Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ji ber piştgiriya wî ya ji bo helwesta Îmaratê ya li ser 3 giravên Kendavê rexne li Serokwezîrê Kanadayê girt û got, "Kanadayê dîroka xwe ji bîr kiriye."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro li ser hesabê xwe yê Xê bersiva hevdengiya Serokwezîrê Kanadayê ya bi berpirsên Îmaratê re da û got:
"Îmarat sala 1971ê hatiye avakirin, tevî vê yekê jî daxwaza xwedîlêderketina li 3 giravan dike ku dîroka wan a Îranîbûnê û girêdayîbûna wan a bi axa Îranê ve vedigere hezar salan beriya avabûna wî welatî.
Cihê matmayînê ye ku niha Serokwezîrê Kanadayê dengê xwe xistiye nav vê bangeşeya pûç!"
Beqayî amaje bi wê yekê kir, pêwîst e Kanada ji her welatekî din zêdetir di girîngiya rêzgirtina li yekparçeyiya axa welatan û serweriya niştimanî de têbigihêje û dîroka xwe ji bîr neke.
Beqayî di peyama xwe de bal kişand ser çend qonaxên dîrokî yên Kanadayê û da zanîn:
"Pêwîst e Kanada êrişa Amerîkayê ya di şerê sala 1812an de, daxuyaniya pêvekirina Montrealê ya sala 1849an û ji hemûyan jî nûtir, gefên Trump ên ji bo kirina Kanadayê bi eyaleta 51emîn a Amerîkayê ji bîr neke."
Beqayî berê xwe da berpirsên Kanadayê û got:
"Gelo yekparçeyiya axê û pêbendbûna bi rastiyên dîrokî ji bo Kanadayê bingeheke neguher e an tenê dema ku pêwendiya wê bi wê bi xwe ve hebe girîng e?"
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê hişyarî da Kanadayê û ragihand:
"Welatekî ku bi xwe bi sedan sal e ji bo parastina yekparçeyiya axa xwe li hemberî xwesteka cîranê xwe yê başûr rawestiyaye, çawa dikare li hemberî nakokiyeke çêkirî û xeyalî piştgiriyê bide bangeşeyeke axî ya derewîn ku serkêşiyeke metirsîdar e?
Gelo ew qet nefikiriye ku ev karê wî wekî birîna wê şaxa ku ew bi xwe li ser rûniştiye ye?"
Ev helwesta Îranê piştî wê yekê tê ku 27ê Çiriya Pêşîn, Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney û Alîkarê Mîrê Ebû Dabiyê Şêx Xalid Bin Mihemed Bin Zayed Al Nehyan bi fermî daxwaza bidawîanîna "dagirkeriya 3 giravên Îmaratê; Tumba Mezin, Tumba Biçûk û Ebû Mûsayê" kir.
Her du serkirdeyan di heman demê de amaje bi wê yekê kir ku ew pêngava Îranê "binpêkirina serweriya Îmaratê û bingehên peymannameya Neteweyên Yekbûyî ye."



