Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê got, "Di pêvajoya çareseriyê de hem Erdogan hem jî Ocalan cidî ne."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe ya li Foruma MERI 2026an de li ser pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê û rewşa Kurdên li herêmê peyamên krîtîk dan.
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku her du alî jî di vê pêvajoyê de cidî ne.
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha da zanîn ku li Tirkiye, Sûriye û Îranê ji bo Kurdan derfetên girîng derketine holê.
Nêçîrvan Barzanî di Foruma Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) de ku li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat lidarxistin axivî û li ser hevsengiyên herêmî û rêyên çareserkirina Pirsgirêka Kurdan nirxandinên balkêş kirin.
"Hem ji aliyê Erdogan hem jî ji yê Ocalan ve ciddiyet heye"
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya di navbera Tirkiye û PKKyê de û trafîka dan û standinan.
Barzanî diyar kir ku ew nêzîkatiya li Enqere û Îmraliyê ji nêzîk ve dişopînin û got:
"Di nava du salên dawî de heta ku min li cem Serokkomar Erdogan dît ev pêvajo pêvajoyeke cidî ye.
Li gorî agahiyên min, li aliyê Abdullah Ocalan jî ev rewş gelekî cidî ye."
Xalên sereke yên axaftina Serok Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser çend mijarên din ên girîng:
- "Divê em rê nedin wan aliyan ku naxwazin pêvajoya çareseriyê bi ser bikeve."
- "Dijminên Kurdan û Tirkiyeyeyê naxwazin pêvajoya çareseriyê bi ser bikeve."
- "Pêvajo hêdî bi rê ve diçe lê di rêyeke rast û durust de pêşve diçe."
- "Wekî Hewlêr û Silêmanî me piştgirî da pêvajoya aştiyê; me li gel Enqere û Qendîlê çi pêwîst be kir."
- "Ya li Sûriyeyê girîng ew e ku mafên Kurdan û hemû pêkhateyan di destûrê de werin mîsogerkirin."
Pêşkêşkar: Meha çaran şer hebû, mixabin bi dronan êrişî Hewlêr hat kirin, lewma divê em behsa wê mijarê bikin. Lê di heman demê de ez dixwazim behsa Îraqê jî bikim, her wekî çawa mêvanên berê, di nav wan de serokwezîr behsa Îraqê kir. Piştre jî ez hez dikim em behsa pirsgirêka Kurdan, doza Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê û navçeyê bikin. Lê bi rastî pirsek heye ez bawer im li cem me hemûyan çêbûye; beriya piçekê me tiştek bihîst lê ez bawer im ji sedî 80yê salona ku li vir in fêhm nekirin ka mijar çi ye; serpêhatiya birnoyê çi ye? Ew birno wateya wê çi ye ku Kak Bafil behs kir?
Nêçîrvan Barzanî: Asayî ye, Kak Qubad li vir e? Na, gelekî asayî ye. Bi dîtina min di dawiya axaftina xwe de, Kak Bafil (Talebanî) got: "Ez hîn jî Brnoya (navê çekekê ye) xwe dixwazim", ne wisa ye? Ew Brno tiştekî di navbera Kak Bafil û Cenabê Serok Mesûd Barzanî de ye, belê, di navbera wan bi xwe de ye. Di civînekê de ku em her sê bi hev re bûn, Kak Bafil daxwaz ji Cenabê Serok kir; diyar e ku jixwe tu dizanî Brno nîşaneya destpêkirina şoreşa Kurdistanê ye, şoreşê bi wê dest pê kir sala 1961ê, ne wisa ye? Wî ji Cenabê Serok re got ku ez dixwazim tu Brnoyekê wekî diyarî bidî min, wî jî got: "Baş e". Bi dîtina min Kak Bafil hîn jî heman ew behsa ku kiriye, daxwaz dike ku bi zûtirîn dem ew Brno jê re bê dayîn. Bêguman em dê hemû wê yekê ji Cenabê Serok re jî bibêjin û bi dîtina min dê bê bicîkirin jî. Serpêhatiya Brnoyê wiha ye.
Pêşkêşkar: Serpêhatiya Brnoyê; niha nêzîkî me hemûyan fêhm kir, zelalî û eşkerebûn ji bo tiştên wiha baş e. Qurban, her wekî ku hişê çêkirî got, te salek derbas kir ku tijî çalakî bû; hem wekî Serokê Herêmê, hem wekî serkirdeyekî siyasî yê Kurd, hem jî bi rastî wekî kesayetiya te bi xwe û pêwendiyên te. Lewma dibe ku em van pirsan ji her sê aliyan ve ji cenabê te bikin. Ev rewş û daxwaza ku niha Rojhilata Navîn tê de derbas dibe; şerê Amerîka û Îsraîlê li gel Îranê, pirsa Hurmizê, pirsa krîza aborî ya navneteweyî ku hat behskirin; ev rewş û tengavî tiştekî demkî ne û şerekî din e wekî şerên din, an jî cenabê te wisa dibîne ku destpêka qonaxeke nû ye di siyaset û aramiya Rojhilata Navîn de?
Nêçîrvan Barzanî: Bêguman destpêka qonaxeke nû ye li herêmê. Ew tiştê ku dest pê kiriye ne tiştekî wisa ye ku demkî be û biqede ku bêguman em jî wekî Kurd di vê yekê de, hem derfetên me hene û hem jî dibe ku gef hebin, lê ez wisa difikirim ku em dikarin derfetan gelekî zêdetir bibînin ji wê yekê ku gef bin ji bo Herêma Kurdistanê û ji bo Kurdan bi awayekî giştî. Ez bi xwe wisa dibînim.
Pêşkêşkar: Gelo dibe ku tu ji me re behsa gefan bikî? Yekem, duyem, sêyem gefa herî mezin hem ji bo Îraqê û hem jî ji bo Herêma Kurdistanê çi ye?
Nêçîrvan Barzanî: Gefa herî mezin niha ji bo rewşa Îraqê heger em lê binêrin, dibe ku zêdetir gefeke aborî be; wate pirsgirêka aborî û pirsgirêka wê yekê ku Îraq ji aliyê aborî ve ber bi ku ve diçe. Çimkî jixwe tu dizanî ku Îraq gelekî xwe dispêre hinartina petrolê û di van şeran de ji sedî 90ê Îraqê zêdetir xwe spartiye petrolê, yekane rêya hinartina petrolê ya pratîkî jî niha Tengava Hurmizê ye. Yek ji astengên mezin ên li pêşiya Îraqê bi awayekî giştî ev babetê aborî ye. Ev yek.
Pêşkêşkar: Belê, gefên din?
Nêçîrvan Barzanî: Bêguman gefa din ev e ku bi awayekî giştî li ser me ye, gelo Îraq û Herêma Kurdistanê jî li gel Îraqê, ber bi çi siyasetekê ve diçin? Gelo em li Îraqê wekî welatekî xwedî serwerî tevdigerin? Wekî welatekî asayî ku pêwendiya wî bi derdora wî re hebe, pêwendiyeke wî ya baş di navxweyî Îraqê û li derveyî Îraqê de hebe? Bi dîtina min ew yek astenga herî mezin e li hemberî Îraqê û Herêma Kurdistanê jî wekî beşek ji Îraqê. Ez wisa difikirim ku divê Îraq di vî mijarê de gelekî bi cidî hewl bide daku wekî welatekî xwedî serwerî reftar bike û baştirîn pêwendî li gel cîranên xwe û li gel derve hebe.
Pêşkêşkar: Ev gef bûn, derfet çi ne?
Nêçîrvan Barzanî: Derfet zêde ne. Heger tu li ser Kurdan hesab bikî, xwezayî ye ku derfet ji bo Kurdan hene. Lê Kurd li kîjan welatê ku lê dijîn li gorî taybetmendî û jiyana Kurdan li wan welatan; ev yek derfetên baş in ji bo Kurdan hem li Tirkiyeyê û hem li Sûriyeyê û heta li Îranê jî derfet hene. Bi rastî Kurd dikarin wan derfetan bi kar bînin û dikarin li ser wan kar bikin daku bibin derfetek ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi awayekî giştî.
Pêşkêşkar: Ez wisa baş dibînim ku em hinekî zêdetir kûr bibin di derfetan de û em welat bi welat li ser biçin, çimkî bi rastî gava ku em nûçeyan dixwînin, hêvî û guman kêm e. Heta dema ku şîrove tê kirin ji bo rewşa Herêma Kurdistanê, çi Rojava be, çi pêvajoya aştiyê li Bakur be an jî Rojhilat û Îran be, nûçe û şîrove bi awayekî erênî behsa wê nakin. Lê cenabê te tu dibêjî derfet hene, gelo nêrîna we çawa ye ku em bên û welat bi welat behsa wê bikin? Bila em ji Bakur dest pê bikin; pêvajoya aştiyê li Bakur di navbera PKKyê û di navbera hikûmeta Tirkiyeyê de, bi xwendina cenabê te û bi nirxandina cenabê te çi qasî cidî ye, û çi qasî metirsiya wê yekê li ser heye ku ji rêçika xwe derkeve?
Nêçîrvan Barzanî: Ez wisa difikirim ku sibe birayê min ê rêzdar Kak Tuncer Bakirhan paneleke wî heye û ew zêdetir dikare li ser wê mijarê biaxive, lê bila ez nêrîna xwe bibêjim. Derbarê me li Herêma Kurdistanê her tim ev pirs hebûye ku gelo ev pêvajoyeke cidî ye an jî pêvajoyeke ne cidî ye? Pîvanên wê yekê ku cidî ye an jî ne cidî ye diyar in, wate pîvanên wê jî eşkere ne.
Ez bi xwe ji aliyê kesî ve di hevdîtinên xwe de li gel Serok (Recep Tayyîp) Erdogan, heta di wê dema ku min li gel cenabê wan civîn nekiribû, bi temamî fêhm nedikir ka gelo cidî ye an na, lê bi rastî di van her du salên borî de ew tiştê ku min ji Serok Erdogan dîtiye, ev pêvajo pêvajoyeke cidî ye. Ew tiştê ku min li Îmraliyê jî dîtiye û ew tiştê ku ez dizanim û haydar im ji aliyê Serok Abdullah Ocalan ve jî, ew jî cidî ye.
Birayên me jî di DEM Partiyê de, ew gelekî di nav mijarê de ne û wan jî bi cidî dest bi vî mijarê kiriye. Ez wisa difikirim ku ev pêvajo bi cidî ber bi pêş ve diçe, lê dibe ku gilî hebin ji ber wê yekê ku gav hêdî ne. Bi dîtina min ew yek gelekî asayî ye; pêvajoyekî ku çil sal in pirsgirêk e, çil sal in şer e, çil sal in hevdu nexwendin e, çil sal in înkarkirin e, çil sal in ku tu ji neteweyekê re dibêjî ku hûn nînin, wate di vê çil saliyê de tu naxwazî bi şev û rojekê ev hemû pirsgirêk, tu nikarî pêşbîniya wê yekê bikî ku hemû bi şev û rojekê çareser bibin.
Lê bila em li pêvajoyê binêrin; di du salan de heger tiştek nehatibe kirin jî, ev du sal in kezeba ti dayîkê li wir neşewitî û ti kes nehatiye kuştin. Ev ne hindik e. Du sal in pêvajoyek heye, bi hêdî bi rê ve diçe lê şer nîne. Lewma divê cenabê te tiştekî bizanibe; heger ti destkeft nebûbe jî, hema ew bi xwe ku heta niha şer nebûye, heta niha kuştin nîne, heta niha pirsgirêk nîne, ev destkefteke mezin e. Ez vê wekî pêvajoyeke cidî dibînim.
Dibe ku gav gelekî bi vî rengî lezgîn nebin wekî ku em hez dikin, lê li ser rêçikeke rast û bi arasteyeke rast diçe. Ha ji bo ku ez wê yekê jî ji we re bibêjim, ji bo ku ez ji Serok Erdogan re bibêjim ku pêvajo li cem me cidî ye û em pê dilxweş in, di civînekê de min got: "Cenabê Serok, cîhan gelekî guheriye." Pirs kir: "Çi guheriye?" Min got: "Dibe ku cenabê te li ser bifikirî, em Kurd - wê demê Bahçelî li nexweşxaneyê bû, nexweş bû - min got em Kurd niha dia dikin û dibêjin bila tenduristiya Bahçelî baş bibe!" Min got ev nîşaneya guhertinê ye, nîşaneya wê yekê ye ku em gelekî bi cidî li vê pêvajoyê dinêrin û hêviya me ew e ku bigihîje encamekê.
Pêşkêşkar: Rola Herêma Kurdistanê çawa ye? Çawa alîkariyê dike?
Nêçîrvan Barzanî: Rola Herêma Kurdistanê, gava ez dibêjim Herêma Kurdistanê, ez behsa hemû herêmê dikim; wate bi awayekî giştî hem li Hewlêrê û hem li Silêmaniyê, rola me alîkar e ji bo wê pêvajoyê. Em alîkariya vê pêvajoyê dikin, ew tiştê ku li ser milê me be, ew nîne ku tu bibêjî welleh em dê biçin navbeynkariyê bikin, lê ew tiştê ku ji her du aliyan ve ji me re hatiye gotin, çi pêwîst be ku li ser milê me be wekî Herêma Kurdistanê, em amade ne em bikin û me kiriye jî.
Ez naxwazim biçim nav hûrgiliyan ka çi hatiye kirin, lê baştir e em neçin nav hûrgiliyan; lê ew tiştê ku pêwîst bûye li gel Enqereyê û li gel Qendîlê, ew tiştê ku pêwîst bûye li ser milê herêmê û hikûmeta herêmê bûye û li ser milê me bûye, me kiriye û em dê berdewam jî bin di gavên xwe de. Jixwe cenabê we dizanin li Parlamentoya Tirkiyeyê yasa derket, niha îro an jî doh civîna Encûmena Asayîşê li Tirkiyeyê li ser vî mijarê ye. Divê em li gel vê pêvajoyê bîhnfireh bin, û bîhnfirehiyeke me ya gelekî zêde jî hebe, lê ew tiştê ku ez dixwazim bibêjim, ez wisa difikirim ku di rêçikeke xwe ya rast de ber bi wê arasteyê ve diçe ku pirsgirêk werin çareserkirin.
Pêşkêşkar: Heger pirsgirêk çareser bibin, ti destkefta wê ji bo Herêma Kurdistanê tê de heye?
Nêçîrvan Barzanî: Destkeftên wê gelekî zêde ne. Siyaseta Herêma Kurdistanê wekî binesazî ew e ku ev pirsgirêk divê li her welatekî bi gorî taybetmendiya xwe, di çarçoveya wî welatî û cografyaya wî welatî de ku Kurd tê de dijîn werin çareserkirin. Bi dilniyayî heger ev yek çareser bibe, bi dîtina min ji bo Herêma Kurdistanê jî dê qonax û destpêkeke nû dest pê bike, hem di pêwendiya wê ya bi Tirkiyeyê re ji hemû aliyan ve û hem jî derbarê hevxemî û piştgiriya ji bo birayên me yên li Tirkiyeyê.
Pêşkêşkar: Wate rehendekî wê ji bo Herêma Kurdistanê ye û rehendekî wê ji bo Tirkiyeyê bi xwe ye?
Nêçîrvan Barzanî: Rehendekî wê ji bo Herêma Kurdistanê ye û rehendekî wê ji bo Tirkiyeyê bi xwe ye. - Bila ez wê yekê jî zêde bikim - Tirkiye jî dê derbasî nav qonaxeke gelekî girîngtir bibe. Wate ev ne ew e ku tu bibêjî tenê Kurd, Tirkiye jî heger ev pirsgirêk çareser bibe, Tirkiye jî di vê qonaxa niha de derbasî qonaxeke gelekî cuda dibe ku dikare rola xwe ya siruştî li navçeyê bilîze. Çimkî çareserkirina vê pirsgirêkê ne tiştekî hindik e, tiştekî gelekî mezin e û bi rastî hêjayî wê yekê ye heger kesek hêjayî wê yekê be ku Xelata Nobelê werbigire, divê ew kes be ku vê pirsgirêkê çareser dike. Bi dîtina min kesê yekem Cenabê Serok Erdogan e.
Pêşkêşkar: Heger ev pêvajoya aştiyê ji bo Herêma Kurdistanê baş be, ji bo Kurdên li Tirkiyeyê baş be, ji bo doza Kurdan baş be û ji bo Tirkiyeyê bi xwe jî baş be, di berjewendiya kê de ye ku bi ser nekeve? Ku wê ji rê derxe û kî dikare têk bide?
Nêçîrvan Barzanî: Ev pirseke gelekî şermezarker e! Heger derfet hebe bila em dest ji vê pirsê berdin, lê ew tiştê ku girîng e, divê em hemû pêbendî wê yekê bin û alîkar bin daku ev pêvajo bi ser bikeve, û em derfetê nedin wan destan ku hez nakin ev pêvajo bi ser bikeve. Ew kesên ku hez nakin ew pêvajo bi ser bikeve ew kes in ku neyarên Kurdan in, neyarên Tirkiyeyê bi xwe ne, ew kes in ku hez nakin.
Pêşkêşkar: Di van diwanzdeh mehên borî de heger em biçin Rojava, gelek bûyer li Rojava rû dan. Nirxandina cenabê te ji bo wan hemû bûyeran çawa bû, lê ji wê jî girîngtir ew encam e ku niha li gel wê dijîn û nûnerên Rojava jî li vir amade ne, nirxandina te ji bo wê yekê ku niha gihîştinê çawa ye?
Nêçîrvan Barzanî: Jixwe bi nirxandina min ew tiştê ku heta niha hatiye kirin, heger mirov bi awayekî waqîbînane lê binêre, ez destxweşî û pîrozbahiya wan karan dikim ku li Rojava ji bo wan ne asan bû ew tiştê ku wan kiriye, lê waqîbîn bûn. Têgihiştina wan têgihiştineke waqîbînane bû ji rewşê re û dibe ku ji vê zêdetir jî bi rastî nedihat kirin ji wê yekê ku wan kiriye. Xwezayî ye wekî ku min eyan kir, ji bo mînak modela Herêma Kurdistana Îraqê tu nikarî li Sûriyeyê cîbicî bikî.
Gelek cudahî hene; cografya cuda ye, tevlîheviya civakî cuda ye li Sûriyeyê, tu nikarî vê modelê li wir cîbicî bikî. Di serdana min de ya ji bo Sûriyeyê, ew tiştê ku ez çûm Sûriyeyê û ew tiştê ku min li Serokê Sûriyeyê Serok Ehmed Şerî dît, ev ne ew e ku bi rastî dژayetîya wan bi Kurdan re hebe; em gelekî li ser vî mijarê axivîn. Em niha gavên ku dibînin ji bo têkelkirina hêzên ewlehiyê, em dibînin ku ev pêvajo bi başî bi rê ve diçe. Li ser pirsa xwendinê ku gelekî girîng bû ji bo hevalên me yên li wir û ji bo Kurdan girîng e, di wê yekê de jî pêşketin heye.
Lê bi dîtina min, em dikarin tenê wê demê bibêjin ku pêşketineke temam heye gava ku ev maf di destûra herdemî ya Sûriyeyê de cih bigirin; mafê Kurdan û mafê pêkhateyên din. Sûriye tenê ne welatekî Erebî ye; Sûriye welatek e ku Ereb lê ne, Kurd lê ne, Durzî lê ne, Elewî lê ne. Ew tiştê ku girîng e, ew e ku mafê van pêkhateyan di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de bê misogerkirin. Kurd jî di wê çarçoveyê de ne. Ew tiştê ku heta niha hatiye kirin li wir bi hewldanên birayên li wir tiştekî baş e.
Dîsa ew tiştê ku girîng e, yekgirtiya gotara Kurdan e li wir bi hemûyan ve, bi hemû hêzên siyasî ve li Dîmeşqê gelekî girîng e ku gotareke wan a yekgirtî hebe daku di encamê de mafên Kurdan di destûra herdemî ya Sûriyeyê de werin çespandin. Nêrîna min li ser vî pergalê niha yê ku Sûriyeyê bi rê ve dibe û bi taybetî Serok Ehmed Şerî ev e ku ew bi rastî dixwazin pirsgirêkan çareser bikin.
Pêşkêşkar: Ev xala ku te behs kir li cem min girîng e, çimkî cenabê te bi wê yekê têyî naskirin ku kesayetiyan dinasî, xelkê dixwînî. Gava ku tu dibêjî Serokê Sûriyeyê girêka wî bi pirsgirêka Kurdan re nîne, bi dîtina min ev nirxandineke girîng e.
Nêçîrvan Barzanî: Bira, her ji aliyê sembolîk ve ew peyama ku wî şand, her ew protokola pêşwazîkirina li me bi xwe, wî dixwest ji min re bibêje ku ti girêkeke min bi Kurdan re nîne. Em li Firokexaneya Dîmeşqê daketin, bi nameyekê ku Serok bi xwe nîvîsîbû bi Kurdî bixêrhatina me kir. Li hemû cihan alaya Kurdistanê û Îraqê hebû. Dixwest peyamekê bide, heta lîsteya xwarinê jî bi Kurdî hatibû nivîsandin; mebesta wî ew bû ku bibêje girêka min nîne, ez dixwazim û wisa jî difikirim ku lihevtêgihiştin heye.
Lê bêguman pirsgirêkên wan jî ne kêm in; Sûriyeyeke ne hêsan e, Sûriyeyeke gelekî zehmet e, Sûriyeyeke wêrankirî ye, avakirina Sûriyeyê ji hemû aliyan ve dem jê re pêwîst e. Ez dilxweş im bi wê yekê ku birayên me yên li Sûriyeyê, Kak Mezlûm û hevalên wan û yên din, bi waqîbînî li babetê xwe nêrîn. Mirov carinan xwezî û hêviyan dike, lê carinan waqîiyek heye ku divê tu danûstandinê pê re bikî.
Wan danûstandin li gel waqîiya tiştan kir û ev waqîbîniya di pirsgirêkan de bi dîtina min ji bo Kurdan gelekî û gelekî girîng e. Bila em bi kêmî ve nebînin, bila em wekî bêqîmet lê nenêrin, bila em zanibin tiştekî girîng bû ew tiştê ku wan kir li welatekî ku nasname nedidan Kurdan û Kurd wekî welatiyên Sûriyeyê nedihesibandin. Niha tu bêtî û nêzîkî 13 hezar kesî di nav artêşa Sûriyeyê de cih bikî, 17 hezar kes hêdî hêdî di nav dezgehên ewlehiyê de bin, pirsa xwendinê were gotûbêjkirin ka dikarin çawa bixwînin, ev hemû tiştin gelekî cidî û pêşketin in û divê em wan wekî xwe bibînin.
Pêşkêşkar: Ev nirxandin girîng e, çimkî di ragihandina Kurdî de carinan gilî tê kirin ku ev destkeftî ji wê asta qurbanîdan û xebat û wan şehîdên ku li Rojava hatine dayîn kêmtir in. Lê ev nirxandina cenabê te tekeziyê li ser waqîbîniyê dike. Xaleke din, te got ku rewşa Herêma Kurdistanê li Îraqê ji rewşa Rojava li Sûriyeyê cuda ye. Ez dixwazim du pirsan bikim: Yekem, Rojava çi ji ezmûna Herêma Kurdistanê fêr bibe? Duyem, kîjan in ew xeletiyên ku me kirine da ku ew dubare nekin?
Nêçîrvan Barzanî: Min berê jî li gel General Mezlûm ev axaftin kirine, min jê re gotiye di hinek tiştan de ji me fêr bibin. Me hinek xeletî kirine, divê em mikur bên ku xeletî bûne, ji me fêr bibin û wan xeletiyan nekin. Pêwîst nake ez mînakan bînim, lê min jê re gotiye û em pê re hemfikir bûn ku divê waqîbîn bin.
Ez tenê tiştekî dibêjim: Kurd li her cihekî ku lê dijîn, bila bi waqîbînî li rewşa xwe binêrin li wan welatên ku tê de dijîn; heta çi qasî ji destê wan tê, ew sînor çi qas e. Di sala 2005an de, gelo ew destûra Îraqê ji bo Kurdan tiştekî kêm bû? Nexêr. Heger tu li dîroka Îraqê binêrî, ew destûra ku mafên Kurdan qebûl kirin, bi westiyana her kesî bi taybetî Cenabê rewanşad Serok Mam Celal û bi temendirêjiya Cenabê Serok Barzanî, ew tiştê ku hat kirin ne kêm bû. Hêzên siyasî jî hemû piştgir bûn.
Lê gava Cenabê Serok vegeriya û pirs jê kirin, wî got: "Ev hemû ne daxwaza me ye, lê ew tiştê ku ketiye destê me ne kêm e, mezin e." Em ji qonaxekê birin qonaxeke gelekî cuda û ev belge heye û gelê Îraqê deng dayê û di destûra herdemî ya Îraqê de hatiye çespandin. Ev in ew waqîiyatên ku Kurd li her cihekî ku dijîn divê li gorî rewşa wî welatî lê binêrin.
Pêşkêşkar: Em biçin ser Îranê û Rojhilatê Kurdistanê; şerê vê biharê, ew şerê ku vê biharê rû da deng û basên Rojhilatê kirin babetekî navneteweyî. Hinek dibêjin beşdarnebûna aliyên Kurdî yên Rojhilatê di vî şerî de derfetek bû ku ji dest çû, hinek jî dibêjin nexêr, karekî baş bû ku nehat kirin, çimkî dibe ku hem Rojhilat zirar bibîne û hem jî agir bi Herêma Kurdistanê bikeve. Cenabê te çawa li van her du nêrînan dinêrî?
Nêçîrvan Barzanî: Di vî mijarê de ez hez dikim gelekî eşkere û zelal bim: Hêzên mixalefeta Kurdî ya Rojhilatê mixabin gelekî bêberpirsiyarane reftar kirin. Herêm jî xistin hemberî rewşeke gelekî xirab. Ew tiştê ku di medyaya civakî de dikirin û behs dikirin, te digot qey ev hêz bi rê ketine bo nav Îranê, herêm xistin ber metirsiyeke gelekî mezin û gelekî jî bêberpirsiyarane reftar kirin li beramberî Herêma Kurdistana Îraqê.
Siyaseta me di destpêkirina şer de diyar bû; em her tim li gel Silêmaniyê, birayê min Kak Qubad li vir e û li gel Kak Bafil, em her tim rojane li ser xetê bûn. Ew siyaseta me ew bû ku nabe herêm bibe beşek ji vî şerî. Ew şer ne şerê me bû, Îran welatekî cîran e û nêzîkî 600 kîlometre sînorê me pê re heye. Nedibû û nabe jî Herêma Kurdistanê bibe cihek daku gef li Îranê jê were xwarin. Nabe ku tu li Herêma Kurdistanê hêzeke çekdar bî û herêmê wekî cihekî aram ji bo xwe bibînî û ji herêmê gefan li welatekî cîran bixwî.
Ev ne li gorî yasaya navneteweyî rêpêdayî ye, ne jî li gorî yasa û destûra Îraqê rêpêdayî ye, û heta heger di berjewendiya Kurdistanê de jî bûya dê dîsa nedibû were kirin. Mixabin wan xwe kiribûn qehremanên şer, lê me her ji destpêkê ve dizanî ku nabe. Dîtina me li ser vî mijarê zelal bû, û wekî YNK û PDK me ji roja yekem ve sînorên xwe kontrol kirin û me hêz şand û me zelal kir ku em rê nadin ji herêmê ti gavek bê avêtin.
Pêşkêşkar: Di peyamên Kak Bafil de jî berê amaje bi heman tiştî hat kirin, niha diyar e di pirsên stratejîk de hevfikir in li ser parastina vê ezmûnê.
Nêçîrvan Barzanî: Di ser pirsên stratejîk re em li Bexdayê û di vî babetê stratejîk de, ev şer ezmûneke gelekî girîng bû, lê di wê ezmûnê de em gelekî bi serkeftî jê derketin bi wê hevahengiya ku di navbera me de hebû. Tevî nakokiyan û hemû pirsgirêkan, ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê me bi hev re kar kir.
Pêşkêşkar: Derfet ji bo Rojhilatê çi ne?
Nêçîrvan Barzanî: Derfet ji bo Rojhilatê bi dîtina min tên pêş. Me berê jî hewl daye û em di vî mijarê de bêdeng nebûne, lê wekî ku min got li her welatekî divê li gorî taybetmendiya wî be. Em di hemû civînên xwe de li Tehranê, beşek ji guftûgoyên me li ser vî mijarê ye.
Pêşkêşkar: Çi dibêjin piştî vî şerî? Raya Tehranê piştî vî şerî guheriye li ser rewşa Kurdan li Rojhilatê?
Nêçîrvan Barzanî: Ez wisa dizanim dibe ku hîn bi temamî pê negihiştibe, lê heger pirs ew be ku gelo hizir lê tê kirin, bi baweriya min gelekî bi cidî hizir lê tê kirin. Pêşniyara min ew e ku pirsa Kurdan pirseke cidî ye li van welatan û bi piştguhkirin û înkarkirinê nayê çareserkirin. Duyem, çareseriya vê pirsgirêkê divê li gorî taybetmendiya wan dewletan be. Em nikarin ti modelekê pêşniyar bikin û bibêjin li gorî vê modelê li Îranê an jî li Tirkiyeyê bikin, lê em dibêjin li gorî taybetmendiya xwe di navxweyî welatê we de divê ev pirsgirêk were çareserkirin. Siyaseta înkarkirinê nikare heta hetayê bidome.
Pêşkêşkar: Em biçin ser Îraqê; vekişîna hêzên Amerîkayê çi qasî metirsîdar e? Tirsek di dilê xelkê de heye ku heger Amerîka vekişe kî dê Herêma Kurdistanê biparêze? Helwesta cenabê te li ser vekişîna hêzên Amerîkayê çi ye?
Nêçîrvan Barzanî: Ez wisa difikirim ku Cenabê Sûdanî ew babet bi têrûtijî behs kir, lê bila ez jî raya xwe bibêjim: Yekem, hêzên Amerîkayê û hêzên din di sala 2014an de gava ku DAIŞ hat, li ser daxwaza fermî ya dewleta Îraqê hatin, bi nivîsareke fermî hatin û yek ji mercên Îraqê ew bû ku Amerîka serkirdatiya vê hevpeymaniyê bike. Ji sala 2014an ve heta niha gelek guhertin rû dane.
Gelekî asayî ye ku Îraq îro piştî nêzîkî 10 heta 12 salan pêwîstiya wî bi hevpeymaniyetiyeke ew qasî mezin nemabe, çimkî ev nav baweriyê nahêle û wisa dike ku baweriya xelkê bi Îraqê nebe û neyên weberhênanê li Îraqê bikin. Îraq pêwîstî bi wê yekê heye ku serweriya xwe hebe, lê pêwîst e ku welat pêwendiya ducemî li gel van welatan hebe ji bo hevkariya emnî. Em spasiya wan hêzan dikin ku hatin û alîkariya me kirin, lê îro Îraq gihiştiye qonaxekê ku dikare rûbirûyî astengan bibe.
Derbarê parastina welat de: Yekem, pêwîstiya Îraq û Herêma Kurdistanê bi pergala berevaniya asmanî heye. Heta wê cihê ku ez haydar im, peymanek di navbera Îraq û Amerîkayê de heye û nêzîkî 52 xal li Îraqê hatine destnîşankirin ji bo danîna pergala berevaniya asmanî, ku Herêma Kurdistanê jî di nav wê pergalê de ye; çimkî hemû Îraq pêwîstî pê heye. Duyem, divê pirsa çekan tenê di destê dewletê de be.
Nabe ji Îraqê ve gef li dewletên cîran û Herêma Kurdistanê were xwarin. Ev destpêka serweriyê ye: Çawa dibe ku çekek li derveyî desthilata dewletê hebe? Li ser erdê ewên ku DAIŞ têk birin artêşa Îraqê, Pêşmerge û Heşda Şebî bûn ku qurbanî dan û xwîn bexşîn. Niha jî Pêşmerge û gelê Kurdistanê amade ne ku berevaniyê li axa xwe bikin. Lê faktora herî girîng ji bo parastina herêmê, li gel hêza berevaniya asmanî, ew dîplomasî û diyaloga rast û peymana li gel derdorê ye.
Pêşkêşkar: Zêdetirî bîst salan e ku cenabê te danûstandinê li gel Bexdayê dikî, te çi di vê ezmûnê de fêr bûn ku sala 2005an te nedizanî?
Nêçîrvan Barzanî: Di sala 2005an de me bi hêvî û xwestekeke zêde destûrek ji bo Îraqeke fîderal û demokratîk nivîsî ku bingeha wê welatîbûn be, ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê belkî ji bo hemû Îraqê. Me destûrek nivîsî ku me wisa difikirî Îraqê dê ji qonaxekê bibe qonaxeke gelekî cuda. Ew tiştê ku em jê fêr bûn ew e ku pirsgirêka sereke cîbicînekirina destûrê ye. Pirsgirêka navbera herêm û Bexdayê ne kesî ye, belkî pergala birêvebirina Îraqê ye.
Di bin navê de pergaleke me ya fîderal heye, lê di naverokê de pergal ne fîderalî ye, belkî komek yasayên me yên kevn ên serdema berê hene ku wezîrên Îraqê neçar dikin ku li gorî wan yasayan danûstandinê li gel herêmê bikin. Mifteya pirsgirêkê cîbicîkirina destûrê ye; destûr bi wateya wê yekê ku hem erkên me hene û hem jî mafên me hene. Ewlengiyên wê jî diyar in: Pirsa yasaya petrol û gazê, dabeşkirina dadperwerane ya samana siruştî û dahatan, û dadgeha fîderalî. Heger yasaya petrol û gazê û dabeşkirina dahatê hebe, pirsgirêka navçeyên cihê nakokiyê dê gelekî kêmtir bibe.
Pêşkêşkar: Li Herêma Kurdistanê piştî hilbijartinan, piçek bêhêvîtî li ser pêkanîna kabîneya nû çêbûye, destpêşxeriya cenabê te ji bo nêzîkbûna PDK û YNKyê û pêkanîna hikûmetê çi ye?
Nêçîrvan Barzanî: Rast e demeke dirêj e, ez wisa difikirim ku me piştî Belcîkayê rekorek şikand di paşketina pêkanîna hikûmetê de, û ev yek jî tiştekî xirab e. Gelê Kurdistanê baweriyeke mezin da hêzên siyasî û beşdariya di hilbijartinê de nêzîkî ji sedî 72 bû, ev deng emanet in. Ev pergal bi dilxwaziya me hatiye avakirin û ti kesî bi ser me de nesepandiye. Cihê kêfxweşiyê ye ku li ser wan pirsên pêwendiya wan bi pirsên stratejîk ve heye, dîtina her du aliyên PDK û YNKyê ji hev dûr nînin û ji hevdû nêzîk in. Ez ji aliyê kesî ve her tim bi vî pirsî ve mijûl im; hefteya borî me hinek civînên baş kirin, em li bendê ne ku vê hefteyê jî civîneke din bikin da ku em bigihîjin çareseriyekê ji bo pêkanîna hikûmetê.
Pêşkêşkar: Di raporeke malpera Axiosê de behsa wê yekê hat kirin ku cenabê te navbeynkarî di navbera Tehran û Washingtonê de kiriye. Tu dikarî çi li ser vî mijarê ji me re bibêjî?
Nêçîrvan Barzanî: Carinan di dîplomasiyê de dibe ku bi rêyên din jî kar bên kirin. Ew tiştê ku di wê raporê de behsa wê hat kirin heta asteke zêde rast bû. Em naxwazin zêdetirî qebareya xwe biaxivin, lê me ew rol dît û me ew erk cîbicî kir. Babet li Washingtonê bi spasiyê ve lê hat nêrîn, û ji aliyê rayedarên Îranê ve jî bersivdaneke wan a gelekî baş hebû ji bo destpêşxeriyê.
Pêşkêşkar: Peyama te ji bo ciwanan çi ye ji bo deh heta bîst salên pêş, tu ji wan re çi dibêjî daku dilê wan bi vê ax û nîştimanê xweş be?
Nêçîrvan Barzanî: Bila em li dîrokê binêrin ka em ji ku hatine û em gihiştine ku derê. Ev gel ji belengazî, malwêranî, kîmyabarankirin û derbederbûnê gihiştiye îro. Axaftina min ji bo ciwanan ev e: Tikaye van destkeftiyan bi kêm nebînin, çimkî hûn di serdema wan êş û rojên zehmet de nejiyane ku nifşên berê tê re derbas bûn. Ev emaneteke gelekî mezin e û divê ciwan ji vir ev emanet werbigirin û ber bi baştir ve bibin.
Ne şert e her tiştê ku me kiriye rast bûbe; di vî karwanê pêncî û şêst salî de xeletî jî hatine kirin, lê girîng ew e ku ev ezmûn bê parastin. Evîn û dilsoziya ji bo ax û nîştiman bingeha her tiştî ye. Di her maleke vî nîştimanî de çîrokeke tijî êş û qurbanîdan heye. Ew tiştê ku îro li cem me heye divê bi hemû kêmasiyên xwe qedrê wê bizanibin.
Daxwazê ji nifşê nû dikim ku bi dîtineke nû vî karwanî ber bi pêş ve bibin; îro serdema zanist, hişê çêkirî û pêşketina teknolojiyê ye, divê ciwanên me xwe ji bo wê qonaxê amade bikin. Ez gava ku van ciwanan dibînim hêviyeke mezin li cem min çêdibe ku bi berpirsiyariyê ve danûstandinê dikin û ez dilniya me ku ji me gelekî baştir dikarin xizmeta welatê xwe bikin.
Pêşkêşkar: Gelekî spas Cenabê Serok, destxweş.
Nêçîrvan Barzanî: Gelekî spas, destxweşiya we jî dikim.


