Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qowanciyanê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê barana zêde bû sedema lehiyê.
Rêya sereke ya di navbera Xarpêt û Dêrsimê de ji her du aliyan ve hat girtin.
Welatiyekî ku di nav otomobîla xwe de asê mabû, ji aliyê tîman ve hat rizgarkirin.
Li navçeya Qowanciyanê doh ji nişka ve baraneke zêde bariya.
Ji ber bilindbûna asta avê, rêya sereke ya di navbera her du parêzgehan de bi temamî ji kar ket.
Lehiyê zerereke mezin gihand zeviyên çandiniyê, cihên niştecihbûnê, kargeh û çend dezgehên fermî û her wiha zerer gihîşt çend otomobîlan jî.
Welatiyek hat rizgarkirin
Ji ber girtina rêyê, welatiyek di nav ava lehiyê de di otomobîla xwe de asê ma.
Piştî agahdarkirinê, tîmên rizgarkirin û lêgerînê bi hevahengiya polîs, cenderme û karmendên tenduristiyê çûn herêmê.
Piştî hewldaneke zêde, tîman ew kes bi silametî rizgar kir û ew şand nexweşxaneyê.
Niha hewldana tîman a vekirina rêyê didome ku êdî çûn û hatina şofêran asteng nebe.
Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê radigihîne ku tê pêşbînîkirin ev rewşa hewayê 2 rojên din jî bidome.
Her wiha hişyariyeke tund dide welatiyan ku ji deverên nizm dûr bikevin.
Endamekî tîmên rizgarkirinê ji Rûdawê re got, "Em niha di qonaxa paqijkirina bermahiyên lehiyê de ne."



