Hewlêr (Rûdaw) - Îro karwanê 6emîn ê koçberan ber bi bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ve bi rê dikeve.
Hevkara me Vîviyan Fetahê ragihand ku di vî karwanî de zêdetirî 642 malbat hene ku ji Kampa Newrozê û Kampa Waşokaniyê vedigerin ser mal û milkên xwe.
Bi gotina Vîviyan Fetahê ew malbat ji 5 hezar û 84 kesan pêk tê.
"3 hezar û 500 malbat vegeriyane"
Endamê Encûmena Gel û Tîma Serokatiyê Dr. Mistefa Ebdî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Mistefa Ebdî ragihand ku heta niha nêzîkî 3 hezar û 500 malbat vegeriyane warê xwe yê li Serê Kaniyê û got, "Îro karwanekî nû amade ye ku vegere malên xwe."
Hewlên vegerandinê didomin
Mistefa Ebdî di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir ku dê hewlên wan ên ji bo vegerandina hemû malbatan bidomin.
Wî li ser alîkariyên ku didin malbatan got, "Alîkariyên pereyan, selikên xwarinê, pêdiviyên malê, şîrê zarokan û gelek tiştên din tên dayîn."
Ji kîjan kampê çend kes in?
Karwanê 6emîn ji 642 malbatan (4 hezar û 84 kes) pêk tê.
Ji van, 283 malbat (hezar û 526 kes) ji Kampa Newrozê ne.
Her wiha 359 malbat (2 hezar û 558 kes) jî ji Kampa Waşokaniyê ne.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) dê wesayîtên veguhastinê ji bo vî karwanî peyda bike.
Piraniya wan li 3 gundan bi cih dibin
Piraniya malbatên ku vedigerin, dê li gundên Sûde (210 malbat), Erîşe (151 malbat) û Um Xêrê (130 malbat) bi cih bibin.
Ev her sê gund ji sedî 75ê tevahiya malbatên vedigerin li xwe digirin.


