Dêrsim (Rûdaw) - Meclisa Şêwirê ya Rewşenbîrên Elewî li Enqereyê dê bi navê “Di Sedsala 21emîn de Elewî - Hiqûq, Ewlehî, Bîr û Paşeroj” komxebatekê li dar bixe.
Di komxebatê de dê statuya hiqûqî, dilgiraniyên ewlehiyê, bîra dîrokî û paşeroja Elewiyan tê de werin nîqaşkirin.
Kesên ku "Danezana Rewşenbîrên Elewî" îmze kiribû, Meclisa Şêwirê ya Rewşenbîrên Elewî ava kiribû.
Komxebata ku dê ji aliyê vê meclisê ve bê organîzekirin, dê 31ê Çiriya Pêşîn bê lidarxistin.
Tê plankirin ku komxebat bi axaftina vekirinê ya lêkolîner û nivîskar Mesut Ozcan dest pê bike û di nava rojê de bi çar rûniştinan bidome.
Dê 4 sernav werin nîqaşkirin
Di çarçoveya komxebatê de dê sernavên wekî “Statuya Hiqûqî ya Elewiyan”, “Elewî û Dilgiraniya Ewlehiyê”, “Bîra Dîrokî ya Elewiyan” û “Elewî û Paşeroj” werin gotûbêjkirin.
Tê pêşbînîkirin ku di dawiya bernameyê de danezaneke encamê bê weşandin ku nirxandinên komxebatê li xwe digire.
Li dijî referansa dîrokî ya Ocalan derketibûn
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de tifaqa Yavuz Sultan Selîm û Îdrîsê Bedlîsî wekî referans nîşan dabû.
Meclisa Şêwirê ya Rewşenbîrên Elewî ji wan kesan pêk tê ku li dijî vê referansa Ocalan derketibûn.
Wan helwesta xwe bi “Danezana Rewşenbîrên Elewî” ji raya giştî re eşkere kiribû.
Komxebat ji bo beşdariya her kesî vekirî ye. Bername dê 31ê Çiriya Pêşîn li Enqereyê li Yekîtiya Mulkiyeliyan di navbera saet 09:00 û 17:00an de bê lidarxistin.



