Balyozê Spanya li Iraqê Pedro Martinez Avial di hevpeyvînekê de ligel Tora Medyayî ya Rûdawê, eşkere dike ku di dema kîmyabarankirina Helebceyê de, di sala 1988an de, wî mîna dîplomatekî ciwan li Balyozxaneya Spanyayê li Bexdayê kar dikir û serdana Kurdistanê kir: “Min nekarî biçim nava Helebceyê, lê min hinek gundên biçûk dîtin ku hatibûn wêrankirin bûne û şêniyên wan ên Kurd li bajarên mezin hatibûn komkirin. Rewş pir kambax bû. Ez bi xwe bûm şahidê vê rewşê”.
Avial her wisa dibêje ku wan wê demê wek balyozên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) welatên xwe ji wê komkujiyê agahdar kir “Me wê çaxê raporeke pir xurt nivîsand” û “me bûyer şermezar kirin û me agahî li ser wan dan hikûmetên welatên xwe”, lê YEyê di derbarê kîmyabarana Helebçeyê de tu helwest nîşan neda.
Balyozê Spanya li Iraqê Pedro Martinez Avial di vê hevpeyvînekê de ku hevkarê me Bêston Osman roja 9ê Hezîrana 2022yan li Bexdayê pê re kiriye, dibêje: "Şirketên me herî zêde li Herêma Kurdistanê hilberîn kirine... ji ber ku em dizanin ku Kurdistan cihekî gelek guncaw e ji bo veberhênanê û gelek derfet lê hene". Her wiha dibêje Spanya di salên 1980an de hebûneke xwe ya zêdetir li Iraqê hebû û niha jî dixwazin li Iraqê bigihin heman astê "Hikûmeta welatê min li ser vê yekê rijd e ku tiştê di salên 1980an de hebû dîsa ava bike".
Rûdaw: Balyoz Pedro Martinez Avial, gelek spas ji bo vê mêvandariyê û hûn bi xêr hatin Rûdawê.
Pedro Martinez Avial: Spas Bêstûn. Ez kêfxweş im ku em bi hev re li vir in.
Rûdaw: Spas. Ez dixwazim bi vegera li dîrokê dest pê bikim. Tu berî sî salî li vir bûyî. Tu sala 1987an hatî Iraqê, te du salan li vir kar kir û vêga jî piştî gelek salan tu vegeriyayî. Tu dikarî ji min re bibêjî ku di vê demê de li Iraqê çi guheriye?
Pedro Martinez Avial: Gelek tişt guherîne. Wê çaxê ez wek dîplomatekî pir ciwan li vir bûm. Rojên Sedam Hisên bûn. Sala min a yekem, sala dawî ya şerê Îran û Iraqê bû. Hejmara şêniyên Iraqê wê çaxê tenê 17 milyon kes bû, lê niha gihiştiye 41 milyonî. Bajar hatine guhertin. Rewşa siyasî bi tevahî hatiye guhertin. Niha welatekî we yê azad û vekirî heye. Gelek kesên ku wê demê derbider bûbûn vegeriyane. Bi tevahî welatekî cuda ye. Pêşî ez wiha difikirîn ku wê ezmûna min a berê di erkê min ê nû de alîkariya min bike, lê ne wisa bû. Ji ber ku welat guheriye.
Rûdaw: Her tişt hatiye guhertin?
Pedro Martinez Avial: Her tişt hatiye guhertin.
Rûdaw: Wê demê, xasma sala 1988an bajarê Helebce rastî êrişa kîmyayî hat. Tu dîplomatekî ciwan bûyî. Te hingê ew bûyer bihîst?
Pedro Martinez Avial: Erê, bê guman min bihîst. Min ne tenê bihîst, lê min serdana Kurdistanê jî kir. Min nikarîbû biçim nava Helebçeyê, lê min hin gundên biçûk dîtin ku hatibûn wêrankirin û şêniyên wan ên kurd li bajarên mezin hatibûn komkirin. Rewş pir kambax bû. Ez bi xwe bûm şahidê wê rewşê.
Rûdaw: Ew serdana te sala 1988an bû?
Pedro Martinez Avial: Erê sala 1988an bû. Min çend caran serdana Kurdistanê kir. Dîrokên wan nayên bîra min. Lê teqez ez piştî êrîşa ser Helebce û wêrankirina gundan çûm Kurdistanê.
Rûdaw: Lê welatê we, wê demê tu helwestek li hember êrîşan nîşan neda.
Pedro Martinez Avial: Tê bîra min me wê demê wek balyozên Yekîtiya Ewropayê (YE) li Iraqê raporeke pir xurt nivîsand. Me ew bûyer şermezar kir û me agahî derbarê wan dan hikûmetên welatên xwe. Bê guman helwesteke me ya pir rexnegir li hember van komkujiyan hebû.
Rûdaw: Niha jî ku tu vegeriyayî Iraqê, tu ji min re dibêjî ku piştî sî salî te welatekî bi temamî cuda dîtiye. Tam piştî vegera te jî, hilbijartin hatin kirin. Ez ne şaş bim, du mehan piştî gihiştina te ya Bexdayê bû.
Pedro Martinez Avial: Erê.
Rûdaw: Lê va heşt meh di ser hilbijartinan re derbas bûne û heta niha hikûmetek li vî welatî nîne. Nêrîna te li ser vê xetimîna siyasî çi ye? Bi baweriya te, dê ev rewş xetera derketina tundûtîjiyê bi xwe re neyîne?
Pedro Martinez Avial: Wek te got, du mehan piştî gihiştina min a Iraqê hilbijartin hatin kirin û heta niha hikûmetek nehatiye avakirin. Bi rastî ev ji bo sîstemên demokratîk rewşeke normal e. Tew hinek welatên me yên li Ewropayê jî bi vê rewşê re rûbirû dibin û carna ji bo avakirina hikûmetê dem lazim e. Ji ber vê yekê tiştê li Iraqê diqewime ne tiştekî pir ne asayî ye. Tişta ku divê Iraq rûbirûyê wê bibe, ew e ku çend biryarên cidî hene pêwîst e bide. Di çend mehên borî de çend tişt qewimîn, ku hêj tu biryarek li ser wan nîne. Ji ber vê yekê pir girîng e hikûmeteke nû hebe ku bikare van biryaran bide. Hikûmeteke nû ku bernameyeke wê ya şênber hebe. Cihê kêfxweşiyê ye ku me dît Meclisa Nûneran qanûneke nû derxist bo rê bide hikûmeta niha bikare budceyeke bêtir peyda bike. Ev di rêya rast de pêngaveke baş e. Lê gelek tişt hene ku divê hikûmeta nû wan cîbicî bike.
Rûdaw: Tiştên herî girîng kîjan in?
Pedro Martinez Avial: Yek ji pirsgirêkên herî girîng ên vî welatî pirsgirêka avê ye. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê pêngavên pir cidî hene ku divê bên avêtin. Xaleke din reformên aborî ne. Alîkariya sektora taybet. Tu dizanî ku Iraq xwe bi giranî dispêre sektora giştî. Çavkaniya sereke ya aboriyê jî petrol û gaz e ku ev tişt ji bo aboriya welatekî ne qenc e. Di warê aborî de gelek reform hene ku divê bên kirin. Ji bilî vê, reformên di sektora tenduristiyê de girîng in. Bê guman li Iraqê hê jî ewlehî pirsgirêkeke sereke ye. Şerê li dijî DAIŞê jî bi heman awayî. Gelek nakokiyên destûrî hene ku divê bên çareserkirin, ku di çend meh û hefteyên borî de ew nakokî bi zelalî derketin holê.
Rûdaw: Nakokiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de?
Pedro Martinez Avial: Erê, lê ne ew nakokî tenê. Pêwîst e destûra Iraqê were pêşxistin. Ev destûr sala 2005an hat pejirandin û di destûrê de gelek mijar hene ku ew bi xwe dibêje divê paşê bi rêya derxistina yasayan bên yekalîkirin, wek mînak dosyeya petrol û gazê, lê ne tenê ew, gelek tiştên din ên bi vî rengî hene.
Rûdaw: Ango tu ji min re dibêjî ku çareseriya nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser dosyeya petrol û gazê bi anîna pêş a proje-yasayekê ji bo parlamentoya Iraqê û dengdana li ser e…
Pedro Martinez Avial: Wek balyozekî, ez nikarim zêde biçim nav hûrgiliyên gengeşeyên li ser vê mijarê. Lê diyar e ku aliyekî hiqûqî yê vê mijarê heye, her wiha aliyekî siyasî jî heye. Ez kêfxweş bûm gava min bihîst serokwezîr Mistefa Kazimî got, "Derbarê vê dosyeyê, fersend heye ku em gotûbêjan bikin û bigihin encamekê". Bi dîtina min, ev baştirîn rêya çareserkirina pirsgirêkan e, bê guman di çarçoveya yasa û destûrê de, ji ber ku divê her dewletek rêzê li qanûnên xwe yên destûrî bigire. Bi vî rengî, her mijar dikare were gotûbêjkirin.
Rûdaw: Rast e, lê rolek heye ku aliyên nedewletî pê radibin, temam e, peyameke erênî ya Kazimî heye, peyameke erênî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî heye, parlamento bi awayekî ji awayan kar dike. Lê komên çekdar hene ku li aliyekî fermî ne û li aliyê din ji yasayê derketî ne û bê guman bandora wan li ser saziyên fermî yên dewletê heye. Hikûmeta Iraqê çawa dikare bi van koman re tevbigere?
Pedro Martinez Avial: Ev mijareke navxweyî ya Iraqê ye û dibe ku ez nola balyozekî nikaribim li ser biaxivim. Eşkere ye ku erkê ser milê hikûmeta nû ye gava bê avakirin, statûya van komên çekdar bi aliyên siyasî re yekalî bike. Eşkere ye ku ev pirsgirêkeke vî welatî ye û hebûna van koman sedemeke din e ji bo avakirina hikûmeteke nû, da ku statûya wan rast bike. Ev mijareke pir aloz e.
Rûdaw: Ji ber ku em behsa van grûpên çekdar dikin, ez dixwazim li dor êrişên wan li ser Herêma Kurdistanê ji te bipirsim. Di van rojan de, êrîşeke din li ser Hewlêrê kirin û ne tenê ev, hertim êrîşî Hewlêrê dikin. Helwesta we li ser van êrîşan çi ye?
Pedro Martinez Avial: Bê guman ez wan êrîşan şermezar dikim, wan hemû êrîşan, yên ku cihên sivîl dikin armanc û herwiha yên ku cihên leşkerî dikin armanc. Ev bi temamî li dijî qanûnê ye. Kî be yê ku van êrîşan pêk tîne, ez bi tundî şermezar dikim û nerazîbûnha xwe nîşan didim. Zêde ne zelal e kî li pişt van êrîşan e, gelo komên çekdar in yan kesên sivîl in, ne girîng e, kî li pişt êrişan be, nayên pejirandin.
Rûdaw: Heke em vegerin ser metirsiya DAIŞê, li gor te, ev xetimîna siyasî ji aliyekî ve û rewşa ewlehiyê li navçeyên cihê nakokiyê ji aliyê din ve, derfetê nade DAIŞê ku çalaktir bibe?
Pedro Martinez Avial: Ev tê çaverêkirin. Ewlehiya wan deveran ji ewlehiya deverên din lawaztir e û DAIŞ ji vê rewşê sûdê werdigire. Ya ku ez ji piraniya siyasetmedaran û aliyên cuda dibihîzim ev gotin e û tew di nûçeyan de jî tu dikarî vê rewşê bi zelalî bibînî.
Rûdaw: Demeke dirêj e danûstandin di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hene ji bo çareserkirina rewşa van navçeyan û avakirina hêzeke hevbeş ji bo parastina wan, lê ji sala 2017an û heta niha em hêj negihiştine wê encama ku divê em bigihinê. Rast e hin operasyonên hevpar tên kirin, lê heta niha hêzên hevbeş li deverê bi cih nebûne. Li gor te, ne erkê ser milê hevpeymaniya dijî DAIŞê yan NATO li Iraqê ye û divê bicih bînin ku hêzên hevbeş li van deveran werin bicihkirin?
Pedro Martinez Avial: Ev her du sazî, hevpeymaniya li dijî DAIŞê û NATO li Iraqê di çarçoveya hin yasa û zagonên ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatine diyarkirin, kar dikin. Li ser daxwaza hikûmeta Iraqê, şêwirmendî û perwerdekirina hêzên Iraqî dikin. Bê guman ew dê van erkên xwe bi berdewamî pêk bînin. Ez piştrast im ku ew dê di vê çarçoveyê de alîkariya hêzên Iraqî bikin ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê jî, ji ber ku ew hêzên Iraqî ji bo rûbirûbûna neyar perwerde bikin. Diyar e ku hikûmeta Iraqê hîn jî hewcedara wan e, ji ber ku heta niha ji wan re negotiye ku em êdî we naxwazin.
Rûdaw: Ez zêdetir li ser navbeynkariya derveyî di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji te bipirsim. Binêre, pênc sal demeke pir dûrdirêj e. Ev 5 sal in di navbera Bexda û Hewlêrê de danûstandin hene, lê dema tu diçî ser rastiya rewşê, tu dibînî ku em hêj negihiştine encamekê. Bi baweriya te, êdî dem hatiye ku civaka navdewletî di navbeynkariya Hewlêr û Bexdayê de rola xwe bilîze?
Pedro Martinez Avial: Ez bawer im ev mijareke pir hestyar e. Divê ev pirsgirêkên navxweyî yên Iraqê bi destê Iraqiyan bi xwe bên çareserkirin, ne ji aliyê welatên sêyemîn ve. Navbeynkarî dema ku her du alî daxwazê ji kesekî bikin navbeynkariyê bike tê kirin. Di vê rewşê de, eger Hewlêr û Bexda jî daxwaz bikin, çêdibe aliyekî navdewletî, wek mînak saziyek yan dezgeheke bi wî erkî rabe û heye ku ev bibe sedema pêşvebirina dozê bo qonaxeke din. Lê ez bawer nakim ku destwerdana welatên biyanî di van mijarên girêdayî hundirê Iraqê de, hizireke baş be.
Rûdaw: Çunke me behsa hevpeymaniya li dijî DAIŞê kir, gelo rola Spanya di wê hevpeymaniyê de çi ye?
Pedro Martinez Avial: Spanya ji pêşî ve piştevaniya Iraqê dike, ji destpêka qonaxa veguhastina Iraqê ji dîktatoriyê bo demokrasiyê, ji rûxandina rejîma Sedam heta van salên borî, em li ser hevkariya Iraqê berdewam bûn. Em berdewam in li ser dana hevkariyê bo hêzên çekdar ên Iraqê, bê guman li ser daxwaza hêzên Iraqî û heta dema ku Iraq daxwazê ji me bike em ê berdewam bin. Ev yek bi giranî ketiye ser milê me, lê me her berdewam kir. Bi dirêjiya vê demê, 50 hezar welatiyên Spanî di van hewldanên alîkariya Iraqê de beşdar bûn.
Rûdaw: Pêncî hezar?
Pedro Martinez Avial: Erê, pêncî hezar! Ji ber ku me dem bi dem şûna wan guhertiye.
Rûdaw: Bi dirêjiya demê. Ne ku tu bêjî niha pêncî hezar spanî li vir bin.
Pedro Martinez Avial: Erê, bi dirêjiya demê. Tew beşekî ji wan canê xwe ji dest da, dema hewl didan ewlekariyê li vî welatî berqerar bikin. Em hêj li vir in û em hest dikin ku em ji her tiştê li Iraqê diqewime pir nêzîk in. Em ê li ser piştevaniya bihêz ji bo gel û hikûmeta Iraqê berdewam bin. Bi baweriya min, asteke hemahengiya me ya pir bilind heye. Her cara ku ez wezîrê berevaniyê, berpirsên wezareta derve yan şêwirmendê asayîşa niştimanî dibînim, ji min re dibêjin ku ew ji alîkariyên Spanyayê bo Iraqê di çarçoveya hevpeymaniya dijî DAIŞê û erkê NATOyê de pir razî ne. Em ji ber vê yekê pir kêfxweş in û em ê berdewam bin. Ev yek jî şahidiyê li ser xurtbûna peywendiyên di navbera Iraq û Spanyayê de dide.
Rûdaw: Peywendiyên bihêz di navbera Iraq û Spanyayê de.. baş e çavkaniyên van peywendiyên bihêz çi ne? Bila ez bi vî awayî ji te bipirsim, dema mijar tê ser siyaseta derve ya Spanyayê, pêşgaviyên we çi ne?
Pedro Martinez Avial: Ez dikarim ji te re bibêjim ku sê hêlên sereke yên siyaseta derve ya Spanyayê hene. Ya yekem têkiliyên me bi YE re ne, lê ev yek êdî bûye beşek ji siyaseta me ya navxweyî. Piştî Ewropayê, ev her du warên sereke yên siyaseta me ya derve hene, yek ji wan têkiliyên me bi Amerîkaya Latînî re ne, ji ber sedemên ku ji her kesî re eşkere ne û ya din jî bê guman têkiliyên me bi welatên erebî re ne. Ez dikarim ji te re bibêjim ku têkiliyên me bi welatên erebî re di salên borî de ji yên welatên Amerîkaya Latînî zêdetir pêş ketine. Bi Amerîkaya Latînî re pirên me yên têkiliyê yên xurt hene, lê bi welatên Ereb re jî hertim têkiliyên me yên pir baş hebûn. Di van çend salên borî de jî, berhemên vê têkiliya dîrokî zêdetir bûne. Ev têkilî li ser asta siyasî, aborî, akademîk û çandî berdewam in. Ev ji bo me pir girîng e. Bê guman ji van her sê hêlan wêdetir, têkiliyên me yên dualî li gel welatên din jî, wek Amerîka weke hevparekê pêşde diçin, lê welatên Erebî ji bo me xwedî statûyeke pir taybet in. Sedema hebûna vê pêgeha girîng jî ew e ku Ereb ji bo dema heşt sedsalan li Spanyayê bûn. Di wê demê de, Ereban bi her awayî bandora xwe li ser civaka me hiştine. Mîrateyeke pir bedew ji me re hiştine. Avahiyên herî xweşik ên ereban li tevahiya cîhanê li welatê me ne. Tew bandora xwe li ser zimanê spanî jî hiştine. Gelek peyvên me yên spanî yên bi eslê xwe Erebî hene. Em jî dibêjin (qemîs, pantelon, almada) û gelek peyvên din ku em wan di axaftina rojane de bikar tînin. Tew bandora xwe li ser awayê jiyana me, li ser çawaniya tevgera me, li ser têkiliyên me yên civakî û malbatî jî hiştine. Ez dixwazim bibêjim ku ev mîraseke mezin e û di hemû qadên jiyana rojane de tê pelandin. Li Spanyayê hesteke mezin a dostaniya ligel Ereban heye. Xelkê me ji welatên Erebî hez dikin û dixwazin serdana welatên Ereban bikin.
Rûdaw: Bi taybetî jî ji bo welatên Bakurê Afrîqayê, lê gava têne ser welatên Rojhilata Navîn, çi ji mijarê tê? Wek mînak, ji min re bêje cih û statûya Iraqê di siyaseta derve ya Spanyayê de çi ye?
Pedro Martinez Avial: Ji bo peywendiyên di navbera Iraq û Spanyayê de gelek tişt hene ku divê bên kirin, jixwe tişta ku ez hewl didim bikim ev e. Li gor min, berî sî salan, dema ez cara yekem li vir bûm, hebûna Spanyayê li Iraqê ji niha zêdetir bû. Mixabin, salên şer li Iraqê û qeyrana darayî ya salên borî ku em li Spanyayê tê de derbas bûn, bûne sedemên kêmbûna hebûna Spanya li Iraqê. Têkiliyên me yên aborî bi welatên din re zêdetir ber bi pêş ve çûn, ji ber ku her tişt di çarçoveya xwe ya asayî de diçû. Lê ji bo Iraqê divê em wan niha bi pêş bixin. Em li ser vê yekê pir rijd in. Dema ku di salên…
Rûdaw: Heştêyan (1980) de…
Pedro Martinez Avial: Di dawiya salên 1980î de dema ku ez li vir bûm, şirketên spanî li Iraqê zêdetir bûn. Wê demê navendeke me ya çandî ya pir çalaktir hebû. Wê demê balyozxaneyeke me ya pir mezin hebû, ku îro ne wisa ye. Tişt pir cuda bûn û niha ez hewl didim, hewl didim…
Rûdaw: Tu hewl didî ji nû ve ava bikî…
Pedro Martinez Avial: Divê em ji nû ve ava bikin. Hikûmeta welatê min li ser vê rijd e û dubare avakirina tiştê ku di salên 1980yî de hebûn û tew zêdekirina peywendiyan daxwaza sereke ya Wezareta Derve ya Spanyayê ye, ji ber ku niha siyaseta me ya derve ji ya wê demê pir çalaktir e. Ev niyeta dilê min û ya Wezareta Derve ya Spanyayê ye jî. Ji bo vê yekê ez şandim Iraqê. Ez dikarim ji te re bibêjim ku ez bi hemû hêza xwe li ser vê yekê dixebitim.
Rûdaw: Lê heta niha konsulxaneya we li Hewlêrê nîne, dema ku em behsa aliyê kurdî yê Iraqê dikin…
Pedro Martinez Avial: Rast e... Rast e... Ev pir rast e... Ez pir dixwazim konsulxaneyek me li Hewlêrê hebe. Ev pir hevkariya min jî dike. Pirsgirêka me ya derbarê vekirina konsulxaneyê li Hewlêrê, girêdayî wê qeyrana dijwar e ku sala 2009an li Spanyayê derket holê. Ji wê demê ve û heta niha, kurtanîna me ya darayî ya zêde hebû, digel gelek deynên ku ketine ser milê me. Di encamê de hikûmeta Spanyayê neçar ma kemerê biguvêşe û di encamê de piraniya konsulxaneyên me li bajarên curbicur ên cîhanê hatin girtin. Wek mînak, piraniya yên ku li welatên Ewropayê vekirî bûn hatin girtin. Ji ber vê yekê biryara vekirina konsulxaneyeke nû pir zehmet e. Dema ku min li Meksîkayê jî kar dikir, heman pirsgirêka me hebû. Tu dizanî Meksîk welatekî pir mezin e. Du milyon kîlometre çargoşe ye û li deverên cihê yên Meksîkayê civakên spanî yên mezin hene. Wê demê tenê konsulxaneyeke me hebû. Min pir hewl da ku em konsulxaneyeke din vekin, lê em bi ser neketin. Niha jî, sedema nebûna konsulxaneya me li Hewlêrê tenê kêmbûna çavkaniyên me yên darayî ye.
Rûdaw: Ez fêm dikim... Gelo tevgera we ligel Herêma Kurdistanê di çarçoveya siyaseta we ya derve ya ber bi welatên erebî ve ye? Ji ber ku Kurdistan, bi tevahî cîhaneke din e. Ez piştrast im te serdana Kurdistanê kiriye û te bi xwe ev yek dîtiye. Ez dixwazim bipirsim, hûn çawa bi Herêma Kurdistanê re tevdigerin?
Pedro Martinez Avial: Li gorî destûra Iraqê, Herêma Kurdistanê beşek ji Iraqê ye. Rast e Herêma Kurdistanê xwedî ziman, dîrok û kevneşopiyên xwe yên taybet e. Em vê yekê dizanin, lê dîsa jî beşek ji Iraqê ye. Em pabendî destûra Iraqê ne. Lê belê pêwendiyeke me ya pir baş li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye. Em girîngiyeke taybet didin Kurdistanê. Ez bi xwe gelek caran çûme Kurdistanê. Ez mehê carekê, herî zêde her du mehan carekê serdana Kurdistanê dikim. Ji ber ku ez dizanim pêwîstiya Kurdistanê bi girîngîdaneke taybet heye. Şirketên me herî zêde li Herêma Kurdistanê hilberîn kirine, dema mirov li gel deverên din ên Iraqê dide ber hev, ji ber ku em dizanin Kurdistan cihekî gelek guncav e ji bo hilberînê û gelek derfet lê hene. Her dema ku şandên fermî yên Spanyayê tên Bexdayê jî, serdanên xwe bi hatina Hewlêrê bi dawî dikin. Hertim serdana Hewlêrê dikin. Em giringî û taybetiya Herêma Kurdistanê dizanin. Ev yek di destûra Iraqê de jî hatiye pejirandin.
Rûdaw: Te behsa peywendiyên aborî û kompaniyên spanî yên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin kir. Gelo ew tekane kompanyaya we ku li Herêma Kurdistanê di warê neft û gazê de kar dike, dê çalakiyên xwe berdewam bike?
Pedro Martinez Avial: Ji bo qonaxa niha, erê. Kompaniya Repsolê tekane kompaniya neft û gazê ya Îspanî ye ku li Herêma Kurdistanê kar dike. Wekî din jî, şirketên me yên piçûk ên din hene ku di sektora xizmetguzariyên petrolê de dixebitin.
Rûdaw: Ew şirketên belênderiyê ne, girêbestkar in, pirsa min li ser operatoran e.
Pedro Martinez Avial: Wek operator, kompaniya Repsolê li wir e.
Rûdaw: Ew jî wê karê xwe berdewam bike.
Pedro Martinez Avial: Erê, qasî ez jê serwext im, ew ê berdewam bike. Ew ji karê xwe kêfxweş in.
Rûdaw: Weke mijara dawî ya axaftinê, eger em behsa peywendiyên çandî bikin, ez par çûm konsertekê ku flamîngoya spanî û dîlana kurdî tê de hatibûn tevlihevkirin. Tevlihevkirineke pir qeşeng bû. Ji min re bêje çi bername û planên we hene ji bo avakirina têkiliyên zêdetir li ser asta çandî û perwerdeyî?
Pedro Martinez Avial: Wek min ji te re got, em girîngiyeke mezin didin Kurdistanê. Her cara ku yek ji komên çandî tê, em wan dişînin Kurdistanê, em wan dişînin Hewlêrê. Tu dizanî, flamingo bi kevneşopiya Ereban li Spanyayê re, her wiha bi çanda Kurdistanê re jî pir têkel e. Her dema ku çalakiyeke me ya wisa li Kurdistanê hebûbe, gelekî serkeftî bûye. Em ê li ser vê berdewam bin. Ez piştrast im gelê Kurdistanê dê ji stran û muzîka spanî û semaya flamîngoyê xweşiyeke mezin bibîne. Gelê Kurdistanê mîna gelê me li Spanyayê tijî jiyan e û dizane çawa xweşiyê werbigire. Muzîk jî girêdaneke balkêş e û dikare civakên Kurd û Spanî nêzî hev bike.
Rûdaw: Tu bernameyên we yên pevguhertina zanistî û rahênanê xwendekarên Îraqî û Spanî hene da ku bên û herin?
Pedro Martinez Avial: Bernameyeke me ya avakirina şiyanê ji bo biyaniyan bi gelemperî heye.
Rûdaw: Kesek ji Iraqê beşdar bûye?
Pedro Martinez Avial: Ez hewl didim ku kursiyên ku ji bo xwendekarên Iraqî hatine veqetandin zêde bikim; Hem ji bo Iraqa Erebî û hem jî ji bo Kurdistanê, da bikarin biçin Spanyayê. Li gor min, bernameyên pevguhertina xwendekaran rêya herî baş a komkirina welatan e. Li Ewropayê ezmûneke me ya pir baş heye; Bernameya Erasmusê, ku bi rêya wê bernameyê xwendekarên Spanî dikarin biçin li zanîngehên Ewropayê, li Parîsê, li Swêdê û li welatên din ên Ewropî bixwînin. Ev rêyeke pir baş e ku em ciwanên xwe bigihînin hev. Ji ber vê yekê ya herî baş ew e ku em ciwanên vî welatî bibin Spanyayê û berevajî jî. Ez pir dixwazim bibînim ku xwendekarên spanî li Silêmanî yan Hewlêrê yan jî li Bexdayê dixwînin. Ji ber ku, bi rastî ev rêya herî qenc e ku em civakên xwe nêzî hev bikin û têkiliyên çêtir ava bikin.
Rûdaw: Pedro, zor spas ku tu li gel me bûyî. Bi niyeta ku em careke din bicivin, vê carê li Kurdistanê.
Pedro Martinez Avial: Gelek spas, Bêstûn. Hêvîdar im di demeke herî nêzîk de te li Kurdistanê bibînim.
Rûdaw: Spas.


