Hewlêr (Rûdaw) - Ev 5 roj in ku ciwanek li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê winda ye û ji bo dîtina wî dest bi xebatên lêgerînê hat kirin.
Barîş Cecoyê 26 salî yê li navenda bajêr dijî ji bo cejnê çûye gundê Zavodê û ji 30ê Gulanê ve ti xeber jê nîne.
Gundiyan dest bi lêgerînê kir
Gundiyan ji bo dîtina wî ciwanî lêgerîn kir lê dema ev hewldan bêencam man, malbatê agahî da tîman.
Li ser agahdarkirinê, cendirme û tîmên AFADê dest bi xebatên lêgerînê kir.
Komando û kûçikên şopger jî beşdarî xebatên lêgerînê bûne û tîm bi dronên termal li qadê digerin.
Her wiha tîm ji bo dîtina Barîş Ceco li kamerayên ewlehiyê yên li derdorê jî dinêrin.



