Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bû desthilat, xwediyên erdan dibêjin ku çekdar ji Serê Kaniyê diçin nav zeviyên wan.
Ew çekdar rê li ber patozan digirin û ji sedî 25ê pereyên bêderê dixwazin an jî nahêlin ku ew bixebitin.
Malbata Salih Ebdo xwediyê 950 donimî ye û wan di vê serdema bi xêr û bêr de ji bilî zererê tiştek bi dest nexistiye.
Xwediyê erd Salih Ebdo anî ziman:
“Em ji sala 1978an ve li ser vî erdî mintîfih in û heta sala 1988an ti berhem ji erdê wan nedihat.
Îsal berhem baş bû lê wan bi zorê dest danî ser.
Ceh rakirin û genim hîn nehatiye çinîn.
Ew tên cem patozên di nav erdê me de û dibêjin, ev erd yê me ye.
Wan ji me re got ku em para xwe û zerera xwe hildin û para din a wan e."
Ji gundê Xenamiyê 29 malbat bûne mexdûr in û dest danîne ser 5 hezar û 600 donim erd û zeviyên wan.
Ew li odeya mezin a gund rûniştine û qehweya xwe ya tehl vedixwin.
Ev tehlbûn wekî zilma li wan tê kirin û xwarina keda wan e.
Wan li cem parêzgarê Hisîçayê gilî kiriye.
‘Wateya vê yekê ew e ku em dê we bikujin’
Xwediyê erd Mehmûd Biro diyar kir ku Sûriyeyê li şûna erdên wan ên ku dabûn Erebên Xemer, erd daye 28 malbatan.
Biro destnîşan kir ku çekdar ji rêyên dûr bi çekan tên û li gorî gotina xwediyê patozê, çekên wan di amadebaşiyê de bûn û got:
"Wateya vê yekê ew e ku em dê we bikujin.
Wan hasil bir û ji wan re gotin bila sala bê kes neyê ser vî erdî."
Kembera Erebî
Ji sala 1973yan heta 1976an, di projeya Kembera Erebî de hikûmeta Sûriyeyê 70 hezar hektar erd ji Kurdan standin.
Wê demê ew erd dan 4 hezar malbatên Ereb ên ji Reqayê ku ew anîn û li Rojavayê Kurdistanê bi cih kirin.
Lê di qonaxeke din de ji wê projeyê, bi navê "sîstema intîfahê", hinek erd li hinek cotkarên Kurd li cihên din vegerandin.
Ji ber vê yekê niha ew çekdarên Ereb ên li Serê Kaniyê daxwaza wî erdî jî ji Kurdan dikin.


