Hewlêr (Rûdaw) - Nûçegihan û Berpirsê Nivîsgeha Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz piştî ku li ser rêya Bexda-Besreyê rastî qezayeke trafîkê hat piştî nîvroya îro ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest da.
Helkewt Ezîz nûçegihanekî çalak bû û li cem hemû xelkê Kurdistan û Îraqê ezîz bû. Wî bi bawerî û rastgotinî rûmala nûçeyan dikir.
Helkewt Ezîz 20ê Kanûna Pêşîn a 2015an li Rûrdawê dest bi kar kiribû.
Jiyan û karê wî
Helkewt Ezîz ji bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê bû.
Ew 1989an di koçberiyê de li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye.
Wî dîplomaya xwe ya derhêneriyê ji beşa şanoyê ya Enstîtuya Hunerên Bedew a Kerkûkê wergirtibû.
Ew nêzîkî 16 salan e di warê medyayê de dixebitî.
Beriya ku li Rûdawê bixebite, ew li Kerkûkê di çend kanalên navxweyî de xebitîbû.
Rûmalên wî yên bibandor
Helkewt Ezîz bi berdewamî bi hevalkarên xwe yên li nivîsgeha Bexdayê re, rûmala rûdanên Îraqê û jiyana xelkê dikir.
Wî meha Hezîrana 2018an rûmaleke berfireh a xwenîşandanên xelkê Besreyê kir.
Raporên wî yên vîdeoyî yên derbarê dîtina 76 termên Kurdên enfalkirî yên li çolên Semawayê de ku meha Tîrmeha 2019an hatibûn amadekirin, ji bo xelkê Kurdistanê gelekî dilhej bûn.
Bi taybetî çîroka wan zarokên ku di dema gulebarankirinê de bi tundî xwe bi hembêza dayîkên xwe ve zeliqandibûn.
Tora Medyayî ya Rûdawê ji ber vê windahiya mezin sersaxiyê ji malbat, xizm û kesûkarên wî re û ji hemû bîner, guhdar û xwînerên xwe re dixwaze.



