Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal bal kişand ser qanûneke nû ya ku tê payîn li Parlamentoya Tirkiyeyê were amadekirin û got ku eger ev qanûn berî bêhnvedana havînê ya meclisê derkeve, dê qonaxeke nû dest pê bike.
Kartal ev qonax wekî "aştiya pozîtîf" bi nav kir û diyar kir ku ev qanûn dê rê li ber azadiya girtiyan û vegera gerîla û sirgûniyan veke.
Remzî Kartal li ser pêvajoyê û rewşa Kurdan got, “Gelê me gihiştiye qonaxeke nû, guhertina gelê Kurd dê di nav gelên herêmê de jî guhertinê çêke."
Kartal li ser mijarên mafên kurdan wiha anî ziman, “Federalîzm û mijarên din, di destpêkê de di vê pêvajoyê de cih nagirin. Çimkî ji bo wan pêwîstî bi guhertina Qanûna Bingehîn heye. Ew di qonaxên din de çêdibin."
Remzê Kartal her wiha got, “Niha êdî mesele ji parçeyekî Kurdistanê derketiye. Berê di dema destwerdana Îraqê de, meseleyeke parçeyî bû. Niha êdî ev pêvajo gihiştiye wê astê ku Pirsgirêka Kurdan di her çar parçeyan de bi hev ve girêdayî ye. Di parçeyekî de çareserî çênabe. Hemû bi hev re pêwîst e girêdayî bin."
Remzî Kartal da zanîn ku name û peyamên dawî yên Abdullah Ocalan bi rêya heyetên cuda digihîjin destê rêxistinê.
Di dirêjahiya axaftina xwe de, siyasetmedarê Kurd destnîşan kir ku di qonaxa yekem a pêvajoyê de daxwazên wekî federalîzmê di rojevê de nînin, lê armanca sereke misogerkirina xebatên siyasî û demokratîk e.
Kartal anî zimên ku eger şer ji holê rabe û qanûna nû ya aştiyê were pejirandin, dê hewcedarî bi hebûna Kongreya Gel jî nemîne. Li gorî gotinên wî, piştî vê qonaxê Kurd dê li her parçeyekî siyaseta xwe ya herêmî û navxweyî bimeşînin.
Remzî Kartal her wiha bangî welatên Ewropayê û partiyên siyasî yên Kurdan jî kir. Wî diyar kir ku welatên Ewropayê li gorî berjewendiyên xwe yên bi dewleta Tirkiyeyê re tevdigerin û hêza bingehîn a çareseriyê, yekîtî û vîna gelê Kurd e.
Kartal ji bo yekîtiya neteweyî ya demokratîk bangî hemû partî û aliyên Kurdî kir ku piştgiriyê bidin pêvajoyê û ji bo hevdû nebin kelem.
Hevserokê Kongreya Gel û Parlamenterê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê Remzî Kartal, di hevpeyvîneke taybet a li gel Tora Medyayî ya Rûdawê de qala bipêşketinên dawî yên pêvajoya aştiyê û diyalogê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir.
Rûdaw: Temaşevanên hêja, silav li we bin. Pêvajoya aştiyê ya ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi rê ve diçe, di çi qonaxê de ye? Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê yên ku li Ewropayê ne, çi karî ji bo vê pêvajoyê dikin? Peyamên birêz Abdullah Ocalan ên ji bo saziyan û her wiha siyasetmedarên Kurd ên li welatên dinyayê belav bûne, di vê demê de çi ne? Em gotûbêjeke rasterast û vekirî, li gel siyasetmedarê diyar ê Bakurê Kurdistanê Hevserokê Kongreya Gel birêz Remzî Kartal dikin ku sala 1991ê jî endamê Parlamentoya Tirkiyeyê bûye. Kek Remzî, ez gelekî spasiya we dikim ku hûn bûne mêhvanê me.
Remzî Kartal: Gelekî spas dikim. Bê guman, ango bi hevdû ve girêdayî ye. Hebûna me ya li derveyî welêt, hatina me ya derveyî welêt ji ber Pirsgirêka Kurdan e, ji ber siyaseta dewletê ye.
Eger ev pêvajo bi çareserî, bi gavên hiqûqî were avêtin, bê guman hem dê zindan vala bibin, hem ewên wekî me ku bi neçarî derketine derveyî welêt, di heman demê de vegera gerîla jî, dê li ser vî esasî be.
Rûdaw: Hûn bi kîjan rêyan haydar dibin ka pêvajoya aştiyê di kîjan qonaxê de ye, pêwendiyên we yên rasterast bi Îmraliyê re hene?
Remzî Kartal: Bê guman, heyetên ku diçin cem serok, hevdîtinan çêdikin, çûn û hatinên heyetên DEM Partiyê û heyetên cuda jî li gel Rêber Apo hene.
Ji ber vê yekê, ew nameyên hevdîtinên li Îmraliyê yên li gel Rêber Apo û nameyên Rêber Apo yên li gel rêxistinê tên parvekirin. Eger bi vî rengî nebe, dê pêvajo çawa bi pêş bikeve?
Rûdaw: Peyama dawî ji we re ji aliyê birêz Ocalan ve kengî hat?
Remzî Kartal: Peyama dawî, her tim dema ku hevdîtinên Rêber Apo çêdibin peyama wî ji rêxistinê re tê. Ya 24ê Gulanê çêbûye û di her hevdîtinê de peyamên wî ji bo rêxistinê çêdibin. Çimkî eger pêwendiya Rêber Apo ya bi rêxistina wî re çênebe, dê pêvajo çawa bimeşe?
Yanî em pêvajoyê bi armanca ku diyalog bi pêş bikeve û mesele li ser bingeha aştiyê were çareserkirin dimeşînin. Li ser wî esasî jî pêwîst e demokrasî bi pêş bikeve û heq û hiqûqê Kurdan bi qanûnê were parastin.
Ji bo wê yekê jî xebat heye. Ev xebat di navbera Rêber Apo û heyetên dewletê de, di navbera Rêber Apo û heyetên partiya siyasî, DEM Partiyê, heyetên cuda û li gel tevgerê heye. Bê guman eger mekanîzmayeke bi vî rengî çênebe, pêvajoyek çalak nabe.
Rûdaw: Piştî ku karên Komîsyona Parlamentoyê bi dawî hatin, hûn çi ji dewletê çaverê dikin?
Remzî Kartal: Ji bo ku li çeperan nemînin û di qada siyasî û civakî de tevlî bibin, pêwîst e qanûn derkeve. Niha parlamenteran ji bo wê qanûnê di Komîsyona Parlamentoyê de amadekariyên xwe kirin û raporek pêşkêş kir.
Niha li ser wê xebat tê meşandin. Pêwîst e berî bêhnvedana havînê ku 15ê Tîrmehê dest pê dike, ew qanûn ji meclisê derkeve.
Rûdaw: Gelo, îhtîmal heye ku di payîzê de reşnivîsek ji bo vê qanûnê hebe?
Remzî Kartal: Li cem dewlet û komîsyona parlamentoyê teqez tiştekî bi vî rengî heye, lê hêj pêşkêşî lijneya giştî nebûye, xilas nebûye û dan û standin didomin. Yanî xebat heye, hîn xalên ku li ser tê sekinandin hene.
Mînak, pêşniyarên Rêber Apo hene û di komîsyona edaletê de û di navbera partiyên siyasî de xebatek heye. Em hêvî dikin ku berî bêhnvedana havînê ew qanûn êdî pêşkêşî lijneya giştî bibe.
Rûdaw: Di nav pêşniyarên birêz Ocalan de çi mijarên girêdayî mafên Kurdan ên sereke hene ku Kurd pê dilxweş bibin?
Remzî Kartal: Niha ev pêvajoyeke destpêkê ye. Wekî mînak, federalîzm û mijarên din, di destpêkê de di vê pêvajoyê de cih nagirin. Çimkî ji bo wan pêwîstî bi guhertina Qanûna Bingehîn heye. Ew di qonaxên din de çêdibin.
Di destpêkê de, pêwîst e bingeha qanûnî ya xebatên siyasî û demokratîk û ew qanûnên heyî yên ku îro di vî warî de pirsgirêk in bên guhertin. Pêwîst e zindan vala bibin. Êdî her tişt di demeke nû de dest pê dike.
Li gorî wê, kesên ku hatine cezakirin, kesên ku li derveyî welêt in, dîsa endamên PKKyê, madem ku PKK nemaye, şer nemaye, divê qanûn wan pênase bike. Li ser vî esasî, hatina gerîla û vegera welêt jî dikare pêk were.
Rûdaw: Birêz Ocalan gelek caran li ser vê pêvajoyê pir disekine. Dibêje, "Divê ev pirs bi ser bikeve." Dema ku qala Rojavayê Kurdistanê tê kirin an jî dema ku qala rojeva li Rojhilata Navîn tê kirin, dibêje, "Ev hemû li aliyekî, lê pêvajo li aliyekî din e, divê bi ser bikeve." Hûn li Ewropayê ji bo ku pêvajo bi ser bikeve çi karên berbiçav dikin?
Remzî Kartal: Niha di afirandina Pirsgirêka Kurdan de rola sereke ya welatên navneteweyî bû. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de, yên ku Kurdistan parçe kirin, Împaratoriya Osmanî parçe kirin, 22 welatên Ereb û welatê Tirkiyeyê çêkirin, li ser cografyaya Kurdistanê jî bazar kirin.
Beriya wê, bi Qesra Şîrînê Kurdistan bûbû du parçe, piştî Lozanê jî bû çar parçe. Li ser vî esasî jî hebûna Kurdan hat înkarkirin. Yanî li ser vî esasî Tirk qebûl kirin. Bazariya bi Tirkan re li ser hebûna Kurdan û înkarkirina wan bû, da ku dewleteke Tirkan a neteweyî çêbibe.
Ew siyaseta di Peymana Lozanê de çi bû, heta niha jî welatên Ewropayê bi giştî piştgirî da wê peymanê. Yanî li hemberî siyaseta dewleta Tirk a dijî Kurdan çavên xwe girtin. Li hemberî vê siyasetê serhildanên Kurdan çêbûn. Ango ji destpêkê heta sala 1925an, serhildana Şêx Seîd jî di nav de, ev hemû ji aliyê dewletên Ewropayê ve nehatin dîtin.
Em li Ewropayê niha çi dikin? Ewropayê Pirsgirêka Kurdan terorîze kir û ew wekî pirsgirêka neteweyekê, gelekî hilneda dest da ku bê çareserkirin. Di vê çarçoveyê de, niha xebatên me ew in ku pêvajoyeke hatiye destpêkirin, pêwîst e Ewropa jî piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Pêvajoya çareseriyê, aştiyê û demokrasiyê ye.
Li ser wî esasî pêvajoya ku Rêber Apo dimeşîne, ew siyaseta terorîzekirinê ya li ser PKKyê êdî nemaye. Pêwîst e ev siyaset bê guhertin û pêwîst e piştgiriya pêvajoya Rêber Apo bê kirin.
Rûdaw: Ewropayê piştgirî da peyama pêşîn a birêz Ocalan, lê piştre hûn li gel parlamenter û siyasetmedarên welatên Ewropayê rûniştin ku piştgiriyê bikin? Hinek caran dihat qalkirin ku dibe şandeyeke siyasetmedarên Ewropayê biçe Îmraliyê.
Remzî Kartal: Li gel welatên Ewropayê heye, yanî kesên ku piştgiriya vê pêvajoyê dikin û dixwazin biçin Îmraliyê û Rêber Apo bibînin hene. Lê ev xebatên di nav rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û parlamenteran de ne. Li aliyekî siyaseta dewlet û hikûmetan heye. Li aliyekî din, hikûmet berjewendiyên xwe yên li gel dewleta Tirk esas digirin û li gorî wê tevdigerin.
Lê li hemberî vê yekê jî, kar û xebatên gelê Kurd û dostên gelê Kurd, avakirina raya giştî, hem di qada medyayê de û hem jî di qada dîplomasiyê de, li her çar aliyên dinyayê û bi piranî jî li Ewropayê tên meşandin.
Lê divê em bizanibin ku di çareseriya Pirsgirêka Kurdan de, hêza stratejîk û bingehîn hêza gelê Kurd bi xwe ye. Ev cîhan mixabin li ser berjewendiyên aborî û siyasî tê meşandin. Ev welat jî berjewendiyên xwe yên li gel dewletên serdestên Kurdan esas digirin.
Lê dema ku gelê Kurd, wekî meha yekê ya îsal xwedî li Rojava derket, çawa rabû ser pêyan, li welêt û derveyî welêt ev hêza gelê Kurd xwe da qebûlkirin. Yanî ez dixwazim bibêjim ku pêwîst e gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hem di nav xwe de yekîtiya xwe çêbike û hem jî bi hêza xwe bawer be.
Divê nebêje filan kes an filan dewlet dê were. Ew dewlet hemû li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Lê eger em hêza xwe mezin bikin û em ji xwe bawer bin, em dikarin bi hêza xwe, xwe bi wan bidin qebûlkirin û çareseriyê jî pêk bînin.
Rûdaw: Piştî destpêkirina vê pêvajoyê, hûn li gel ti nûnerên Tirkiyeyê rûniştine, hevdîtinên wiha çêbûne?
Remzî Kartal: Wekî tê zanîn di dema pêvajoya Osloyê de, heyetên dewleta Tirk û heyetên tevgera me, bi çavdêriya hinek welatên Ewropayê, li Osloyê dan û standin kirin. Li hinek welat û cihên cuda jî dan û standin kirin. Ev pêvajoyek bû.
Niha di vê pêvajoyê de ku bi banga Rêber Apo ya 21ê Adarê dest pê kiriye, ev yekser di navbera tevger û dewletê de ye. Hêzeke sêyemîn di vê pêvajoyê de nîne, çimkî hêzên sêyemîn ên mezin li ser bingeha berjewendiyên xwe tevdigerin.
Ji ber vê yekê jî, hêzên sêyemîn ên mezin ne alîgirên aştiyeke li Bakurê Kurdistanê ne. Çimkî pirsgirêka heyî ji bo wan zemînê çêdike ku xwe ferz bikin û Tirkiyeyê hewcedarî xwe bikin. Lê dema ku çareserî çêdibe, ev hewcedarî ji holê radibe.
Ji ber vê yekê, pêwîst e em hem bi gelê xwe û hem bi raya giştî, siyaseta aştiyê mezin bikin. Wê demê hêzên sêyemîn û dewletên din jî dikarin siyaseta xwe biguherînin.
Rûdaw: Têkiliyên we yên rasterast li gel Qendîlê hene? Ji bo ku hûn bizanibin hevkarî çawa tê kirin, ew çi gavan diavêjin, hûn çi gav diavêjin?
Remzî Kartal: Têkilîçêkirina bi Tevgera Azadiyê re ji bo kar û xebatên me ne pirsgirêk e. Rêvekirin peywir e, rêçêkirin peywir e.
Rûdaw: Gava bê ya ku pêwîst e PKK biavêje çi ye? PKKyê xwe fesix kiriye û çek daniye lê hîn dibêjin divê hinek gav bên avêtin. Hinek caran qala derketina serkirdeyên gerîlayan a ji bo welatekî din tê kirin, hinek caran dibêjin grûpeke gerîlayan diçe Tirkiyeyê. Ev dengoyên rast in an tenê xeyal in?
Remzî Kartal: Berî ku ez bersiva pirsa we bidim, pirseke din a taybet di nav gel de heye. Gelek kes dibêjin, "Rêber Apo çima partî fesix kir, çima çek danîn, çima şer rawestand?" Ez dixwazim bi taybetî ji bo raya giştî û gelê me bersiva wan pirsan bidim.
Berxwedana heta niha ji bo azadiya gelê Kurd bû. Ji bo azadiyê çi pêwîst e? Hêz pêwîst e. Hêzek pêwîst e ku gel hişyar bike, gel birêxistin bike, gel bi hêvî û baweriya xwe ji bo azadiyê mezin bike û bibe xwedî hêz. Ev yek çêbû. Ev bi têkoşîneke çekdarî bi vî awayî çêbû. Niha êdî gel heye.
Demeke dirêj e Rêber Apo dixwaze şerê çekdarî nemîne. Dema Turgut Ozal, sala 1993yan ku tê zanîn, serokkomar bang dikir û digot, "Ez li mixetabekî digerim, werin pêwîst e ev mesele bi dewleta Tirk re, ne bi çekan, bi diyalogê çareser bibe." Lê dewletê qebûl nedikir.
Niha, şerekî mezin li Rojhilata Navîn çêbû û dewletê jî metirsî dît. Li ser vî esasî, banga Rêber Apo ya 21ê Adarê bû wesîleya ku diyalogeke nû dest pê bike. Niha bi vê diyalogê, pêvajoya şer nemaye, lê têkoşîn didome. Têkoşîna azadiyê, têkoşîna civakî û têkoşîna siyasî didomin. Hêza gelê Kurd, hêza siyasî, civakî û hêza gerîla mezin e.
Êdî ji xebata çekdarî ber bi xebata siyasî ve diçin. Wekî salên 1990î, kîjan rê li pêşiya siyasetê veke û çareseriyê bîne, ew hêz e. Gava ku pêwîstî bi hêza leşkerî nebe, hêza siyasî mezin dibe û hêza siyasî dikare deh qat, bîst qat zêdetirî hêza leşkerî bipêşketinê çêbike.
Êrişa li ser Rojavayê, rabûna ser pêyan a çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt, ji vê yekê mezintir û gewretir hêz nîne. Ev hêz dikare di hemû awayên çareseriyên siyasî de rol bilîze. Ew konsepta hêzên navneteweyî ya krîmînalîzekirin û terorîzekirina siyaseta Kurd têk diçe. Qada siyasî û civakî li ser bingeha azadî, demokrasî û aştiyê ji bo gelê Kurd derfetekê çêdike.
Ji ber vê yekê, niha hêviya me ji hemû deman zêdetir e. Wekî ku we pirsî, divê kom biçin Tirkiyeyê û qanûn derkevin. Êdî mesele gihiştiye vê qonaxê. Pêwîst e qanûna vê pêvajoyê derkeve. Pêwîst e rê ji wan hêzên ku heta niha bi çekdarî têkoşîn kirine û niha dibêjin "Em amade ne siyasî, dîplomatîk û demokratîk xebatê bimeşînin" re bê vekirin.
Dema ku têkoşîna çekdarî bi awayekî fermî ji holê rabe, divê li gorî wê qanûn derkeve. Ji ber vê yekê, xebateke bi vî rengî heye. Ez bawer dikim ku dema ev qanûn bi vî awayî li Parlamentoya Tirkiyeyê çêbû, di çarçoveya wê qanûnê de qonaxeke nû dest pê dike, ku serok jê re dibêje "aştiya pozîtîf." Heta niha aştiya negatîf bû, lê niha aştiya pozîtîf dest pê dike. Li gorî wê qanûnê dikare hatina gerîla û vegera ji Ewropayê çêbibe.
Rûdaw: Di gotina xwe de, birêz Kartal, we qala piştgiriya ji bo Rojavayê kir. Hûn piştgiriya ji bo vê pêvajoyê ya di nav civaka Kurdî de li seranserê Kurdistanê çawa dibînin?
Remzî Kartal: Bi giştî di serê gelê Kurd de li ser vê pêvajoyê pirs hene. Em bi xwe van pirsên di serê gelê Kurd de pozîtîv dibînin. Çimkî gelê Kurd xem dixwe, meraq dike, "Çi ye, dê çi bibe? Ev dewlet gav navêje, dê çi bi serê Kurdan bê?"
Ev ne tiştekî neyînî ye. Ev tiştek e ku nîşan dide gel vê meseleyê û vê pêvajoyê wekî meseleya xwe dibîne û paşeroja xwe meraq dike. Ji ber vê yekê, pêwîst e em bersiva gel bidin û gelê xwe bi vî awayî amade bikin. Lê hinek kes hene ku negatîf û berevajî, dixwazin mejiyê gel xera bikin, ew dijî pêvajoyê ne. Pêwîst e gelê me ji xwe bawer be.
Ev têkoşîn çawa ji destpêkê heta niha gel hişyar kir, birêxistin kir, li çar parçeyên Kurdistanê rêxistineke gelekî hişyar û li derveyî welêt çêkir, ji vir û pê de jî em ê bi têkoşîneke siyasî dewletê mecbûrî gavavêtinê bikin. Ne ku dewlet amade ye gav bavêje û aştiyê çêbike, na. Dewlet xwe giran dike, dixwaze demê qezenc bike heta ku pêvajoyê birizîne. Lê em ji xwe bawer in.
Gelê me û dostên me, li welêt û derveyî welêt dizanin ku êdî dema azadiya gelê Kurdistanê hatiye. Ti hêz nikare vî gelê ku rabûye ser pêyan bişkîne û hêviya wî bişkîne. Li ser vî esasî, wekî 50 sal berê, 100 sal berê nîne, êdî ne sala 1923, 1946, 1975 û 1991ê ye. Demeke nû ye, gel bi hev re ye, hêz û derfet jî zêde ne.
Ji ber wê yekê, em dixwazin ji gelê xwe re bibêjin ku dema azadiya gelê Kurdistanê hatiye. Pêwîst e em gotina Serok Apo ya li ser vî esasî baş fêm bikin. Serok Apo dibêje, "Li benda kesî nesekinin." Ango li benda aliyê hember nesekinin ku dewlet gav bavêje û em tiştekî bikin. Pêwîst e em xebatê bikin.
Rûdaw: Realîteyek jî heye, birêz Kartal. Ango ev dewlet di destê hinek hêzên siyasî de ye û van hêzên siyasî bi sedsalan e civaka vî welatî û Kurdan qebûl nekirine. Ev realîte jî heye, divê ev zemîn bê duristkirin.
Remzî Kartal: Ew dê bi têkoşîna me bê guhertin. Yanî heta niha li Tirkiyeyê krîzeke mezin heye û rejîm li ber têkçûnê ye. Di bingeha operasyona li ser CHPyê de Pirsgirêka Kurdan heye. Çimkî dewletê bi siyaseta xwe ya dijî gelê Kurd, krîzeke mezin çêkir.
Ji aliyê aborî, siyasî, heq, hiqûq û edaletê ve krîzeke mezin heye. Em siyasetmedar encamên vê krîzê ne. Guhertin pêwîst e. Gavên dîrokî tên avêtin. Pêwîst e gavên demokratîk û siyasî bên avêtin. Hikûmet xwe giran dike.
Ev dibe sedema nakokiyan a di nav pergala dewletê de. Li ser wan kesên ku dixwazin guhertin çêbibe, operasyon hene. Yên ku dixwazin wekî berê dewam bikin, dixwazin li ser kesên ku guhertinê dixwazin operasyonan çêbikin. Ev ê mezin bibe.
Rûdaw: Tişta ku heta niha di vê pêvajoyê de bi rê ve çûye, hûn bi xwe jê razî ne?
Remzî Kartal: Bê guman, pêvajoyeke dîrokî ye û ji bo gelê me firsendeke dîrokî ye. Gelê me gihiştiye qonaxeke nû. Ew krîmînalîzekirin û terorîzekirinên di qada navneteweyî de, ku li ser wî esasî xwestin siyasetê li ser pişta gelê Kurd bimeşînin, hemû vala derdikevin.
Gelê me hişyar e, gelê me rêkxistî ye, gelê me zana ye û polîtîk e. Gelê me bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" li Kurdistan, Rojhilata Navîn û dinyayê deng vedaye. Ji ber vê yekê, dewletên dagirker bi çi rengî siyasetê bimeşînin, niha dixwazin rejîmên navendî çêbikin, wekî Şam, Enqere û Bexdayê.
Ew bi Tehranê re jî di nav diyalogê de ne û dixwazin van dewletên navendî bihêz bikin. Em dibêjin çi dikin bila bikin, guhertina gelê Kurd, dê di nav gelên herêmê de jî guhertinê çêbike. Ev pêvajoya li Bakurê Kurdistanê, li dijî pergala rejîmê dimeşe. Encama wê serkeftina gelê me ye.
Rûdaw: Peyama we ji bo siyasetmedarên ku ne ji Bakurê Kurdistanê ne, çi ye?
Remzî Kartal: Niha êdî mesele ji parçeyekî Kurdistanê derketiye. Berê di dema destwerdana Îraqê de, meseleyeke parçeyî bû. Niha êdî ev pêvajo gihiştiye wê astê ku Pirsgirêka Kurdan di her çar parçeyan de bi hev ve girêdayî ye. Di parçeyekî de çareserî çênabe. Hemû bi hev re pêwîst e girêdayî bin.
Niha pêwîstiya gelê Kurd a herî mezin, yekîtiya neteweyî ya demokratîk e. Çawa ku demokrasî ji bo Kurd û Tirkan, ji bo navbera Kurd û Farsan, Kurd û Ereban pêwîst e, demokrasî di navbera Kurd û Kurdan de jî pêwîst e. Pêwîst e Kurd yekîtiya xwe li ser bingeha demokrasiyê çêbikin. Çareserî ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ye. Dem hatiye, dem dema azadiya gelê Kurd e.
Pêwîst e banga gelê me yek be û yekîtiya gelê Kurd yek be. Gelê Kurd yekîtiya xwe çêkiriye, pêwîst e siyasetmedar, partiyên siyasî, kesayetî, rewşenbîr û rêxistinên sivîl jî li ser vî esasî yekîtiyeke neteweyî ya demokratîk çêbikin û bi hev re rabin. Projeya çareseriyê ya ji bo çar parçeyên Kurdistanê çi ye, divê bi hev re hevkar bin û nebin kelem ji bo hevdû.
Rûdaw: Birêz Kartal, her gava ku ez siyasetmedarekî Bakurê Kurdistanê dibînim, ez jê dipirsim, tu ji kengî ve neçûyî Bakurê Kurdistanê? Ji sala 1994an ve hûn li derve ne. Hêviya we heye ku hûn di encama pêvajoyê de êdî vegerin?
Remzî Kartal: Em dê biçin û veger dê çêbibe. Ev pêvajo dê dewletê biguherîne. Dewlet mecbûr e. Dewlet wekî berê bi înkar, îmha û zorê nameşe. Gel heye. Ew kirasê ku dewletê ji bo gelê Kurd çêkiriye, êdî li vî gelî nayê.
Rûdaw: Hûn wekî siyasetmedarên Kurd ên Bakurê Kurdistanê yên ku li Ewropayê dijîn, di nav pêvajoyê de ne yan na?
Remzî Kartal: Mesele ne hebûn an nebûna me ye. Em hemû beşek ji vê pêvajoyê ne, em girêdayî têkoşîna azadiyê ne. Belê, dadgehên me hene û em dibêjin divê ew qanûn û yasa derkeve. Dema ku ew qanûn û yasa derket, pêwîst e girtiyên ku ji ber PKKyê hatine cezakirin bên azadkirin. Ew darizandinên ku niha li ser navê PKKyê didomin, pêwîst e hemû bikevin.
Ew kesên ku li ser îdiaya rêxistina PKKyê hatine cezakirin û derketine derve, wekî me, pêwîst e rê ji wan re vebe. Li ser wî esasî, ew çekê di destê wî de çi ye, ev hemû girêdayî wê qanûnê ne. Li ser wî esasî, Kongreya Gel dimîne. Kongreya Gel li gorî pêwîstiyên dema siyaset û demokrasiyê, qada siyasî esas digire.
Di vê çarçoveyê de, di dema pêş de gava ku şert û mercên vê qanûnê derkevin, êdî pêwîstî bi Kongreya Gel namîne. Di dema pêş de, Kurd dê li Tirkiyeyê siyasetê bikin. Em bibêjin li Îraqê, li Îranê, li Sûriyeyê, êdî li gorî rewşa her parçeyî, Kurd dê siyaseta xwe bikin. Êdî siyaseta jor, navendî, li ser hemû Kurdan ne pêwîst e. Her herêm dê siyaseta xwe ya demokratîk û civakî esas bigire.
Rûdaw: Birêz Remzî Kartal, Hevserokê Kongreya Gel û Parlamenterê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê, ez gelekî spasiya we dikim.
Remzî Kartal: Ez jî spas dikim, serkeftinê dixwazim.
Rûdaw: Spas ji bo we jî temaşevanên hêja, di xêr û xweşiyê de bimînin.


