Lêkolîneke nû ya Zanîngeha Cambridgeyê li ser hestîpeykerekî 75 hezar salî yê li Şikefta Şanederê ku wekî "Şaneder A" tê naskirin derxistiye holê ku wî Neandertalî ji ber derba rimeke darîn a ku di milê wî yê çepê de çikiyaye miriye.
Lêkolînera Zanîngeha Cambridgeyê Dr. Emma Pomeroyê di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re ragihand ku ev vedîtin belgeyeke kêmpeyda ya tund û tûjiya kujer a di navbera mirovan de ye lê di heman demê de nîşaneya hevsozî û çavdêriya civakî ye di nav Neandertalên Kurdistanê de.
Li gorî Dr. Pomeroyê, lêkolîn eşkere kiriye ku Şaneder A di jiyana xwe de du caran rûbirûyî tundiyê bûye, carekê herî kêm salekê berî mirina xwe ji ber derbeke giran a li rûyê wî diranekî wî şikestiye lê bi xwedîlêderketina koma xwe sax maye, cara duyem jî bi rimeke darîn û bi qestî hatiye armanckirin û hatiye kuştin.
Dr. Emma Pomeroyê her wiha da zanîn ku dîtina termên 5 Neandertalan li qadeke pir biçûk a li pişt kevirekî mezin ê li Şikefta Şanederê piştrast dike ku wan bi bîranîneke hevpar û bi berdewamî miriyên xwe li wir veşartine.
Berpirsa Projeya Şanederê diyar kir ku piştî temambûna xebatên xurtkirin û parastina zanistî li Cambridgeyê, bermayiyên "Şaneder Z" (Xatûn Z) û "Şaneder A" dê ji bo nîşandana ji raya giştî re bêguman vegerin Herêma Kurdistanê.
Hevpeyvîna bi lêkolînera Zanîngeha Cambridgeyê Dr. Emma Pomeroyê re wiha ye:
Rûdaw: Berî 75 hezar salan, li cihê ku îro Kurdistan e, Neandertal dijiyan, wan xema hev dixwar û miriyên xwe vedişartin. Vedîtineke nû û balkêş li Şikefta Şanederê amaje bi wê yekê dike ku dibe yek ji wan ji ber birîna rimekê miribe. Lêkolîneke nû ya Zanîngeha Cambridgeyê ronahiyê dide ser tund û tûjiya beriya dîrokê, bipêşketina mirov û jiyana aloz a Neandertalan. Niha Dr. Emma Pomeroy, mirovnasa Zanîngeha Cambridgeyê û berpirsa vê lêkolînê li gel me ye. Dr. Pomeroy, careke din bi xêr hatî Rûdawê.
Dr. Emma Pomeroy: Spas.
Rûdaw: Di sala 2024an de me hevpeyvînek li ser Neandertal Z kir, ango ya ku me li Herêma Kurdistanê navê wê kiribû "Xatûn Z." Niha vedîtineke we ya din heye: Ya berê jineke Neandertal a 70 hezar salî bû ku li Kurdistanê li Şikefta Şanederê hatibû dîtin û niha jî tîma we dîtineke nû ya pir balkêş belav kiriye. Vê carê we çi dît û çima ev qas girîng e?
Dr. Emma Pomeroy: Vê carê me hestîpeykerekî netemam ê kesekî gihîştî dît. Ev bi rastî pir girîng e, çimkî me li ser hestiyên wî belgeyên du bûyerên cuda yên tund û tûjiyê yan jî birîndarbûnê dîtin. Ya yekem ew e ku xuya ye derbeke pir tund li rûyê vî kesî ketiye û yek ji diranên wî yên pêşiyê bûye du parçe lê em dibînin ku ew ji vê derbê rizgar bûye û bi sedemeke mezin di dema başbûnê de pêdiviya wî bi hinek çavdêriyê hebûye. Lê li ser milê çepê yê heman kesî birîna rimekê hebû û ew birîn di dema mirina wî de çêbûye, ango ew ji vê tund û tûjiya duyem rizgar nebûye.
Rûdaw: Wekî ku te amaje pê kir, lêkolîna we nîşan dide ku dibe wî Neandertalî ji ber rimeke darîn birîneke kujer xwaribe. Lê hûn çiqasî piştrast in ku ev birîna çekekê bûye? Gelo dibe ev yek ji kevintirîn mînakên tomarkirî yên tund û tûjiya kujer be ku tê de çekên darîn hatine bikaranîn?
Dr. Emma Pomeroy: Em bi asteke pir baş piştrast in ku ew çekeke darîn bûye. Bêguman, çek bi xwe yan jî tiştên darîn di bin axê de wekî xwe namînin û zû têk diçin. Lê şêweyê wê qula ku di hestiyê mil de çêbûye bi tevahî li hev tê li gel encamên wan ceribandinan de lêkolîneran rimên darîn li laşê ajelan xistine da ku bibînin ka çi rengê birînan li pey xwe dihêlin. Mirovan heman ceribandin bi wan riman jî kirine ku serê wan kevir e lê birîna vî hestî bi ti awayî bi birîna serikên kevirî re li hev nake, çimkî serikên kevirî birîneke bi vî rengî gilover çênakin. Lewma ez bawer im em dikarin bi asteke bilind piştrast bin ku sedem rimeke darîn bûye.
Her wiha me hinek parçeyên hestî yên gelekî hûrik jî dîtin ku ji wê qulê vekişiyane û di bin hestiyê mil de asê mane. Lewra bi zelalî xuya dike ku tiştek ji pêş ve ketiye nav milê wî. Ji ber ku li ser birînê ti nîşaneke başbûnê nîne, em dizanin ku ev derb di dema mirina wî de lê ketiye.
Rûdaw: Dr. Emma, gelo hûn dikarin bi awayekî baş diyar bikin ku ev birîn ji aliyê Neandertalekî din ve lê hatiye xistin, yan jî dibe tenê qezayek bûbe di dema nêçîrê de? Çi belge li ber destê we hene ku van her du sedeman ji hev vediqetînin?
Dr. Emma Pomeroy: Her du sedem jî pêkan in. Îro jî em carinan bûyerên wiha dibînin ku mirov diçin nêçîrê, di nav deviyan de tevgerekê dibînin, guleyan berdidin û pişt re derdikeve holê ku ew kes hevalekî wan ê nêçîrê bûye. Ev sedema yekem e. Sedema din jî ew e ku bi qestî hatibe birîndarkirin. Ji bo me pir zehmet e ku em van her duyan ji hev veqetînin. Eger birîn bi rimeke avêtinê çêbûbe, dibe ku qezayeke bêhemdî be, çimkî ji mesafeyeke hinek dûr hatiye avêtin. Lê Neandertalan cureyekî din ê riman jî bi kar dianîn ku em jê re dibêjin "rimên çikandinê"; ev ew cure rim in ku bi her du destan tên girtin û bi hêz tên çikandin di nêçîrê yan laş de.
Eger ew cure rim hatibe bikaranîn, ez bawer im divê bi qestî bûbe; çimkî ji bo bikaranîna wê, divê hûn tenê yek yan du metreyan ji wî kesî dûr bin. Em dizanin ku ev birîn ji pêşiya laş ve ber bi paş ve ketiye hundir. Lewma eger rimeke çikandinê hatibe bikaranîn, tê wê wateyê ku hûn rûbirûyî wî kesî bûne û pir nêzîkî wî bûne; lewra bêguman ew kiryar bi zanebûn û qestî bûye.
Rûdaw: Hûn gihîştine belgeyên hinek birînên kevn ên vî kesî jî. Ew birîn derbarê jiyana wî de çi ji me re dibêjin? Çimkî we bi rêya van şop û birînan heta radeyekê çîroka jiyana wî nîgar kiriye. Gelo ti nîşan hene ku diyar bikin Neandertalên din berî mirinê lê xwedî derketine û ew ketiye ber çavdêriya koma xwe?
Dr. Emma Pomeroy: Erê, em wisa bawer dikin. Birîna din a giran a vî kesî ew bû ku di serdemekê de lêdaneke gelekî tund li rûyê wî ketiye; ew qas tund ku yek ji diranên wî yên pêşiyê ji serî heta binî şikandiye. Nîvê diran ketiye û nîvê din di devê wî de maye. Em dizanin ku ew çend mehan, eger ne çend salan be jî, piştî vê bûyerê jiyaye; çimkî kilsa diranan ku qateke req e û li ser diranan çêdibe û bijîşkên diranan radikin, bi temamî li ser û derdora beşa şikestî kom bûye. Ev nîşan dide ku ew kes zindî mabû, ji ber ku ew kils tenê di dema jiyanê de ava dibe.
Dema derbeke ew qas giran li rûyê mirov bikeve û diranek bi vî rengî bişike, bêguman axaftin, xwarin û vexwarin dibe barekî pir biêş. Lewra xuya ye ku kesekî bi birîneke wisa giran di destpêkê de hewcedarî alîkarî û çavdêriyê bûye. Em nikarin sedî sed piştrast bin; dibe ku çavdêrî lê nehatibe kirin û wî bi serê xwe li rex komê xwe xwedî kiribe, yan jî komê hewl dabe wî paşguh bike. Lê bi baweriya me bi sedemeke pir xurt çavdêrî lê hatiye kirin. Di rastiyê de awayê reftarkirina bi wî re di dema mirinê de jî dibe yek ji wan belgeyan ku piştgiriya vê nêrînê dike.
Rûdaw: Gelo ti belgeyên we hene ku maweya di navbera birîndarbûn û mirina wî de destnîşan bikin? Ango ev Neandertal piştî wê birîna rûyê xwe çend salan yan çiqasî jiyaye?
Dr. Emma Pomeroy: Di rastiyê de ev pirseke hinek zehmet e. Kilsa diranan, ango ew qata ku li ser diranan çêdibe, carinan pir hêdî û carinan jî zû kom dibe; lewma zehmet e em bizanin ka di vê bûyerê de bi çi lezê ava bûye. Lê dema ku min bi pisporên kilsa diranan re gotûbêj kir, ew gihîştin wê encamê ku ji bo komkirina ew qas kils, pêwîst bû ku herî kêm salekê sax mabe. Lewma em bawer dikin ku ew kêmzêde salekê zindî maye, tevî ku zehmet e em hejmara tam destnîşan bikin.
Rûdaw: Tîma we heta niha 5 Neandertal destnîşan kiriye ku di nav rûbereke gelekî biçûk a Şikefta Şanederê de hatine veşartin. Gelo ev dîtin nîşan dide ku wan bi qestî miriyên xwe veşartine û dibe ku Şikefta Şanederê cihekî pîroz yan xwedî girîngiyeke taybet bûbe ji bo wan?
Dr. Emma Pomeroy: Erê, bersiva her du pirsan jî bi nêrîna me erê ye. Pir balkêş e ku ew car bi car vegeriyane û miriyên xwe danîne heman derê. Ew cih bi xwe pir biçûk e. Em ji awayê parastin û qatên hestiyan têdigihinek ku ew gelek caran vegeriyane wir; ango ev term tev bi hev re di yek carê de nehatine veşartin. Hemû jî li pişt kevirekî mezin hatine danîn ku ev yek piştrast dike ku ew xala taybet bi qestî hatiye hilbijartin.
Wisa xuya dike ku wan bi bîrewerî miriyên xwe dianîn vî cihî. Li ber destê wan şikefteke mezin hebû lê çima li devereke din nehatine veşartin? Hemû di vê rûbera teng de ne. Ev ne tenê nîşana girîngiya wê xalê ye lê bi dîtina min bi xwe Şikefta Şanederê cihekî watedar bûye ku mirovan termên xwe anîne wir.
Rûdaw: Gelo agahiyeke we ya piştrastkirî heye ka çima ew rûbera biçûk a di hundirê Şikefta Şanederê de ji bo wan ew qas girîng bûye ku hemûyan miriyên xwe li wir kom kirine?
Dr. Emma Pomeroy: Bi rastî em sedema wê ya kûr nizanin; ev yek ji wan xalan e ku şûnwarnasî bi serê xwe nikare bersiveke baş bide wan. Lê em wisa hizir dikin ku dibe ew kevirê mezin rola nîşaneyekê lîstibe û alîkariya wan kiribe da ku cihê termên kevn bibînin. Kevir bi xwe gelekî mezin e; bilindahiya wî nêzîkî du metreyan e û dikeve navbera terman û deriyê şikeftê. Lewma pir mimkun e ku wekî bîrhênekê yan nîşanekê kar kiribe da ku bizanin berê term li kû hatine danîn. Lê belê gelekî zehmet e em bizanin ka di cîhana wan a hizrî de çima ew der ew qas girîng bûye.
Rûdaw: Dema me di sala 2024an de cara yekem hevpeyvîn kir, te ji min re got ku Şaneder Z dikare gelek razên din ên jiyana Neandertalan eşkere bike. Ji wê demê ve we çi zanyariyên nû bi dest xistin? Gelo şîroveyên we yên derbarê niştecihên Şikefta Şanederê de guherîn?
Dr. Emma Pomeroy: Yek ji xalên sereke ku me kûr lêkolîn kir ev bû: Ew çawa li wî cihî hatiye veşartin û hestîpeykerê wî çawa gihîştiye wê rewşê? Ew jî endamekî heman komê ye ku em behs dikin. Li gel dîtina hestîpeykerê nû, ango Şaneder A, têgihiştina komkirina van terman li yek xalê hinek aloz bû; lê bi rêya rêbazên nojdariya dadî û şûnwarnasiya nûjen em gav bi gav gihiştin wê baweriyê ku ev term di demên ji hev cuda de hatine bicihkirin. Wan ev yek di çarçoveya "bîranîna zindî" de kiriye, ango dibe ku bi cudahiya çend salan an çend dehsalan be.
Ev dîtin gelekî girîng e, ji ber ku li ti şûnwareke din a cîhanê belgeyeke me ya wisa xurt nîne ku Neandertalan bi heman awayî, bi navberên demkî yên wiha, miriyên xwe veşartibin. Ev yek ji dersên herî sereke bû ku em ji Şaneder Z fêr bûn. Ev jî piştrast dike ku ev cih bi taybetî xwedî rûmeteke bilind bûye. Hê jî gelek xebat li pêşiya me hene ji bo hûrbûna li ser hestîpeykerê Şaneder Z û yê nû, ango Şaneder A; lewra em li benda gelek zanyariyên nû ne.
Rûdaw: Hûn navê vî hestîpeykerê nû çi datînin?
Dr. Emma Pomeroy: Em jê re dibêjin "Şaneder A".
Rûdaw: Şaneder A, pir baş e. Bi dehsalan e navê Şanederê bi wê teoriya nakok a "veşartina bi gulan" ve hatiye girêdan. Gelo vedîtinên we yên nû wê nêrînê xurttir dikin ku wan bi awayekî pratîkî rîtuel û merasîmên veşartinê li wir li dar xistine? Heta niha di vî warî de çi nezelal maye?
Dr. Emma Pomeroy: Bi dîtina min em dikarin bibêjin ku wan bi berdewamî berê xwe daye wê xala yekane. Lê derbarê "veşartina bi gulan", em niha nikarin wê hîpotezê piştrast bikin. Xebatên ku hevalê me Chris Hunt çend sal berê kirin destnîşan dikin ku ew tozkulîlkên laleyan ku bûn bingeha ramana veşartina bi gulan, di rastiyê de ji ber çal û kunên mêşhinekgivan derbasî axê bûne, ango ji ber wan mêşên ku di bin erdê de hêlînan çêdikin.
Lê dîsa jî em li ser vê mijarê dixebitin. Hinek nimûneyên me yên kevn hene da ku em careke din lêkolînê li ser tozkulîlkan bikin. Di heman demê de me gelek nimûneyên axê bi baldarî ji derdora hestîpeykerên Şaneder Z û Şaneder A girtine. Pêdiviya vê xebatê bi demê heye da ku biqede. Lê li gorî min, lêkolîna li ser van tozkulîlkan û şûnmayên din ên riwekîan li dor van her du hestîpeykeran dê alîkariyê bide me ku em rastiya vê doza navdar a "veşartina bi gulan" bi zelalî ronî bikin.
Rûdaw: Gelo dibe ku çend Neandertalên din jî hê di bin axa Şikefta Şanederê de veşartî bin? Karên kolandinê çawa bi rê ve diçin û hûn di salên bê de li benda çi vedîtinan in?
Dr. Emma Pomeroy: Pir zehmet e em pêşwext bizanin ka Neandertalên din li wir mane yan na. Lê ez dikarim bibêjim ku sedemeke mezin heye; çimkî Şikefta Şanederê pir mezin e û me heta niha tenê beşekî wê yê biçûk kolaye. Ev jî nîşan dide ku ev şûnwar çiqas hêja ye û çiqas hewceyî parastinê ye.
Vê gavê em di kolandinên xwe de li bersiva çend pirsên cuda digerin: Di qonaxeke diyarkirî de Neandertal dev ji bikaranîna vê şikeftê berdidin û mirovên nûjen ên mîna me dest bi bikaranîna wê dikin. Demeke kurt piştî vê yekê, Neandertal li her dera cîhanê winda dibin. Lewra em hewl didin têbigihinek ka çi qewimî dema ku Neandertal ji holê rabûn û mirovên hemdem ketin şikeftê. Gelo Neandertal beriya wê bi temamî nemabûn? An dibe ku wan di heman serdemê de bi hev re ev şikeft bi kar anîbe? Em vê nizanin. Kolandinên me yên niha li ser bersivdana van pirsan in, û bêguman gelek pirsên din jî ji bo siberojê hene.
Rûdaw: Çi taybetmendî dihêle ku Şikefta Şanederê li Herêma Kurdistanê di warê zanistî de ji hemû şûnwarên din ên Neandertalan ên li seranserê cîhanê cudatir û girîngtir be? Gelo Kurdistan wî mafê navneteweyî û pêzanîna zanistî ya ku ev vedîtin heq dike bi dest dixe?
Dr. Emma Pomeroy: Kurdistan ji bo têgihiştina cîhana Neandertalan yek ji deverên herî sereke ye li cîhanê; hem ji aliyê fîzîkî ve ango şikl û şemala wan, hem jî ji aliyê şêwazê jiyan û reftara wan ve. Şikefta Şanederê ji destpêka kolandinên xwe yên di salên 1950î de her xwedî girîngiyeke taybet bûye, ji ber ku yekem car belge da me ka wan çawa miriyên xwe vedişartin û çawa xwedî li nexweş û birîndarên xwe derdiketin. Hestîpeykerekî navdar ê bi navê "Şaneder 1" ku di salên 50î de hat dîtin, belgeya herî diyar e ya çavdêriyeke bêhempa. Dîtinên şûnwarnasî yên li vir li gorî deverên din ên cîhanê bêhempa ne.
Her wiha piraniya agahiyên me li ser Neandertalan ji Ewropaya Rojava, wekî Fransa û Spanyayê tên; lê sedemeke mezin heye ku Neandertalên li vê herêma me jiyane, ji yên Ewropayê gelekî cuda bûbin. Lewma jî girîng e em bizanin ka ew çiqas cihêreng bûn. Şaneder ew qas girîng e ku em hemû şûnwarnas gava ku em dest bi perwerdeya xwe ya zanîngehê dikin, yek ji wan mijarên yekem ku divê em lêkolînê li ser bikin Şikefta Şanederê ye. Ew qas girîng e ku di pirtûkên perwerdeyê yên her xwendekarekî şûnwarnasiyê de heye. Lewra belê, cihekî bêhempa ye. Di heman demê de baldariya medyaya cîhanî her cara ku em vedîtineke nû radigihînin, bi xwe nîşana girîngiya mezin a vê deverê ye.
Rûdaw: Di hevpeyvîna me ya berê de, we gotibû ku bermayiyên Şaneder Z dê piştî karên parastin û nûjenkirinê vegerin Kurdistanê. Gelo ew heta niha hatine vsedemandin? Plana niha ji bo parastin û nîşandana van vedîtinan li Herêma Kurdistanê çi ye?
Dr. Emma Pomeroy: Erê, hestî, parçe û bermayiyên Şaneder Z, her wiha yên Şaneder A û hemû hestiyên din ên ku me dîtine, bêguman dê vegerin Kurdistanê; ji ber ku cihê wan ê resen ew der e. Em niha jî bi pişkinînên kûr mijûl in û dixebitin ku hestiyan qayîm û xurt bikin; çimkî ew pir nazik û hestyar in û hewcedarî bi kedeke pisporane heye da ku têk neçin. Di heman demê de divê em piştrast bin ku li Kurdistanê ji aliyê germahî, hewa û şiliyê ve cihekî parastî û ewle heye ku van hestiyan biparêze.
Bêguman ji bo me pir girîng e ku vegerin Kurdistanê û li wir bên pêşandan da ku xelkê Kurdistanê bikaribe ji nêz ve wan bibîne. Ev xwedî nirxekî gerdûnî ne û dîtina wan ezmûneke bêhempa ye. Em niha li ser amadekariyên vsedemandina wan û awayê nîşandana wan dixebitin bi awayekî ku ji bo nifşên paşerojê saxlem bimînin; lê bila guman tê de nebe ku dê vegerin Kurdistanê.
Rûdaw: Heya ku lêkolîn û karên zanistî berdewam dikin, ev bermayî niha li ku tên parastin?
Dr. Emma Pomeroy: Niha li navendeke taybet a parastinê li Cambridgeyê tên ragirtin. Ew navend ji bo parastina hestîpeykerên mirovan hatiye avakirin û xwediyê sîstemên kontrolê yên herî pêşketî ye; germahî û şiliya hewayê di asteke hevseng û berdewam de dihêle da ku hestî ji zirarê dûr bin. Em hêvîdar in cihekî bi vî rengî li Kurdistanê jî bê dabînkirin da ku hestîpeyker ji bo siberojê bi baştirîn awayî bên parastin.
Rûdaw: Piştî Şaneder Z û niha jî Şaneder A, di rojeva we de çi heye û hûn dê li Şikefta Şanederê pişt re li ser çi bixebitin?
Dr. Emma Pomeroy: Wekî min amaje pê kir, di vê qonaxê de yek ji pirsên me yên herî mezin ew e: Ew veguherîna dîrokî çawa rû da dema ku Neandertalan berê xwe ji şikeftê zivirandin û mirovên nûjen ew bi kar anîn? Ev rûdan beriya nêzîkî 40 heta 45 hezar salan qewimiye. Li hinek deverên din ên cîhanê em dibînin ku di heman serdemê de cureyekî nobetê di navbera her du koman de hebûye; ango Neandertal hatine, pişt re mirovên nûjen, piştre dîsa Neandertal û dû re mirovên nûjen. Lê em bi hûrgilî nizanin ka ev pêvajoya derbasbûnê li vê herêma cîhanê çawa qewimiye. Lewra ev yek ji pirsên sereke ye ku em dixebitin bersiva wê bibînin.
Ji bilî vê, gelek lêkolînên laboratuarê li pêşiya me hene; ne tenê li ser hestîpeykerên Şaneder Z û Şaneder A lê her wiha ravekirina tozkulîlkan ji bo têgihiştina avhewa û jîngeha wê demê, lêkolîna li ser amûrên wan ên kevirî ji bo têgihiştina teknolojî û awayê birîna tiştan, û lêkolîna hestiyên ajelan da ku bizanin ka wan çi cure ajel nêçîr dikirin û çi dixwarin. Ji ber vê yekê hejmareke pir mezin a lêkolînan heye, hem li şûnwarê Şanederê bi xwe û hem jî di laboratuaran de, da ku em herî zêde zanyariyan li ser awayê jiyana wan Neandertalan bi dest bixin.
Rûdaw: Dr. Emma Pomeroy, berpirsa sereke ya Projeya Şikefta Şanederê, gelekî spas ku te careke din bersiva pirsên me da û ev agahiyên nû derbarê Şikefta Şanederê de bi me re parve kirin. Destxweş ji bo dema te.
Dr. Emma Pomeroy: Kêfxweş bûm.


