Hewlêr (Rûdaw) - Metirsî heye ku hewldanên navbeynkariyê têk biçin û şer dest pê bike.
Ji ber vê yekê Îranê ji bo jinan navendeke nû ya perwerdeya leşkerî vekir.
Di vê navendê de bi dehan jinên xwebexş tên perwerdekirin.
Ew li ser bikaranîna çekên giran, nîşangirî, parastina şaristanî û operasyonên leşkerî yên taybet tên perwerdekirin.
Roja sêşemê (10ê Çiriya Paşîn a 2026an), li Meydana Azadiyê ya Tehranê perwerdeya bi kom a jinên xwebexş hat kirin.
Ew xwe wekî "Canfîda" bi nav dikin.
Di çarçoveya perwerdeyan de, jinên beşdar rahênan kir û wan li ser daketina bi werîsan a ji cihên bilind ji bo ser erdê, bikaranîna qenas, hawan û doçkayan perwerde dît.
Armanc amadekirina milyonek xwebexş e
Ev navend beşek e ji wê gava berfireh a ku rayedarên Îranê meha adara îsal dest pê kiriye.
Armanca wan ew e ku milyonek xwebexş perwerde bikin da ku bersiva her êrişeke leşkerî bidin.
Di mehên borî de jî li Tehranê û çend bajarên din ên Îranê navendên bi vî rengî hatibûn vekirin.
“Dema welat bikeve metirsiyê, ev kar hîç in”
Jina xwebexş a 20 salî Faîze Çinarî got, "Dema welat û nîştimanê me bikeve metirsiyê, ev kar hîç in. Ji bo ku em şeqamekê li rûyê dijmin bixin em dê karên ji vê jî zehmettir bikin.
Ti ferq di navbera jin û mêr, ciwan û pîran de nîne. Em hemû hewl didin dijmin ji nav bibin. Bê guman ez bawer nakim rojek bê ku dijmin pê bixe ser vê axê."
Berpirsa Rêxistina Besîca Jinan a li Fermandariya Artêşa Pasdaran a Tehrana Mezin Mesûme Ekberî jî li ser mijarê axivî û got:
"Ev xul ji naskirina çekên sivik, demançe, çekên taybet û mîkro-dronan pêk tê. Her wiha jin li ser pergala parastina asmanî, çekên êrişê û çekên li ser milan tên perwerdekirin.
Prensîbên parastina bajaran, bersivdana bilez, operasyonên hawarçûnê, alîkariya civakê û vemirandina agir jî beşek ji perwerdeyê ne."
"Canê min fîdayê rêber be"
Di dema perwerdeyan de, jinên di nav wesayîtên leşkerî de dirûşm berz dikirin.
Wan dirûşmên "Ev artêş ji bo evîna rêber hatiye" û "Canê min fîdayê rêber be" didan.
Egera gurbûna şer
Piştî destpêkirina şer ji meha sibata îsal ve, rayedarên Îranê bi berdewamî nimayîş û perwerdeyên leşkerî dikin.
Vekirina van navendên leşkerî di demeke hesas de ye.
Metirsî heye ku eger dan û standin û hewldanên dîplomatîk bi ser nekevin, agirê şer careke din li herêmê gur bibe.



