Hewlêr (Rûdaw) - Li Dadgeha Tawanan a Kerexê ya li Bexdayê, salonek ji bo darizandina 6 gumanbarên Fransiz ên ser bi DAIŞê ve hat amadekirin.
Dema ku navên gumanbaran dihatin xwendin, polîsekî ew yek bi yek dibirin nav qefeseke 3 metreçargoşeyî.
Dadger îfadeyên her yekî ji wan dixwend û pişt re pirs ji wan dikir.
Ew her 6 endamên DAIŞê beşek in ji komeke 47 kesî ya xwedî nasnameya Fransayê.
Ew berê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve li Rojavayê Kurdistanê hatibûn girtin û pişt re radestî Îraqê hatibûn kirin.
Beriya niha jî 7 ji wan çekdaran ji aliyê dadgeha Îraqê ve bi heta hetayê û cezayên cuda hatibûn cezakirin.
Di rûniştinê de Nûnerê Balyozxaneya Fransayê ya li Bexdayê û 2 parêzerên ku dadgehê ji bo wan dabîn kiribûn amade bûn.
Her wiha nêzîkî 12 rojnamegeran rûniştin dişopand ku tîma Tora Medyayî ya Rûdawê jî di nav wan de bû.
Gumanbarê yekem ê ku bi cilên zer ên girtîgehê anîn salonê navê wî Sufyan Ehmed Îsa bû.
Ew sala 1995an li bajarê Lilleyê yê Fransayê di malbateke Cezayîrî de ji dayîk bûye.
Beriya ku tevlî DAIŞê bibe, li Fransayê xwendekarê Fakulteya Bijîşkiya Giştî bû.
Dema ku ew anîn ber dadger, wî jê pirsî: "Parêzerê te li ku ye?"
Sufyan di bersivê de got: "Parêzerê min çû derveyî welêt û berî ku biçe xwe ji dosyeya min vekişand."
Dadger jî hema wê gavê biryar da ku li ser mesrefa dadgehê parêzerek ji bo wî were erkdarkirin.
Beriya ku dadger li ser ekrana li salonê li lixwemikurhatin û delîlan binêre, Sufyan berê xwe da dadger û got:
"Cenabê dadger, ez di bin şkenceyê de (li girtîgeha Îraqê) neçar mam ku van gotinan bibêjim."
Dadger jî biryar da ku di rûniştina duyem de derfet bê dayîn ku Sufyan bi destê xwe îfadeyên xwe binivîse.
Pişt re dadger rûbirû ji wî re got:
"Sufyan, ji bilî gotinên te bi xwe, gelek delîlên sûcdarkirinê li ser te hatine tomarkirin.
Di nav wan de Polîsê Navneteweyî (Înterpol) jî li pey te digere û dadgeha Fransayê jî biryara girtina te daye."
Pişt re li ser ekranê delîl li pey hev hatin nîşandan.
Derket holê ku Sufyan di nav DAIŞê de li "Wîlayeta Reqayê" xwedî erkên ewlehî û leşkerî bûye.
Li gorî lixwemikurhatinên wî yên ku dadger xwendin, meaşê wî yê mehane 50 dolar bûye.
Di dema nîşandana delîlan de Sufyan li ekranê dinêrî lê Erebiya wî têrê nedikir ku ji gotinên dadger fêm bike.
Ji ber wê jî bi rêya wergêrê li kêleka xwe tim dixwest ku gotinên dadger ji bo wî wergerînin Fransî.
Di dawiyê de dadger biryar da ku darizandina Sufyan taloqî 23yê Çiriya Paşîn were kirin.
Dadger ji parêzeran aciz bû
Gumanbarê duyem ê ku bi heman cilên zer anîn ber dadger Romain Garnier bû.
Ew kesekî zeîf û çermspî yê bi eslê xwe Fransiz e.
Dadger jê pirsî bê ka beriya rûniştinê bi parêzerê xwe re axiviye yan na.
Dema Romain got "Na", dadger bi hêrs berê xwe da parêzerên dadgehê û got: "Çima hûn pê re neaxivîn?"
Bersiveke zelal a parêzeran nebû, wan tenê soz da ku di demeke herî kurt de wî bibînin.
Ji ber vê sedemê, darizandina Romain jî hat taloqkirin.
Piştî wî, gumanbarên bi navê Mihemed Salim, Sufyan Ebdilhemîd û Thomas Jean-Marc anîn hundir.
Ji ber ku derfeta wan jî çênebûbû bi parêzerên xwe re biaxivin, dadger rûniştina wan jî taloqî 23yê vê mehê kir da ku mafê wan ê parastinê bê parastin.
Bin Yûnis Yehyawî: Ji qada petrolê ber bi polîsiya DAIŞê ve
Gumanbarê dawî yê ku birin ber dadger û dadgehê parêzer ji bo wî diyar kir, navê wî Bin Yûnis Yehyawî bû.
Ew bi eslê xwe Mexribî ye, sala 1991ê ji dayîk bûye û bavê çar keç û kurekî ye.
Wekî piraniya hevalên xwe, navê Bin Yûnis jî di lîsteya Înterpolê ya kesên lêgerîn li ser wan heye de bû.
Li gorî delîlên ku li dadgehê hatin eşkerekirin, ew sala 2014an tevlî DAIŞê bûye lê piştî sala 2015an ji bo demekê dev ji şer berdaye û li qada petrolê ya Umerê ya li parêzgeha Dêrezorê wekî karmendekî asayî xebitiye.
Dû re dîsa vegeriyaye beşa leşkerî ya DAIŞê û bûye endamê "Polîsê Îslamî" yê rêxistinê.
Li gorî gotina wî, meaşê wî yê mehane 150 dolar bûye.
Pêwendiya bi malbatan re û dema rûniştinên din
Di beşeke din a rûniştinê de, du ji wan gumanbaran ji dadger xwest ku rê bidin wan telefonî malbatên xwe bikin.
Dadger di bersivê de diyar kir ku birêvebiriya girtîgehê destûr daye wan ku telefon bikin lê malbatên wan bersiva telefonê nedaye.
Her wiha wan gumanbarên ku berê bi malê re axivîbûn jî xwest ku dema axaftina wan a bi telefonê ya bi malbatên wan re bê dirêjkirin.
Biryar e 18ê mehê hejmareke din ji gumanbarên wê koma 47 kesî li heman dadgehê bên darizandin.
Rûniştina darizandina van her 6 gumanbaran jî dê 23yê mehê ji nû ve dest pê bike.


.webp&w=3840&q=75)
