Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a li herêma Kobaniyê Emîn Salih li ser wan bûyeran axivî ku li gundê Aşmê rû daye.
Emîn Salih diyar kir ku hinek alî hewl didin pêvajoya tevlîbûnê ya di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Veguhêz de asteng bikin.
Emîn Salih li ser bûyerên ku li gundên Aşmê û Cedeyê yên Kobaniyê qewimîn agahî dan ANHAyê.
Emîn Salih diyar kir ku sedema aloziyê nakokiyeke di navbera du şivanan de bû û ev nakokî pişt re veguheriye şerekî di navbera du malbatan de.
Li gorî daxuyaniya Emîn Salih, dewriyeyeke ewlehiyê ji bo destwerdanê (midaxele) çûye cihê bûyerê lê ji ber têgihiştineke şaş a şêniyan, dewriye rastî gulebaranê hatiye.
Di encamê de endamekî hêzên ewlehiyê birîndar bûye û zerer gihiştiye wesayîta wan.
Dron ket û agir bi gund ket
Emîn Salih di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di dema operasyonê de endamekî dewriyeyê ketiye çaleke kûr û winda bûye.
Wî anî zimên ku hêzên ewlehiyê guman kiriye ku ew hatiye revandin û li pey çû:
"Di dema lêgerînê de, droneke me ji ber pirsgirêkeke teknîk ket û bû sedema agirekî li gundê Aşmê.
Vê yekê jî rê li ber pevçûneke sînordar a di navbera gundiyan û hêzên me de vekir. Paşê ew endamê windabûyî di nav çalê de bi birîndarî hat dîtin."
Endamê Fermandariya Giştî ya Asayîşê ragihand ku hêzên wan destwerdan kiriye, rewş aram kiriye û çend gumanbar desteser kirine.
Her wiha hat diyarkirin ku berpirsê dewriyeyê jî ji bo lêpirsînê hatiye girtin.
"Dixwazin fitneyê derxin"
Bi gotina Emîn Salih, hinek aliyan hewl daye vê bûyerê ji bo derxistina fitneyê ya di navbera Kurd û Ereban de bi kar bînin.
Wî eşkere kir ku di heman rojê de, xaleke ewlehiyê ya li gundê Cib El-Ferecê jî 3 caran rastî êrişan hatiye.
Emîn Salih destnîşan kir ku ev hewl hemû ji bo astengkirina pêvajoya tevlîbûnê ya di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Veguhêz de ne.
Salih diyar kir ku ev pêvajo didome û heta niha nêzîkî ji sedî 70yê dosyeyên taybet ên wekî wesayît û çekan radestî Ewlekariya Hundirîn a Helebê hatine kirin.
Pirsgirêkên dadweriyê
Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kobaniyê Emîn Salih ragihand ku pirsgirêka sereke ya Asayîşê ya li Kobaniyê mijarên dadweriyê ne.
Emîn Salih diyar kir ku ev mijar dereng mane û ev yek dibe sedema derketina pirsgirêkan.
Li gorî gotinên wî, her dema ku ev yek çareser bibin dê Asayîş cihê xwe di nav Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê de bigire.



