Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Hewldana Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê konferansek li dar xist.
Ev komîte ji PÊLKURD, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Tevgera Vejînê ya Kurdistanê (VEJÎN) û kesayetiyên serbixwe pêk tê.
Armanca vê konferansa ku 7ê Hezîrana 2026an hat lidarxistin, pêkanîna yekîtiya neteweyî ye.
Dîwana konferansê hat diyarkirin
Di dîwanê de Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PWKyê Nezîr Gelerî, Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PSKyê Salihê Omerî, Nûnerê PÊLKURDê Halûk Gokalp û Nûnerê VEJÎNê Yusuf Aşîtî û Sedat Dogan cih girt.
Di destpêka konferansê de ji bo şehîdên Kurdistanê bi sirûda "Ey Reqîb" deqeyekê rêz hat girtin.
Peyamên ji bo yekîtiyê
Piştî rêzgirtinê nûnerên partiyan gotarên xwe pêşkêş kirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê PSKyê Serhad Amedî, Birêvebirê PÊLKURDê Fuat Onen û Berdevkê VEJÎNê Ferîd Azad li ser girîngiya yekîtiyê axivîn.
Her wiha li ser navê kesayetiyên serbixwe Alî Oncû û Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk jî nêrînên xwe anîn zimên.
Di berdewamiya konferansê de Nûnerê Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan Osman Karavîl, Serokê Cemiyeta Rojnamegerên a Anadoliyê Cemîl Aydemîr û Berpirsê Qoser TVyê Îsmet Ketboga axivîn.
Her wiha keça Kurd Rewşen, Alîkarê Serokê Giştî yê PWKyê Bedran Acar û ciwanê Kurd Kadir Unal jî bîr û rayên xwe parve kirin û pirsên xwe ji axêveran kirin.
Axêverên konferansê jî yek bi yek bersiva pirsên beşdaran da.
Li gel endam û birêvebirên aliyên ku ev konferans organîze kiriye, gelek nûnerên saziyên din jî beşdarî konferansê bûn.
Nûnerên PDK-Bakur, HAK-PAR, Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê (PDK-S), Tevgera Azadiya Kurdistanê ya li Sûriyeyê û Partiya Demokrat a Kurdî (El Partî) di konferansê de amade bûn.
Her wiha nûnerên Weqfa Hemîdê Smeîlaxa, Nûbihar, Komeleya Cotkaran, Baroya Mêrdînê, Odeya Bazirganiyê ya Nisêbînê, Komeleya Tixûbiyan, Koma Xebata Xursî û Endamê Meclisa Şaredariya Qoserê Cebraîl Dînler jî tevlî civînê bûn.
Hat ragihandin ku dê di rojên pêşiya me de li hinek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî konferansên bi vî rengî werin lidarxistin.



