Balyozê Rûsya li Iraqê radigihîne, hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare çiqasî bixwaze ji gaza xwe ya xwezayî, bike û şirketên petrolê yên wî welatî jî dikarin beşdarî proseya hinartina gazê bin.
Di hevpeyvînekê de bi Rûdawê re, Balyozê Rûsya li Iraqê Elbrus Kutrashev dabaşa gaza xweristî ya Herêma Kurdistanê, têkiliyên Iraqê û welatê wî, karkirina şirketên petrolê yên Rûsya li Herêma Kurdistanê piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê û çend mijarên dîtir kir.
Li ser karkirina şirketên Rûsya li Herêma Kurdistanê piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ku tê de hatibû, "yasaya gaz û petrola Herêma Kurdistanê ne destûrî ye", balyozê Rûsya ragihand, "tevî biryara Dadgeha Federal şirketên petrolê di karên xwe de berdewam in".
Balyozê Rûsya li Iraqê Elbrus Kutrashev di hevpeyvîneke taybet de bersiva pirsên Pêşkeşkarê Rûdawê Bêston Osman yên derbarê gaza sirûştî ya Herêma Kurdistanê de û çend mijarên din ên di rojevê de da.
Rûdaw: Cenabê balyoz, ez pir kêfxweş im ku ez te careke din li Kurdistanê dibînim. Tu bi xêr hatî û tu bi xêr hatî Rûdawê.
Elbrus Kutrashev: Zor spas, ez kêfxweş im ku ez jî te careke din dibînim.
Rûdaw: Pirsa min a pêşî li ser nêta Herêma Kurdistanê ya hinartina gaza xwezayî ye. Gelo tu dijberiyeke Rûsya li ser plana hikûmeta Herêma Kurdistanê ya hinartina gaza xwezayî bo Ewropayê heye?
Elbrus Kutrashev: Bê guman em qet ne li dij in û ev mafê serweriyê yê desthilatdarên Iraqê û desthilatdarên Herêma Kurdistanê bi xwe ye. Heke bixwazin çi bi gaza xwe bikin, dikarin bikin. Mafê Rûsya nîne ne dijberiyê bike û ne jî piştevaniyê bike.
Rûdaw: Gelo hûn piştevaniya plana hinartina gaza siruştî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin?
Elbrus Kutrashev: Heke piştevaniya aliyê me dixwazin, em amade ne piştevaniyê bikin. Lê wek min got tu têkiliyeke Rûsyayê bi vê meseleyê re tune ye. Tew mafê me nîne ku em lê jî bihizirin. Haya min ji wan nûçe û gotegotan heye ku di medyayê de li ser me tên weşandin; ku qaşo em dijberiya wê planê dikin, lê ev ne rast e.
Rûdaw: Gelo hizira hebûna gaza xweristî ya Kurdistanê li Ewropa û şûngirtina gaza Rûsyayê, her wiha nehîştina piştgirêdana bi Rûsyayê, we dilgiran û bêzar nake?
Elbrus Kutrashev: Na bi tu hawî. Ev ji bo me ne pirsgirêk e, belku ji bo ewropiyan e, ku ji nişka ve biryar dan ku dixwazin rewşê li ser hawirdekirina gazê biguherin. Ev biryara wan e û berpirsiyarî jî li ser wan e. Hevparên me yên gelek li hemû cîhanê hene. Heke ewropî jî gaza Rûsya bi kar neyînin, dê her yekî din bi kar bîne. Her wiha wek min got jî, ev mijar bêhtir qiselok û gotegot e, tenê axaftin li ser tê kirin, heta niha helwest di pratîkê de nehatiye wergirtin.
Rûdaw: Boris Johnson di daxuyaniya xwe ya piştî civîna wî bi serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê re, tekez kir ku ew ê gaza xwezayî ya Kurdistanê hawirde bikin ji bo şûngirtina gaza xwezayî ya Rûsyayê. Çi têbînî û daxuyaniyeke te li ser vê heye?
Elbrus Kutrashev: Ji bextê çê ez balyozê Rûsya li Iraqê me. Dûrtirîn tiştê ku ez daxuyaniyê li ser bidim, daxuyaniya Boris Johnson e.
Rûdaw: Lê ew jî beşek ji Iraqê ye…
Elbrus Kutrashev: Bi taybetî li ser gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê. Ev mijar ne di nav berpirsiyariya min de ye. Ez hêviyên herî baş ji gelê Iraqê û dostên me yên kurd re dixwazim. Çi dixwazin bila bi gaza xwe ya siruştî bikin. Ev mafê wan e.
Rûdaw: Gelo şirketên we, Gazprom Neft û Rosneft amade ne hevbeşiyê di proseyeke bi vî rengî de bikin, heke hûn hatin vexwendin?
Elbrus Kutrashev: Ez nizanim, heke hindek şertên qenc li ber wan werin danîn, çima na? Ev pirseke bazirganî ye. Merema min ew e di aliyê konevanî de ne têkildarî me ye û ne karê me ye jî. Ji bo bazirganan jî, heke wiha bawer dikin qezenca wan tê de heye, dikarin bi wê babetê te tevbigerin. Mebest li ser şertan dimîne.
Rûdaw: Em bi siyasî bipeyivin, gelek gotegotk hene. Te bi xwe jî qala hindekan ji wan kir, ku tê gotin tew dibe ku Rûsya li pişt hindek guvaşên siyasî li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê be; ji ber plana wê ya firotina gazê, helbet fişar bi hevbeşiya Îranê. Tu çi di vî warî de dibêjî? Gelo, ji ber wê planê, Rûsya ne hokara li pişt tu guvaşeke siyasî yan guvaşeke ewlehî li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê ye?
Elbrus Kutrashev: Bi rastî ev ne şêwaza reftara Rûsya bi hevbeşên xwe re ye. Em fişaran li hevbeşên xwe nakin. Em zorê li wan nakin tiştekê bikin ku naxwazin bikin. Ev ne stratejiya me ye, xasma li Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê. Em bi merema hevbeşiyê hatine vî welatî, em Iraqê ne wek wekîl yan dûvelang, lê wek hevbeş dixwazin. Me qet tiştên wisa nekirine û em qet jî ne welatekê dagirker û kolonyal bûn. Ji bo vê pirsê tu dikarî ji balyozxaneya her welatekê din bipirsî, lê ne ya rûsan. Wek min ji te re got jî, her demekê Iraq me wek hevbeş bixwaze, di warê siyasî, aborî yan leşkerî de, em dikarin li ser baxivin. Pêwîstiya me pê nîne ku em guvaşan li tu welatan bikin ji bo ku bibin dostên me.
Rûdaw: Bila em qala niha bikin. Heta niha me qala siberojê, plana gazê û nêtên hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, lê îro…
Elbrus Kutrashev: Heke tu rê bidî min, ji bo ku ez gotina xwe kuta bikim. Rûsya wek hevbeşekê pir baş û xwedî bawerî li Iraqê tê dîtin. Sedem ew e ku Rûsya bi rastî welatek e ku meriv dikare pişta xwe pê girê bide. Şêwaza reftara me bi hevbeşên me re li vê deverê û li derveyî vê deverê, navûdengê Rûsyayê bedew kiriye. Ev navdarî jî girêdayî wê yekê ye ku em amade ne diyalogê bikin, em amade ne nêrînan biguherin û em hazir in jî nêrîna me cihê be. Lê me hergav pêgeha hemû aliyan raçav kiriye û em rêzeke mezin jî li yasayên navdewletî û serweriya welatan jî digirin. Ev ne tenê dirûşm in, belku em di pratîkê de van xalan raçav dikin.
Rûdaw: Îro Gazprom û Rosneft li Herêma Kurdistanê kar dikin. Gelo tu dikarî piştrastiyê bidî ku dê karkirina wan li zeviyên petrolê berdewam be, tevî cezayên cîhanî li ser Rûsyayê?
Elbrus Kutrashev: Ew heta niha kar dikin. Bê guman ez nikarim nebêjim ku ew bi cezayan zirarmend nebûne, belku bandor li wan bûye. Lê bi wî awayî bandor li ser me nebû ku cezakeran hêvî dikir. Lewra em di karên xwe de berdewam in. Li seranserê cîhanê jî hevbeşên me piştevanî li me kirin, tew Iraq jî. Iraqî naxwazin karkirina şirketên rûsî li Iraqê raweste. Her wiha Kurdistan jî beşek ji vê mijarê ye. Ez dikarim bibêjim ku prose bêyî arîşe û pirsgirêk nabe, lê ne ewqasî xerab e jî. Ez hêvîdar im di karên xwe de berdewam bin û warê karkirina xwe jî bi pêş bixin.
Rûdaw: Pêşxistina warê karkirina wan li Herêma Kurdistanê?
Elbrus Kutrashev: Merema min bazirganiyeke erênî û berfirehkirina aborî ye.
Rûdaw: Gelo tu planek ji bo hilberîna nû heye?
Elbrus Kutrashev: Herdem hizir heye, ez nizanim ji bo planê, ji bo planan divê tu rasterast ji şirketan bipirsî, çunke ez ji çalakiyên bazirganî ne berpirsiyar im, belku ez tenê piştevaniya siyasî ji wan re peyda dikim, heke pêwîstiya wan pê hebe. Heta niha jî pêwîstiya wan bi desttêwerdana min çênebûye ligel hikûmeta Iraqê, pir baş birêve diçe.
Rûdaw: Te got dê karên wan tevî cezayan jî berdewam bin, gelo dê tevî biryarên Dadgeha Federal jî berdewam bin, ne wisa?
Elbrus Kutrashev: Erê, çunke jiyan berdewam dibe û divê xelk herin ser karên xwe û divê şirket jî mûçeyan bidin karmendên xwe. Lewra kar berdewam dibin û di çarçoveyeke qanûnî de dest bi kar hatiye kirin, ku desthilatdaran misoger kirine.
Rûdaw: Gava tu dibêjî desthilatdar, merema te desthilatdarên Iraqê ye?
Elbrus Kutrashev: Bi rastî hemû desthilatdarên Iraqê iraqî ne. Her wiha desthilatdarên Herêma Kurdistanê jî desthilatdarên iraqî ne. Hemû hikûmetan, hikûmeta navendî û hikûmetên herêman jî ew çarçoveya yasayî ji bo karkirina me misoger kirine û şirket jî di wê çarçoveyê de dixebitin. Wek mînak, ne karê şirketên me ye ku bi biryarên Dadgeha Federal re tevbigerin, lêbelê divê desthilatdar pê re tevbigerin û bizanin çawa rave dikin û cîbicî dikin. Helbet ji bo şêwaza reftara bi şirketên me re jî.
Rûdaw: Pirsa min a dawî li ser hilbijartina serokkomar û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ye. Gotegot li ser vê heye, ku dibêje Rûsya piştevaniya aliyekê ji hizbên konevanî yên Iraqê dike, tew tê gotin ku li Kurdistanê piştevaniya aliyekê û plana wî ji bo hilbijartina serokkomar û beşdarbûna di hikûmeta nû de dike. Gelo ev rast e?
Elbrus Kutrashev: Tenê ji bok u ez ramanê ji te re zelal bikim, ji aliyê berpirsên bilind ên hizbî ve jî ev gotegot ji min re hat gotin. Heke statûyeke bêalî û pragmatîk a Rûsya li Iraqê nebûya, mûmkin bû em bi wî rengî bûna. Em desttêwerdanê di kar û barên navxwe yên Iraqê de nakin. Hilbijartina serokkomar, pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û mijarên wiha, mijarên serweriyê yên Iraqê ne. Me tenê çavdêrî kiriye, wek mînak me şêwir wek dost da, me şêwir jî tenê da kes û aliyên ku xwesteka wan a guhdarîkirinê hebû.
Rûdaw: Ango hindek hene xwesteka wan a guhdarîkirinê zêdetir e?
Elbrus Kutrashev: Car caran diqewime, lê diyaloga ku bi hemû aliyan re heye tê maneya ku em guhdariya hemû tiştên ku ew dibêjin dikin, dû re jî em dîtina xwe nîşan didin. Carinan dipejirînin û carinan jî zelal dikin çima ev nêrîna me ne zêde baş e. Ev diyalog e, lê em bi şêwazeke dostane dikin û hemû jî sînorê berpirsiyariyên xwe dizanin. Ez te ji vê jî piştrast dikim ku me qet desttêwerdan di kar û barên navxwe yên Iraqê de nekiriye û nakin jî.
Rûdaw: Hûn piştevaniya tu yekî ji berbijêran ji bo wergirtina posta serokkomarê Iraqê nakin?
Elbrus Kutrashev: Bê guman ev mijareke navxwe ya Iraqê ye û nabe tu kes bo zîyana berbijêrekê piştevaniya berbijêrê din bike. Nabe tu kes vê yekê bike. Nabe tu welat û tu hêzeke biyanî vî karî bike. Em hemû dizanin tê kirin, lê Rûsya ne beşek jê ye.
Rûdaw: Zor spas ku tu îro bi me re bûyî. Ez ê cara bê jî te bibînim, çi li Hewlêrê yan li Bexdayê be.
Elbrus Kutrashev: Kêfxweş dibim, zor spas.



