Ebû Ducaneyê ku berê di nav Ehrar el-Şamê de fermandar bû ji Rûdawê re axivî û got, “Em Kurd in û em Sûriyeyî ne. Ez ji Kurdan re dibêjim, axa xwe bernedin, malên xwe bernedin. Em beşek ji Sûriyeyê ne. Erd biha ye, mal biha ye. Dema DAIŞ ket herêmê, em heşt salan derketin lê me dizanibû ku erd biha ye û me parastina axa xwe kir.”
Ebû Ducaneyê ku li gundekî nêzîkî Bendava Şehbayê ji dayîk bûye nasnavê "Kurdî" hilbijartiye.
Ebû Ducane Kurdî destnîşan kir ku divê Kurd di Sûriyeya nû de xwedî rol bin û got: "Em dixwazin Kurd, Ereb û hemû gelên Sûriyeyê dest bidin hev û Sûriyeyeke nû ava bikin."
Fermandarê ku "Siqûr El Kurd" (Teyrên Baz ên Kurd) ava kiriye, diyar kir ku armanca wan ne tenê şer e, armanca wan di heman demê de parastina gelê wan û xizmetkirina wan e.
Ebû Ducane Kurdî pirsên Rûdawê bersivandin:
Rûdaw: Ebû Ducane Kurdî, tu fermandarekî Ehrar el-Şamê bûyî. Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve, te di nav refên mixalefetê de dest bi şerê xwe kir. Ez dikarim di destpêkê de te nas bikim? Kê navê Ebû Ducane li te kir? Çima Ebû Ducane Kurdî, ji ber ku Ebû Ducane ne navekî Kurdî ye. Tu dikarî xwe bidî naskirin, tu kî yî, Ebû Ducane kî ye?
Ebû Ducane Kurdî: Tu bi xêr hatî xwişka min Solîn, silavên min ji te re û ji hemû Kurdan re. Ez xortekî Kurd im. Ez û hevalên xwe û pismamên xwe ji bo gel û miletê xwe, em beşdarî şoreşa Sûriyeyê bûn. Navê min Ebû Ducane ye. Ebû Ducane Kurdî, hevalekî min ev nav li min kir. Navê wî Ebû Ducane bû, lewma min navê xwe kir Ebû Ducane Kurdî, da ku xelk min nas bikin ku ez Kurd im û ez di nav şoreşa Sûriyeyê de me.
Rûdaw: Tu li kû derê û kîjan salê ji dayîk bûyî?
Ebû Ducane Kurdî: Ez di sala 1997an de li gundekî nêzîkî Bendava Şehbayê ji dayîk bûme. Em ji vê derê ne, ji bav û kalan ve.
Rûdaw: Te ew Siqûr El Kurd damezirand yan tu pişt re tevlî bûyî? Tu dikarî bêjî tu çawa derbasî Ehrar el-Şamê bûyî?
Ebû Ducane Kurdî: Ez sala 2014an beşdarî Ehrar el-Şamê bûm û ez heta niha jî di nav Heyetq Tehrîr el-Şamê de me. Min ketîbeyeke Kurdî bi navê “Siqûr El Kurd” çêkir. Xortên Kurd hebûn, hinek ji Efrînê bûn, hinek ji Şehba û derdora wê bûn. Hêzeke me ya baş çêbû û me li dijî DAIŞê şer kir heta ku ji herêma hatin derxistin.
Rûdaw: Armanca we çi bû, hedefa we çi bû?
Ebû Ducane Kurdî: Me dixwest em bibin beşek ji gelê Sûriyeyê. Em wekî Kurd, beşek ji Sûriyeyê ne û me şerê rejîmê û DAIŞê kir.
Rûdaw: Hûn çend kes bûn di tabûrê de û li kû derê bûn?
Ebû Ducane Kurdî: Em nêzîkî 150 xortî bûn. Hinek ji Efrînê hebûn, hinek ji navçeya me bûn û hinek jî ji Helebê û derdora wê bûn.
Rûdaw: Wê rojê te xwest dîsa çekê hilgirî yan te çek danî?
Ebû Ducane Kurdî: Na, em îro jî naxwazin çekê deynin. Tu dizanî, hikûmeteke Sûriyeyî ku nûnertiya hemûyan bike nîne. Meseleya ziman, dibistan û kar heye. Em dixwazin Kurd, Ereb û hemû gelên Sûriyeyê dest bidin hev û Sûriyeyeke nû ava bikin. Em dixwazin xortên Kurd di hikûmetê de bin û bibin destek. Sûriye ya Kurdan e, ya Ereban e, ya hemûyan e. Tirkmen hene. Divê em dest bidin hev û Sûriyeyê ava bikin.
Rûdaw: Te “Siqûr El Kurd” ava kir, di destpêkê de tu bi xwe fermandarê wê bûyî. Te ew ava kir, çend kes bûn û niha çend kes in?
Ebû Ducane Kurdî: Hizra min bû. Em şeş-heft ciwanên Kurd bûn. Dema ez fermandarê Ehrar el-Şamê bûm, me got divê em tiştekî ji bo Kurdan çêbikin. Em li bakurê Helebê ne. Em şeş-heft xort bûn, paşê me leşker kom kir li gundên Tel Rifet, Ebleh û Hedesê ku gundên Kurdan in.
Rûdaw: Eger armanca we rûxandina Beasê bû, niha armanca we wekî şervanên Kurd çi ye?
Ebû Ducane Kurdî: Armanca me ew e ku em xizmeta miletê xwe bikin, xizmeta Kurdên xwe bikin, xizmeta Sûriyeyê bikin. Dest di destê hev de. Hin pirsgirêk hebûn me çareser kirin. Ez dixwazim xizmeta Kurdan bikim. Ji destpêkê ve min Kurdayetiya xwe berneda û ez naxwazim berdim. Ez dixwazim nêzîkî Kurdên xwe û miletê xwe bim.
Rûdaw: Gelo xelk dizane ku Ebû Ducane Kurdî heye?
Ebû Ducane Kurdî: Ez berpirsekî leşkerî bûm. Em her tim li ser medyayê derdiketin û me xwe wekî Kurd dida nasîn. Em her tim ji bo miletê xwe li wir bûn. Dema şerê DAIŞê hebû, ku pir zilm û zordarî dikir, me li ber xwe da û me miletê xwe parast. Divê ez bi serbilindî bêjim, DAIŞ metirsiyeke mezin bû, ne tenê li ser Kurdan, ne tenê li ser Sûriyeyê, li ser tevahiya cîhanê jî metirsî bû.
Rûdaw: Ji 2018an ve, li Şehba, Efrîn û Helebê gelek zerer gihişt mal û milkên Kurdan. We tiştek kir ji bo ku ew mal û milk vegerin an mafên wan werin vegerandin?
Ebû Ducane Kurdî: Belê, li gundê me û derdorê, zilm û zor li ser wan gundan nebûye. Ew gundên Kurdan bûn. Hinek hene li derve ne û nikarin vegerin Sûriyeyê.
Rûdaw: Di van salên borî de, tu bi zimanê Kurdî diaxivî yan bi Erebî di nav hevalên xwe yên ketîbeya xwe ya Kurd de? Û tu ji bo zimanê Kurdî çi dibêjî? Tu dixwazî bimîne, tu dixwazî hebe, tu pê bixwînî û zarokên te û xelkê?
Ebû Ducane Kurdî: Ez Kurd im, ji bav û kalan ve ez Kurd im. Min Kurdayetiya xwe bernedaye. Dema ez dibêjim ez Sûriyeyî me, ez Kurd im. Em bi Sûriyeyîbûna xwe û Kurdbûna xwe serbilind in. Em dixwazin, em wekî Kurd her tim Kurd bimînin û her tim Sûriyeyî bimînin.
Rûdaw: Ebû Ducane Kurdî ji bo Kurdan çi dixwaze?
Ebû Ducane Kurdî: Em dixwazin Kurd bibin beşek ji hikûmetê, beşek ji axê. Kurdan pir zilm û zor dît. Di 2004an de te dît rejîma Beasê çi anî serê Kurdan li Qamişloyê. Em naxwazin zilm û zor ne li ser Kurdan û ne jî li ser ti pêkhateyeke din çêbibe.
Rûdaw: Belê, te behsa Qamişloyê kir. Tu ji Qamişlo û Cizîrê qut nebûyî, her tiştî dizanî. Hevalên te li wir hebûn di nava tabûra te de?
Ebû Ducane Kurdî: Belê, xortên me ji Qamişloyê hebûn. Wan ji me re behsa Qamişloyê û gelê me yê Kurd ê li wir dikir. Ew gelekî baş in û bi zimanê Kurdî diaxivîn.
Rûdaw: Hêviya te ji bo Kurdan çi ye? Tu dibêjî divê Kurd bigihîjin çi yan rola wan di paşeroja Sûriyeyê de çi be?
Ebû Ducane Kurdî: Divê para wan di hikûmetê de hebe. Wekî min, ez hatim jibîrkirin. Lê xortên Kurd hene ku şer kirine. Divê ji wan re tiştek bê kirin. Em dixwazin hikûmeta me wan ji bîr neke. Me ji bo wan ev tişt kir û divê em heqê wan bidin.
Rûdaw: Çima heta niha Ebû Ducane Kurdî tevlî ti posta di Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de nebûye, wekî fermandarekî leşkerî?
Ebû Ducane Kurdî: Pêşniyareke hevbeş hebû. Ji min re gotin ku ez postekê di Wezareta Parastinê de werbigirim. Lê me her tim dixwest ku di navbera Kurdan û hikûmetê de nakokî çênebe. Em dixwazin bi awayekî rast Kurdan bigihînin cihên di hikûmetê de.
Rûdaw: Paşeroja wan çawa dibe? Tu çawa dibînî, piştî pênc, deh an bîst salên din?
Ebû Ducane Kurdî: Zilm û zor li ser gel namîne. Rejîma Beasê çû, înşelah zilm û zor namîne. Gelê Kurd gelekî baş e. Em dixwazin mafên me hebin, nasnameya me ya Kurdî hebe. Em dixwazin zarokên me li dibistanan bixwînin. Dema hikûmeta Sûriyeyê biryar da ku dibistan vebin, ev gaveke erênî û pir xweş bû. Em dixwazin hîn baştir bibe.
Rûdaw: Gelo di şeva Newrozê de çi çêbû? Çawa agir bi canê te û xortên te yên Kurd ket? Te ti carî behsa vê bûyerê nekiriye. Dikarî ji me re bêjî kê agir bi canê we xist?
Ebû Ducane Kurdî: Em ji bo pîrozkirina Newrozê çûn gundê Tel Eranê. Me xwest em bi xortên Kurd re agirê Newrozê pê xin. Dema em derketin ser girê Tel Eranê, agir bi me ket. Benzîn li me hat reşandin û em şewitîn. Ez 21 rojan li nexweşxaneyê mam û heta niha jî ez xwe derman dikim. Em nizanin kî bû. Em hêvîdar in ku em rojekê zanibin kî bû û armanca wî çi bû.
Rûdaw: Gelo armanc ew kes bûn ku benzîn avêtin ser her kesî yan armanc Ebû Ducane bû?
Ebû Ducane Kurdî: Li dora min gelek xort hebûn. Dibe ku ez bûm, dibe ku xortên dora min bûn. Lê em çar-pênc kes bi hev re şewitîn.
Rûdaw: Ebû Ducane Kurdî di paşeroja Sûriyeyê de xwe li kû derê dibîne? Tu postekê dixwazî yan dixwazî vegerî tabûra xwe ya Kurdî?
Ebû Ducane Kurdî: Em tiştekî naxwazin. Em dixwazin li ser axa xwe, li bajarê xwe, bi rûmeta xwe bimînin û mafên me jî di hikûmetê de bên parastin. Ez bi xwe dixwazim xizmeta gelê xwe yê Sûriyeyê û gelê xwe yê Kurd bikim. Ez postekê naxwazim.
Rûdaw: Eger li ser te erkek, wezîfeyek an postek di Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de bê pêşkêşkirin, tu dê qebûl bikî?
Ebû Ducane Kurdî: Ez naxwazim ciwanên Kurd bên jibîrkirin. Ez bi xwe tiştekî naxwazim. Ez dixwazim xizmeta gelê xwe bikim.
Rûdaw: Tu xwe tenê wekî leşkerekî dibînî yan siyasetmedar an çalakvanekî civakî? Tu xwe li kû derê dibînî?
Ebû Ducane Kurdî: Ez dixwazim di nav miletê xwe de bim. Erê, ez dixwazim xizmeta miletê xwe bikim. Ne girîng e postek an wezîfeyek e. Ya girîng ew e ku mirov ji bo miletê xwe karekî bike.
Rûdaw: Gelo Ebû Ducane Kurdî tiştek ji bo Kurdan kiriye?
Ebû Ducane Kurdî: Belê, gelek Kurd dihatin li deriyê me didan. Me pirsgirêkên wan çareser dikirin. Ez ji Kurdan re dibêjim, axa xwe bernedin, malên xwe bernedin. Em beşek ji Sûriyeyê ne. Erd biha ye, mal biha ye. Dema DAIŞ ket herêmê, em heşt salan derketin lê me dizanibû ku erd biha ye û me parastina axa xwe kir.
Rûdaw: Tabûra te û ew xortên te yên Kurd ên li derdora te, gelo ew ji hev belav bûn, çûn an hîn hene?
Ebû Ducane Kurdî: Hemû xort beşdarî saziyên leşkerî yên cuda bûn. Her yek çû cihekî û li gorî kar û mercên xwe çû. Dema Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Navxwe çêbûn, her kes çû ser karê xwe.
Rûdaw: Ebû Ducane Kurdî, kesê ku “Siqûr El Kurd” damezrand û fermandarek bû di Ehrar el-Şamê de, spas ji bo dema te.
Ebû Ducane Kurdî: Spas ji we re jî.


