Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek û kamyonek li hev qelibîn.
Di qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû.
Li gorî nûçeya DHAyê, qeza saet derdora 16:00an li ser rêya Wêranşar û Rihayê çêbûye.
Kamyonek û otomobîlek li hev qelibîn lê hîn nasnameya şofêran û plaqeyên wesayîtan nehatine zanîn.
Bi bandora lêxistin otomobîl di binê kamyonê de ma.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û tîmên agirvemirandinê çûn cihê qezayê.
Sê kes di otomobîlê de asê mabûn.
Tîmên agirvemirandinê ew her sê kes ji nav wesayîtê derxistin.
Tîmên tenduristiyê kontrol kir û diyar bû ku 2 kes mirine.
Tîmên tenduristiyê ew kesê ku bi giranî birîndar bûbû jî bi ambulansê veguhast nexweşxaneyê.


.webp&w=3840&q=75)
