveya wê siyaseta ku ji bo herêmê bi rê ve ye de biguncîne. Ez bi xwe yek ji wan rûdanên ku her tim ez hizra xwe li ser dikim, çawa ev rû da, ji min re ecêb bû ku Îranê xwe xist nav şerekî piştî şerê Îran û Îraqê ku sekinî, ez di wê baweriyê de bûm ku Îran dê di encamê de li hev bike. Nagihîne şer. Niha şer hatiye kirin, piştî şer, di du xulan de şer hatiye kirin, zererên wê hatin dîtin, di encamê de çi bû? Fermo, şerekî nerewa her lihevkirin li ser hat kirin.
Rûdaw: Çima ber bi peymanê ve çû?
Mela Bextiyar: Ji ber ku dirûşma Amerîkayê ya rûxandina Komara Îslamî ya Îranê nebû, mercên Amerîkayê hebûn. Îranê jî merc qebûl nedikirin. Şer di encama çi de, yanî şer di encama çi de rû dide?
Rûdaw: Her ji destpêkê ve Amerîkayê nexwestiye rejîmê birûxîne?
Mela Bextiyar: Heta niha Amerîkayê qala rûxandina rejîmê nekiriye.
Rûdaw: Qala wê nekiriye lê belê çend caran di rojên destpêkê yên şer de eger bê guman tê bîra te Donald Trump Îran şiband Venezuelayê, serokê wê ji nav bibin û dê welat teslîm bibe.
Mela Bextiyar: De ma serokê Venezuelayê hatiye girtin, bi daxeke gelekî mezin Rêberê Îranê û 400 serkirde û fermandarên mezin ên Îranî jî di vî şerî de bûn qurbanî, baş e? Di encamê de her Îran ma, ma Îran nerûxiya keko. Yek ji serkeftinên Îranê di vî şerî de ew e ku karîbû xwe ji rûxanê biparêze.
Rûdaw: Wekî hêza berê li herêmê dimîne?
Mela Bextiyar: Piştî vê hemû zererê nabe em bibêjin dê wekî hêza berê bimîne lê belê mana wê bi xwe hêz e. Îranê zerereke gelekî mezin kiriye. 400 kes ji rêber heta fermandarên mezin hatine kuştin, 95 hezar birîndarên wê hene, 40 hezar kuştiyên wê yên din hene, binesazî, rê û dirb, kareba, rêyên bazirganiyê, dorpêç li ser in, ev zerereke gelekî mezin e. Li gorî texmîna pisporan 350 milyar dolar pêwîst in ji bo ku Îran bibe Îrana beriya şer.
Rûdaw: Hêza siyasî li herêmê dimîne? Li Yemenê, li Libnanê, li Îraqê.
Mela Bextiyar: Ew mijareke din e. Ne Yemen dibe Yemena berê, ne Hûsî dibin Hûsiyên berê, ne Hemas dibe Hemasa berê, ne Hizbulah wekî berê dikare biajo, niha meseleya yekkirina axa Libnanê, hêza Libnanê, hikumraniya Libnanê, niha bûye meseleyeke stratejîk hem di parlamentoya Libnanê de hem jî di hikûmeta Libnanê de.
Hemas hûn bi xwe dibînin ji hêzeke bihêz a heftê heştê hezar çekdarî niha bûye çi, yanî di çeperên xwe yên dawî de mane ku berevaniyê bikin ji bo ku herî kêm bi temamî neyên têkbirin. Hûsiyan ji adara îsal ve heta vê xuleka ku em diaxivin, karîbûne heşt mûşekan biteqînin, heşt, tenê heşt mûşek. Ma ev yek hevkêşeya şer naguhere?
Rûdaw: Şiyana wan a bêzarkirina Amerîkayê nemaye?
Mela Bextiyar: Heşt mûşek, bi heşt mûşekan Amerîkayê bêzar dike, Îsraîlê bêzar dike, rojane bi hezaran top tên avêtin di şer de, heşt mûşek nikarin hevkêşeyê biguherin. Îraq jî hûn bi xwe dizanin sê grûpên mezin û Seraya Selam jî xwe hilweşandin û çûn nav artêşa Îraqê, beşa din jî ez di wê baweriyê de me ku min careke din ev axaftin kir niha ez ducare dikim, Heşdî Şebî, grûpên çekdar, mafdar in ku konferansekê di navbera xwe de saz bikin li ber ronahiya wan guhertinên ku li herêmê hene, cureyek ji çareseriyê ji bo xwe peyda bikin.
Rûdaw: Elî Zeydî dikare kontrola çekan di destê dewletê de bike?
Mela Bextiyar: Ev beşekî wê pêwendîdarî wê peymanê ye ku di navbera Îran û Amerîkayê de tê kirin, beşa din jî pêwendîdarî berjewendiya Îraqê û partiyên Îraqê ye, Elî Zeydî bi tenê nikare vê biryarê bide, divê Çarçoveya Hevahengiyê wê biryarê bide. Parlamentoya Îraqê jî dê rola wê di wê biryarê de hebe, eger na, tu bibêjî Elî Zeydî wekî serokwezîr bi tenê, ez bawer nakim xwe tûşî wê pirsgirêka mezin bike.
Rûdaw: Ew grûp guh didin Çarçoveya Hevahengiyê?
Mela Bextiyar: Hinek ji wan ser bi Çarçoveya Hevahengiyê ve ne.
Rûdaw: Lê belê piraniya wan li derveyî Çarçoveya Hevahengiyê ne.
Mela Bextiyar: Nexêr, niha Ebû Ala, Ebû Alayê Welaî di Çarçoveya Hevahengiyê de ye. Nuceba di Çarçoveya Hevahengiyê de ye, ma ne li derveyî Çarçoveya Hevahengiyê ne, niha wekî mînak Hadî Amirî di Çarçoveya Hevahengiyê de ye û siyaseta wan jî nîne, siyaseteke wî ya nerm heye li beramberî hikûmetê û wan. Qeys Xezalî siyaseta wî nerm bûye li beramberî hikûmeta Îraqê û yekbûna hêzan û wan tiştan. Ez dibêjim ew peymana ku di navbera Amerîka û Îranê de tê kirin, dê rengvedana wê ya erênî li ser wê rewşê bi giştî hebe, heger careke din pirsgirêk aloz nebin.
Rûdaw: Kî wê aloz dike?
Mela Bextiyar: Di navbera Îran û Amerîkayê de.
Rûdaw: Rola Îsraîlê dê çi be di vê navberê de?
Mela Bextiyar: Îsraîl heta garantiya ewlehiya xwe neke, wekî çawa garantiya ewlehiya xwe li gel Misirê kir, heta garantiya ewlehiya xwe neke, bi awayekî din di garantiyeke siyasî leşkerî garantiya ewlehiya xwe neke, Îsraîl dê her tim destê wê li ser tetikê be.
Rûdaw: Dikare pirsgirêkê ji bo peymana Amerîka û Îranê çêbike?
Mela Bextiyar: Belê lê belê siruşta Serokê Amerîkayê ne ji wan siruştan e, yanî bi asanî qebûl bike ku Îsraîl biryara Serokê Amerîkayê bin pê bike.
Rûdaw: Lê belê Îsraîl jî hişyariyê dide?
Mela Bextiyar: Erê dibêje eger metirsî li ser asayîşa me hebe em dê her tiştî bikin, dibêje em dê li Îranê jî bidin, li Hizbulahê jî bidin.
Rûdaw: Ew metirsiya li ser asayîşê û ew garantiya ewlehiyê ya ku ji bo welêt heye ku tu qala wê dikî, niha di vê qonaxê de ji bo Îsraîlê çêbûye?
Mela Bextiyar: Îsraîl bi berdewamî dibêje ez di metirsiyê de me, bi berdewamî dibêje metirsiya hebûnî li ser min heye.
Rûdaw: Nexwe bi berdewamî jî dikare pirsgirêkan çêbike?
Mela Bextiyar: Paşê peymanê dizane, ew peymana ku Amerîka îmze dike li gel Îranê, ew xalên ku Îran razî dibe ji bo herêmê hemûyan. Axir Îsraîl jî nikare ji Îranê re bibêje bide alî û piştgiriyê nede Hizbulahê û bila rewş hemû bi dilê min be. Dema hat ser peymanê, dan û standin e. Tu didî û tu distînî. Îsraîl jî neçar dibe ku hinek ji guhertinên niha li ser maseya gotûbêjan û peymanan li ber çavan bigire.
Rûdaw: Ev peyman li gorî baweriya we dawî li milmilaneyeke 45 - 46 salî ya navbera Amerîka û Îranê tîne?
Mela Bextiyar: Gelekî gelekî ji min re xweş e ev pirs, mesele ji wê mezintir e. Ez eger gotina dilê xwe ji te re bikim, min hizra xwe lê kiriye ku ez vê gotinê bikim an nekim beriya ku ez bêm vir, ez di wê baweriyê de me ku peyman xurt be, hevseng be, ez di wê baweriyê de me ku serdema serhildan û avakirina hêza çekdar a mezin û şer û pevçûnan hêdî hêdî bi dawî dibe. Par jî min got, îsal jî ez dibêjim, hêza nemeşrû ku bi fermî hêza dewletê nebe bi dawî dibe.
Rûdaw: Herêm dê rihet bibe?
Mela Bextiyar: Bi dawî dibe. Rihetbûn ferq dike, ev qise rêjeyî ye lê belê ev tiştê ku heta niha derbas bûye, ev bi dawî dibe. Vêca ji niha û pê ve dê pêvajo çawa be, ev mijareke din e. Ez bi eşkereyî bibêjim, tu bixwazî û tu nexwazî ev dewletên ku niha hene, nikarin wekî berê hikumraniyê bikin. Ew hêzên çekdar ên ku hene, ji bo rizgariya gelan jî be, bi navê parastinê ve jî be, tu çi navî lê dikî lê bike, ev hêzên çekdar nikarin zêdetir berdewamiyê bidin xwe û hêvîdar jî bin ji bo bidestxistina armancên xwe yên siyasî. Yanî ez di wê baweriyê de me ku divê hemû parçeyên Kurdistanê vê guhertina mezin, stratejîk, piralî li Rojhilata Navîn bibînin. Yanî ji wê zêdetir çênabe ku şerê Amerîka û Îranê rû da, guhertin li Rojhilatê Kurdistanê çêbibe, ê pêk nehat.
Rûdaw: Tu jê bêhêvî bûyî?
Mela Bextiyar: Ez ji bo guhertinê ne bêhêvî me, lê belê ez bêhêvî bûm ku hêza çekdar karibe guhertineke mezin bi dest bixe. Ew bi dawî bû. Heger careke din şer dernekeve, eger şer dernekeve bi hêza çekdar li ti parçeyekî Kurdistanê, êdî tu nikarî armancên xwe yên neteweyî bi dest bixî.
Rûdaw: Serdema hêza çekdar bi dawî bûye?
Mela Bextiyar: Li gorî nêrîna min ji aliyê stratejiya bidestxistina armanca neteweyî ve, xebata çekdarî bi dawî bûye.
Rûdaw: Gelekî spas dikim.
Mela Bextiyar: Gelekî spas.
Ev hevpeyvîn 17ê Hezîrana 2026an li Hewlêrê hatiye tomarkirin.
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
