Hewlêr (Rûdaw) - Dengbêjê Rihayî Ehmed Kaplan li quntarên Çiyayê Qerejdaxê yê li navçeya Siwêregê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê awazên dengbêjiyê tevlî çêja hingivê Kurdistanê dike.
Dengbêj Kaplan li gel karê hunerî ji bo debara mala xwe jî berî 10 salan dest bi karê xwedîkrina mêşên hingiv kiriye.
Dengbêj û stranbêjê ku hingivê xwezayî hildiberîne, diyar kir ku ji bo debara 5 zarokên xwe vî karî dike û bi vî rengî behsa hûrgiliyên karê xwe kir:
“Her mêşek bi dirêjehiya temenê xwe 6 dilop hingiv çêdike. 40 hezar mêş li ser 6 milyon kulîlkan digerin û dikarin kîloyek hingiv çêbikin.
Temenê mêşekê 6 hefte ango 42 roj in. Piştî 42 rojan mêşên xebatkar dimirin. Jiyana dayîka wan tenê dirêj e, ew jî ji ber ku şîrê mêşê zêdetir dixwe, temenê wê 4-5 sal in.”
Dengbêj Kaplan, kewarên xwe zivistanan li Deşta Sirûcê datîne û bihar û havînan jî li quntarên Çiyayê Qerejdaxê bi cih dike.
“Em tên rûbarê Qerejdaxê. Ev Çiyayê Qerejdaxê ye. Ev jî zevî ne, hîn şîn in, em ê heya mehekê li vê derê bin.
Piştî mehekê em ê herin serê Çiyayê Qerejdaxê, li wê derê striyê gûnî hene. Em ê mehekê jî li wir bin û dû re berê xwe bidin Deşta Sirûcê.
Lê wê derê jî gihayê xeşûlê heye. Gihayê xeşûlê li cografya û welatê me gihayekî bi qîmet e. Hingivê wî jî xwezayî çêdibe, ji bo mirov û nexweşiyan derman e.”
Li gorî amarên Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê, li Rihayê 186 hezar û 221 kewarên hingiv hene û sala 2025an li Rihayê 2 hezar û 285 ton hingiv hatiye hilberîn.
Riha li ser Tirkiyeyê di warê hilberîna hingiv de di nav 81 parêzgehan de di rêza 8emîn de ye.


.jpg&w=3840&q=75)