Wan (Rûdaw) - Şahiya taştêyê li Wanê tê lidarxistin û şandeyeke Herêma Kurdistanê jî beşdar e.
Parêzgarên Dihokê û Hewlêrê dibêjin armanca wan a ji vê beşdariyê bipêşxistina pêwendiyên li gel Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye.
Ev şahî bi navê "Roja Cîhanî ya Taştêyê" li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê tê lidarxistin.
Gelek berpirsên Herêma Kurdistanê ji bo vê şahiyê hatine vexwendin ku di nav wan de Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Parêzgarê Dihokê Elî Teter û Berpirsê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb jî hene.
Nûçegihana Tora Medyayî ya Rûdawê Dilniya Rehmana ku şahiyê dişopîne diyar kir ku gelek kes ji Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Soranê li ser vexwendina fermî ya Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê gihîştine bajêr.
'Bakurê Kurdistanê ji Ewropayê xweştir e'
Parêzgarê Dihokê Elî Teter ji Rûdawê re ragihand:
"Cara yekem e ku em bi şandeyeke bilind a Herêma Kurdistanê beşdarî şahiya taştêya Wanê dibin."
Taştêya Wanê li ser asta cîhanê gelekî navdar e û her sal ev şahî tê lidarxistin.
Elî Teter da zanîn ku armanca wan ne tenê xwarina taştê ye, di heman demê de bipêşxistina pêwendiyên civakî yên xelkê deverê û Herêma Kurdistanê ye.
Elî Teter pêşniyar kir ku geştyar li şûna welatên din, biçin serdana Bakurê Kurdistanê û got:
"Ew der ji Ewropayê jî xweştir e û xelkê me li wir pirsgirêka ziman û çandê jî nakişîne."
Daxwaza ji bo zêdekirina liv û tevgera bazirganî
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li ser Deriyê Navneteweyî yê Zêtê ji Rûdawê re axivî û anî ziman:
"Cara yekem e ku em ji bo girêdana parêzgehên Hewlêrê û Wanê di vê deriyê re derbas dibin.
Em bi otomobîlên xwe di wir re hatin ku di 2 salên borî de hatiye vekirin."
Ev derî li ser sînorê navçeya Mêrgasorê û parêzgeha Colemêrgê ye.
Umêd Xoşnaw diyar kir ku vekirina vê deriyê hêsankariyeke mezin ji bo çûn û hatina xelkê kiriye.
Berê çûn û hatina xelkê zêdetirî 17 demjimêran dikişand lê niha daketiye demjimêrekê.
Xoşnaw her wiha anî ziman ku gelek şirketên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê dixebitin û bangî hikûmeta Îraqê kir ku ji bo liv û tevgera bazirganî ya li deriyên Zêt û Serzêrê hêsankariyan bike.
Dîroka hezar salî ya taştêya Wanê
Li gorî amarên Rûdawê, 21 berpirs ji Hewlêrê, 13 ji Dihokê û 12 berpirs jî ji Soranê di şandeyê de ne.
Taştêya Wanê sala 2014an bi beşdariya 51 hezar û 793 kesan ketibû Pirtûka Rekoran a Guinnessê.
Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva ji Rûdawê re got ku dîroka taştêya Wanê digihêje hezar salî.
Ew niha bi hevahengiya UNESCOyê hewl didin vê nirxa çandî biparêzin.
Di taştêya Wanê de zêdetirî 20 cure xwarinên Kurdî yên xwemalî hene ku penîrê bi sirîk, hingiv, to û nanê tendûrê yên herî sereke ne.


