Hewlêr (Rûdaw) - Tevî birêxistina 6 karwanên vegera koçberan a Serê Kaniya Rojavayê Kurdistanê, çalakvanekî sivîl ragihand ku veger tenê ji bo gundan çêbûye.
Wî çalakvanî da zanîn ku ji ber hebûna komên çekdar, Kurd nikarin vegerin nav bajêr.
Her wiha eşkere kir ku ew kom li hemberî valakirina malên welatiyan bi hezaran dolaran dixwazin.
Çalakvanê sivîl ê ji Hisîçayê Mihemed Haco bû mêvanê bultena Korojê ya Rûdawê ku Wehbê Romî pêşkêş dike.
Mihemed Haco ragihand ku heta niha nêzîkî 3 hezar û 100 malbatên koçber vegeriyane Serê Kaniyê lê wî tekez kir ku "ti koçber venegeriyane nav bajêr, tenê veger ji bo gundan bûye."
Komên çekdar li taxên Kurdan bi cih bûne
Mihemed Haco da zanîn ku sedema sereke ya venegera xelkê ya nav bajarê Serê Kaniyê, hebûna komên çekdar a li taxên Kurdan e û got:
"Komên çekdar hîn jî di nav bajêr de ne, bi taybetî li taxên Kurdan ên wekî Zerdeşt, Ronahî û Zoravayê.
Piraniya niştecihên van her sê taxan Kurd in. Heta niha komên çekdar tê de ne, dest danîne ser malên Kurdan û rê nadin ku ew vegerin."
Haco da zanîn ku hikûmeta Sûriyeyê û aliyên ewlehiyê gelek caran soza çareserkirina vê pirsgirêkê dane lê "heta vê gavê nekarîne wan çekdaran bi temamî ji bajêr derxînin."
Mihemed Haco li ser metirsiyên li ser vegerê tekez kir ku metirsiyeke mezin li ser Kurdan heye û anî zimên:
"Her bûyereke ku li parêzgehê rû bide, ew çekdar gefê li Kurdan dixwin."
Wî wekî mînak behsa wê yekê kir ku di karwanê şeşemîn de rê nehatiye dayîn ku xelkê çend gundên Kurdan vegere ji ber ku baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê tê de bûn.
Ji bo valakirina malan pereyan dixwazin
Haco diyar kir ku yek ji pirsgirêkên mezin ên din xwestina pereyan a ji aliyê çekdaran ve ye û da zanîn:
"Li gundê Til Denasê çekdaran 15 hezar dolar xwestine da ku gund vala bikin.
Her wiha ji bo valakirina her xaniyekî yan dikanekê 8 hezar dolarî dixwazin."
Çalakvan Mihemed Haco rexne li bêdengiya hikûmeta Sûriyeyê girtin û da zanîn ku hikûmet nikare pirsgirêkê çareser bike ji ber ku kontrol û desthilata wê li ser wan çekdaran nîne.
Mihemed Haco di dawiyê de bi taybetî li gel nêzîkbûna demsala zivistanê amaje bi rewşa dijwar a koçberên li kampan kir.
Haco ragihand ku zêdetirî 10 hezar malbat hîn jî li benda biryara vegera ji bo nav bajarê Serê Kaniyê ne.


