Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber barana bihêz û zîpikê lehî rabû û 2 kes mir.
Li herêmên bakurê parêzgeha Urmiyeyê pêleke baranê ya bihêz û zîpikê dest pê kir.
Ji ber baranê li 5 gundên navçeya Selmasê yên li ser rêya sereke ya di navbera Selmas û Xoyê de û li gundekî Makûyê lehî rabû.
Komeleya Heyva Sor a Urmiyeyê ragihand ku wan 9 tîmên hawarçûn û rizgarkirinê yên ji 43 kesan pêk tên şandine deverên lehiyê.
Tîmên hawarçûnê li herêmê alîkariya xelkê mexdûr dikin.
Birêvebirê Heyva Sor a Urmiyeyê Hemîd Mehbûbî da zanîn ku li gundên Şorik, Kaniyan, Sêlav, Şekeryazî û Mafî Kendiyê yên Selmasê lehî rabûye.
Mehbûbî eşkere kir ku li gundê Kaniyanê 2 kes mirine ku yek ji wan keçeke 10 salî û yê din jî kalekî 63 salî ye.
Hemîd Mehbûbî diyar kir ku ji ber lehiyê li wan gundan av çûye nav 17 malan û ji ber vê jî 78 gundî ji bo cihên ewle hatine veguhastin.
Her wiha li ser rêya sereke ya di navbera bajarên Selmas û Xoyê de jî lehî rabû û rê çend saetan ji ber lehiyê hat girtin.
Birêvebirê Heyva Sor anî zimên ku li gundê Evlenlerê yê Makûyê jî lehî rabûye û got:
"Av ketiye nav 7 malan û 24 şêniyên gund ji bo cihên ewle hatin veguhastin."


