Endamê Foruma Siyasî ya Şehbayê Cuma Kalo ragihand ku ji bo vegera koçberên herêma Şehbayê yên li Cizîr û Kobaniyê, danûstandinên wan bi hikûmeta Sûriyeyê re didomin.
Cuma Kalo da zanîn ku piştî guhertinên dawî yên li Sûriyeyê Bêhtirî 100 hezar malbatên ji şehbayê vegeriya malên xwe.
Lê hîn jî nêzîkî hezar û 500 malbat li herêma Cizîrê (bi taybetî di dibistanên Qamişloyê de) û derdora 50 malbat jî li herêma Kobaniyê mane ku nekarîne vegerin.
Cuma Kalo bal kişand ser sedemên ku rê li ber vegera van malbatan digirin û got:
"Gelek malên sivîlan di şer de hatine rûxandin û bingehên jiyanê yên wekî av, elektrîk û xizmetguzarî li gundan kêm in.
Lê ya herî girîng tirsa girtinê ye. Gelek kes bi tohmetên siyasî tên girtin yan jî fîdye ji wan tê xwestin."
Bi gotina Kalo, şandeyeke koçberan bi Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê re civiyaye.
Di civînê de daxwaz hatiye kirin ku lêborîna ewlehiyê ji bo koçberan were dayîn da ku dema vegeriyan neyên girtin.
Kalo li ser civînê wiha:
"Parêzgar soz da ku ew dê hêsankariyan bikin. Malên ku ji aliyê koçberên parêzgehên wekî Şam, Hama û Dêrezorê ve hatine dagirkirin, dê vala bikin da ku xwediyên wan ên resen vegerinê."
Heta niha nêzîkî 300 malbatên Şehbayê bi karwanên koçberên Efrînê re vegeriyane herêma xwe.
Kalo eşkere kir ku karwaneke nû ya ku 10 malbatên Şehbayê jî tê de ne amade ye lê ji ber sedemên teknîkî û îdarî dema derbasbûna wê hinekî hatiye bipaşxistin.
Herêma Şehbayê ji nêzîkî 210 gundên Kurdan û derdora 50 gundên têkel ên Kurd, Ereb û Tirkmenan pêk tê.
Piştî rûxandina desthilata Beasê, xelkê wê hewl dide jiyana xwe ya asayî li ser axa xwe ji nû ve ava bike.
Endamê Foruma Siyasî ya Şehbayê Cuma Kalo bû mêhvanê Rûdawê û m pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Rûdaw: Hejmara malbat û kesên ku ji herêma Şehbayê koçber bûne û niha li herêma Cizîrê û Kobaniyê ne çend e?
Cuma Kalo: Wekî ku em dizanin, koçberiya Şehbayê sala 2018an dest pê kir. Piraniya koçberên me yên Şehbayê berê xwe da herêma Efrînê. Beşek ji wan berê xwe da Kobaniyê û beşek jî berê xwe da herêma Cizîrê wekî Hisîça, Qamişlo û Dêrikê. Beşekî pir jî berê xwe da Başûrê Kurdistanê yan jî Ewropayê. Piştî rûxandina desthilata Beasê û rejîma Esed, piraniya koçberan vegeriyan gund û malên xwe, ango herêma xwe.
Niha li herêma Cizîrê di vî alî de nêzîkî hezar û 500 malbat mane. Ew jî ji ber sedemên aborî nekarîne derbasî malên xwe bibin. Her wiha di bin rewşa şer de piraniya malên wan hatine rûxandin û xirabkirin. Derfetên jiyanê li gundên wan tune ne. Ji ber vê yekê nekarîne vegerin malên xwe. Li ser vî esasî me bi Alîkarê Parêzgarê Helebê re civînek çêkir.
Rûdaw: Hezar û 500 malbatên herêma Şehbayê niha li herêma Cizîrê dimînin. Çend malbat li Kobaniyê dimînin?
Cuma Kalo: Belê, li Kobaniyê jî hejmarek heye. Ne hejmareke kêm e, derdora 50 malbatî li wî alî mane lê piraniya xelkê li herêma Cizîrê ye, ango li Hisîça, Qamişlo û Dêrikê ne.
Rûdaw: Ango derdora hezar û 550 malbatên Şehbayê mane ku vegerin cih û warên xwe?
Cuma Kalo: Belê, hejmar nêzîkî vê ye.
Rûdaw: Em bên ser civîna we ya bi Alîkarê Parêzgarê Helebê re. Hûn di civînê de gihîştin encamekê? Encamên şênber çi bûn?
Cuma Kalo: Bi rastî di civînê de gelek mijar hatin nîqaşkirin. Di destpêkê de mijara aborî bû. Ji ber vê yekê Alîkarê Parêzgarê Helebê ji me re got, heta ku ji destê wan bê ew dê di vê mijarê de alîkar bin. Lê wekî ku em dizanin, rewşa aborî ya Sûriyeyê bi giştî gelekî zehmet e. Me li ser vê mijarê gelek nîqaş kirin. Bi taybetî li aliyê bakurê Helebê, wekî ku em dizanin ew der zêdetir di bin destê faksiyonan de ye, hemû ne di bin kontrola hikûmetê de ye. Di vî alî de gelek pirsgirêk derdikevin.
Me nîqaş kir ku em dikarin çawa di warê aborî de civaka xwe biparêzin, daku li wî alî zilm li wan neyê kirin û kes ji wan neyê revandin. Ji ber ku wekî em dizanin, gelek mirovên me bi tohmeta PYD, HSD an jî karkirina bi Rêveberiya Xweser re tên girtin. Li ser vî esasî tên girtin. Bi rastî di vî alî de nîqaşeke mezin hat kirin.
Rûdaw: Alîkarê Parêzgar sozek da we ku dê van hemû têbînî û daxwazên we li ber çavan bigirin û bi cih bînin?
Cuma Kalo: Belê, wan ev tişt hemû li ber çavan girtin û qebûl kirin. Lê em nikarin bibêjin ku me di nav nîqaşê de sozeke ji sedî sed di vî alî de bi dest xistiye. Me soza civîneke din girt. Em dê ji bo vê mijarê di civîneke din de jî rûnin. Di warê aborî û xizmetguzariyê de jî nîqaş tên kirin.
Ji ber ku gelek gundên me yên Şehbayê û malên sivîlan pir hatine rûxandin. Di warê paqijkirin, av, elektrîk û hemû warên xizmetguzariyê de hewcedarî bi alîkariyê heye. Ev alîkarî ji bo ku xelk vegere wî herêmî, gelekî pêwîst in.
Rûdaw: Gelo lihevkirinek li ser destnîşankirina demeke diyar ji bo vegera koçberên Şehbayê pêk nehatiye?
Cuma Kalo: Wekî ku dibêjin, me li ser babetên giştî gelek lihevkirin pêk anîn lê hîn hewce ye hûrgilî bên nîqaşkirin. Yek ji wan dem û dema vegerê ye. Ev yek hîn hewceyî nîqaşekê ye ji bo amadekariyan.
Rûdaw: Gava yekem a Parêzgariya Helebê ji bo amadekirina şert û mercên vegerê çi ye? Soza çi daye we?
Cuma Kalo: Niha soza ku daye me ew e ku em wekî lîsteyekê ji wan re bişînin. Em dê navê malbatên Şehbayê û ew kesên ku ji gundên din hatine û di malên wan de rûniştine, lîste bikin. Wekî ku hûn dizanin, koçberiya Sûriyeyê di hemû deman de çêbûye. Hinek ji Şamê, Hemayê û Dêrezorê ne. Ev hemû li herêmê hene û di malên malbatên me yên Şehbayê de rûniştine.
Em dê lîsteyekê ji wan re bişînin, da ku ew malên ku kes tê de ne ji bo malbatên me vala bikin. Her wiha em dê lîsteyeke din a ku navê hemû koçberên me tê de ye, ji wan re amade bikin. Ev yek ji bo amadekariyên vegera li malên xwe ye.
Rûdaw: Ev koçberên ku heta niha venegeriyane û li Cizîrê û Kobaniyê dimînin, zêdetir ji kîjan gund û navçeyên Şehbayê ne?
Cuma Kalo: Ji hemû gundan hene lê hejmareke pir ji Kefer Sexîr, Til Eran, Til Hasil, Zîqan, Şêx Îsa, Til Şeîr û Til Ehrez in. Gundên me yên Şehbayê pir in. Zêdetirî 210 gund hene ku hemû Kurd in û gelek bajar û gundên din hene ku Kurd û Ereb bi hev re dijîn. Ji ber vê yekê ji hemû gundan koçber hene.
Rûdaw: Li herêma Şehbayê 210 gund hene ku bi temamî şêniyên wê Kurd in?
Cuma Kalo: Nêzîkî 210 gund bi temamî Kurd in. Her wiha li dora 40-50 gundên din jî hene ku Kurd, Ereb û Tirkmen bi hev re dijîn.
Rûdaw: Te di destpêka axaftina xwe de got ku hinek malbat vegeriyane, bi taybetî piştî rûxandina rejîma Esed. Amarên we hene ku çend malbat vegeriyane?
Cuma Kalo: Gelek malbat vegeryane. Zêdetirî 100 hezar malbat vegeriyane malên xwe, belkî jî ji vê hejmarê bêtir be. Berê ji ber desthilata Beasê nekarîbûn herin malên xwe lê piştî rûxandina desthilatê, ew li malên xwe bi cih bûne.
Rûdaw: Rewşa wanên ku vegeriyane çawa ye? Rewşa wan a li Şehbayê baş e?
Cuma Kalo: Di destpêkê de di warê aborî de hinek zehmetî dikişandin. Gelek ji wan hatin girtin, ji hinekên wan fîdye hat xwestin, yanî wan pere dan da ku derkevin. Hejmarek ji wan hîn di jiyanê de ne diyar in, yên vegeriyane hîn jî girtî ne. Lê ji bilî van, demek e rewşa wan baş e. Niha kesek nêzîkî wan nabe.
Rûdaw: Ev hezar û 500 malbatên Şehbayê yên ku li navçeya Cizîrê dimînin, li ku derê dimînin? Di dibistanan de ne? Li kîjan bajaran in?
Cuma Kalo: Piraniya koçberên me niha li Qamişloyê ne û hejmareke mezin di dibistanan de ne. Belkî hinek ji wan di malan de jî bi cih bûbin. Wekî ku me got, hejmareke kêm li Kobaniyê heye ku derdora 50 malbatan e. Li Hisîçayê nêzîkî 100-150 malbat hene û li Dêrikê jî derdora 100 malbatî ne. Lê hejmara herî zêde li Qamişloyê ye û niha di dibistanan de dimînin.
Rûdaw: Di wan karwanên koçberên Efrînê de ku ji Cizîrê vegeriyan cih û warên xwe, gelo koçberên Şehbayê jî di nav wan de hebûn?
Cuma Kalo: Erê, nêzîkî 300 malbatên Şehbayê bi qefleyên koçberên Efrînê re vegeriyan.
Rûdaw: Di vê karwana bê de gelo malbatên Şehbayê hene ku ew jî vegerin?
Cuma Kalo: Hejmar ne diyar e lê malbat hene. Hejmareke kêm e, li gorî daneyên ku di destê min de ne nêzîkî 10 malbatan e. Di vê karwana ku niha tê amadekirin de, nêzîkî 10 malbatên Şehbayê jî hene.
Rûdaw: Ji wan re gotine ka dê kîjan rojê derbas bibin?
Cuma Kalo: Hîn ne diyar e. Diviyabû ev karwan roja yekşemê derbas bibûya lê ji ber sedemên aborî hat bpaşxistin. Hîn ne diyar e dê kîjan roj yan kîjan dîrokê bi rê bikevin.


