Hewlêr (Rûdaw) - Xwişk û birayekî ji bajarê Kamyaranê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin desteserkirin û ji bo cihekî nediyar hatin veguhestin.
Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê ragihand, "Hêzên ewlehiyê li gundê Lonê yê bajarê Kamyaranê xwişk û birayek desteser kirin."
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê bêyî agahdarkirinê bi ser mala Kejal Rehmanî û Danyal Rehmanî de girtiye.
Hêzên ewlehiyê ew desteser kirine û ji bo cihekî nediyar birine.
Danyal Rehmanî xwendekarê beşa endezyariya komputerê ye Zanîngeha Azad a Sineyê ye.
Heta niha li ser sedema desteserkirinê û cihê ragirtina Kejal Rehmanî û Danyal Rehmanî ti agahî nînin.
Xwişk û birayê endamekî KODARê ne
Li gorî rêxistinên mafên mirovan, ew xwişk û birayê Cemal Rehmanî ne ku endamê Konseya Serkirdayetiya Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bû.
Ew sala 2017an li gel 2 endamên din ên PJAKê li navçeya Pîrbaxiyê ya Kamyaranê ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin.
.webp&w=3840&q=75)


