Berdevkê Encumena Êzidiyan a Sûriyeyê Serhan Îsa ragihand ku di parlamentoya nû ya Sûriyeyê de ti nûnerê Kurdên Êzidî cih nagire û rexne li hikûmeta Sûriyeyê û aliyên Kurd girt ku di vê mijarê de "gunehbar in."
Îsa her wiha hawara xwe gihand Serok Mesûd Barzanî û daxwaza destwerdanê kir.
Serhan Îsa ragihand ku tevî hemû hewldanên wan, Kurdên Êzidî di parlamentoya nû ya Sûriyeyê de bê nûner mane û pêwîst e kotayek ji bo Kurdên Êzidî li Parlamentoyê hebe.
Berdevkê Encumena Êzidiyan her wiha rexne li aliyên Kurd jî girt û got, "Aliyên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê heta radeyekê gunehbar in."
Îsa da zanîn ku wekî endamekî serokatiya ENKSyê, wî bi fermî daxwaz kiriye ku berbijêrekî Êzidî bê destnîşankirin lê ev daxwaz nehatiye qebûlkirin.
Li hember vê bêhêvîbûnê, Serhan Îsa bangê Serok Mesûd Barzanî kir û got, "Em niha hawara xwe di vê qonaxa dîrokî de digihînin cenabê Serok Barzanî ku destwerdanê bike û alîkariya Êzidiyên Sûriyeyê bike da ku mafên me li vî welatî neyên binpêkirin."
Berdevkê Encumena Kurdên Êzidî ya Sûriyeyê Serhan Îsa beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Rûdaw: Heta niha ti nûnerê we di nava Encumena Gel a Sûriyeyê de nîne?
Serhan Îsa: Cihê mixabîniyê ye ku tu nûnerê me nîne.
Rûdaw: Sedem çiye ku heta niha jî ti parlamenterê Kurd ê Êzidî nehatiye hilbijartin?
Serhan Îsa: Bi rastî du sedemên sereke hene. Sedema yekem, desthilata demkî ku Sûriyeyê dixwaze desthilat bi yek reng û yek deng be û ne amade ye pêkhateyên din hembêz bike û pêşwazî bike. Sedema yekem bi vê hikûmetê girêdayî ye ji ber ku em di nava têkiliyê de bûn her ji dema hilbijartinên Efrîn û Helebê. Her wiha dema hilbijartinê Hisîçayê jî me têkilî kir. Bi rastî ew qet naxwazin hebûna Êzdiyan nas bikin.
Rûdaw: Wate hûn bi komîteya hilbijartinan her di hilbiartinan û niha jî di pêwendiyê de bûn?
Serhan Îsa: Belê, em bi wan re di têkiliyê de bûn her wiha hinek dostên me ji aliyê Sûriyeyî û pêkhateyan din yên Sûriyeyê hebûn ku alîkariya me kir. Me gelek hewl dan lê bi ser nektine. Em gelekî bi nermî bi wan re ketin pêwendiyê de. Heta piştî rûxîna rêjîma Esed em ji saziyên pêşîn bû ku serdana Sûriyeyê bikin û hevdîtinan li gel desthilata nû bikin. Sedema duyem jî aliyên Kurd berpirsyar in, hem Encumena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) ku em bi xwe endam tê de û hem jî General Mezlûm Ebdî û Rêveberiya Xweser jî.
Rûdaw: Dema ku hûn bi komîteya hilbijartinan re axivîn, we got we nermî nîşan daye. Pêşniyara we ji bo komîteyê çi bû û bersiva wan çi bû?
Serhan Îsa: Min ji wan re got ku em welatiyên vî welatî ne û pêkhateyekî serekî ne. Me ji wan re got ku 2 kursiyan bidin Êzidiyan, yek li Helebê û yek jî li Cizîrê. Hinek niqaş li ser hejmarê çê bû, Me jî got em bi yek kursî jî razî ne. Me got eger bi hilbijartinan be Êzidî dernakevin, pêwsîte kursyeke kota ji bo me diyar bikin ji wê para ku serokomar destnîşan dike, lê wan got ew nikarin vî derî vekin. Ev di demekê de ye ku Serokê Sûriyeyê dibêje ew dê hemû pêkhateyan razî bike.Lê bi rastî ne gelekî nerim in.
Rûdaw: Hûn daxwaza 2 kursiyan dikin, wate hejmara Kurdên Êzidî yên Sûriyeyê bi giştî çend e?
Serhan Îsa: Hejmara Êzidiyên Sûriyeyê bi giştî derdora 150 heta 200 hezar e. Em dibêjin bêhtirî ji sedî 70yê ji vê hejmarê penaber bûne.
Rûdaw: Li kîjan herêman hebûna we zêdetir e?
Serhan Îsa: Li Efrînê û Hisîçayê.
Rûdaw: Hûn daxwaz dikin li van her du bazneyan kursiyên we hebin?
Serhan Îsa: Belê, rast e.
Rûdaw: Ji bo wan 70 navên ku serokê Sûriyeyê bi xwe destnîşan dike, ti soz ji we re hatiye dayîn?
Serhan Îsa: Mixabin na. Me di demên dawî de bi rêya nameyên fermî û bi alîkariya dostên navdewletî û Encumena Niştimanî ya Kurdî hewl da. Her wiha di dawî civîna ENKSyê li gel komîteya Siyasî li parêzgeha Hisîçayê ev mijar hat gotûbêjkirin lê mixabin nêrîna wan neyînî bû. Di heman demê de kesên bi Rêveberiya Xweser ve jî girêdayî ne ev daxwazî kiribû. Me jî bi nameyeke fermî ji General Mezlûm Ebdî re şand ku ew jî têkevin nava pêwendiyan de ku kurdên Êzidî ji vê qonaxê de bêpar nebin.
Ji bo dîrokê û ji bo kolana Kurd û Sûriyeyî ez vê yekê dibêjim ku em di Encûnmena Êzdiyên Sûriyeyê de li dijî van hilbijartinan bûn ku vî rengî ne ku têde neheqî li kurdan hatiye kirin û têne bi 9 kursiyan hatine sînordarkirin, lê dîsan ji ber ku hewldesta ENKSyê û Mezlûm Ebdî ew bû ku em beşdarî hilbijartinan bibin, em beşdar bûn wekî pabendiyekê bi hewlesta kurdan.
Rûdaw: Hikûmet heta niha razî nebûye bi dayîna kotayekê ji bo kurdên Êzidî, lê li aliyekî din saziyên kurdên Êzidî hem di nava ENKSyê û hem di nava Rêveberiya Xweser de cih digirin. Hejmarek ji berbijêrên ENKSyê di hilbijartinan de bi ser ketin, çima cih neda berbijêrekî Kurd ê Êzidî?
Serhan Îsa: Me ji wan daxwaz kir. Ez endamekî serokatiya ENKSyê me û me di riyên fermî de ew daxwaz pêşkêş kir. Me got du rê li pêşiya me hene: Yan hemû li ser kotaya Kurdan rêk bidin û endamekî Êzidî di parlamentoyê de hebe, yan jî guvaşeke mezin li Şamê bikin ku serokê Sûriyeyê kursiyekê bide Êzidiyan.
Mixabin her du jî bi cih nehatin. Ez bi navê hemû Êzdiyên Sûriyeyê û Encumena Êzdiyên Sûriyeyê em niha hawara xwe di vê qonaxa dîrokî de digihînin cenabê Serok Barzanî. Serok Barzanî gelek pirsgirêk û derdê miletê kurd li herçar perçeyên Kurdistanê çareser kirine û li wan bûye xwedî.
Hîn qonax derbas nebûye û derfet ji dest neçûye lewma ez hawar xwe dighînim Serok Barzanî ku destwerdanê bike û alîkariya Êzdiyên Sûriyeyê bikin û mafê me li vî welarî neyê binpêkirin. Em bêhêvî bûne. Aliyên kurd ên li Rojavayê Kurdistanê heta radeyekî gunehbar in di heman demê hewleta hikûmeta Sûriyeyê li himberî kurdên Êzidî helwesteke neyînî ye.
Rûdaw: Eger rewş bi vî awayî berdewam bike û ti kursî ji we re di parlamentoyê de nebe, helwesta we dê çi be?
Serhan Îsa: Em dê yekser bibin opozisyon. Tevî gelek têbîniyên me ser vê hikûmetê û gelek tiştên xirab çê bûn lê em weke Kurd û Êzidî me got em derfetekê bidin vê hikûmetê. Em 15 sal in di nav rikberiyê de ne û eger pêwîst bike em ê 15 salên din jî di rikberiyê de bimînin. Hêza me ya çekdarî nîne, xwediyê me jî tune ne. Tenê karê me yê ragihandinê û aştiyane heye.
Rûdaw: Hûn li Ewropayê dimînin û hebûna we li navendên biryardanê yên cîhanê heye. Hûn plan dikin ku çalakiyan an xwenîşandanan bikin?
Serhan Îsa: Ji bo mijara hilbijartinan, me heta niha tevgerên mezin nekirine, ji ber ku em di nav tevgereke dîplomatîk de bûn. Me bi aliyên Fransayî, Brîtanyayî, Alman û her wiha bi her du aliyên Kurda yên li Rojavayê Kurdistanê re dan û standin kir û bi hikûmeta Sûriyeyê re jî li asteke bilin me dan û stendin kirine.
Rûdaw: Pirsa min a dawî, derbarê rewşa Kurdên Êzidî li Efrînê ye. Ti amar heye ku çend Kurdên Êzidî vegeriyane ser cih û warên xwe?
Serhan Îsa: Bi rastî amarek diyar nîne, lê hejmareke baş vegeriyaye û em bi vê yekê kêfxweş in. Em wekî Encumena Êzidiyên Sûriyeyê piştevanê vegerê ne. Hejmareke baş vegeriyaye lê hîna hejmareke zêde ji Kurdên Êzidî li Libnan, herêma Kurdistanê û nava Sûriyeyê li bajarên cuda dimînin û em hêvî dikin ew jî zû vegerin.
Rûdaw: Dema ku vedigerin malên wan radestî wan tê kirin?
Serhan Îsa: Dibe ku ev prose ne hêsan be û ne jî ji sedî sed 100 be. Hinek rewşên wiha derdekevin lê bi gitşî baş e. Rewşa Efrînê hêdî hêdî ber bi başiyê ve diçe.