Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezoyê ya Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, du malbatên dijmin li hev hatin.
Li gundikê Kelê yê gundê Reşedarê, nêzîkî 70 sal berê di navbera du malbatan de şer derketibû û bi kuştina kesekî dijminatiya wan dest pê kiribû.
Ji bo lihevhatina her du aliyan, rayedarên Şaredariya Hezoyê û komeke ji rîspiyên herêmê ketin navberê.
Di encama van hewldanan de malbat ji bo lihevhatinê hatin qanîkirin û li avahiya şaredariyê merasîmek hat lidarxistin.
Piştî xwendina Qur'an û duayan, ferdên her du malbatan destê hev girti û li hev hatin.
Şaredar Mehmet Veysî Işik, Miftiyê Navçeyê Hakan Çagiran û rîspiyên herêmê beşdarî merasimê bûn.



