Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Selmasê ya parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber baran û zîpika zêde lehî rabû.
Di lehiyê de zarokek û 2 zilam mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Lehiyê zerereke mezin gihand 4 gundên navçeyê û av çû nav zêdetirî 120 malan.
Li gorî wan dîmenên taybet ên ku ji gundên Selmasê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatine şandin, xelkê wan 4 gundan îro dest bi paqijkirina malên xwe kiriye.
Ew gund şeva borî di bin lehiyê de mabûn û xelk bi traktor û amûrên di destê xwe de hewş û malên xwe paqij dike.
Her wiha tîmên rizgarkirinê jî ji bo alîkariya xelkê li herêmê ne.
Di dîmenan de xuya dibe ku heriyê hemû kolan, ber derî û nav malên welatiyan girtine.
Her wiha hinek dar şikestine, pir û rêyên gundan xera bûne û jiyana asayî ya li wan gundan rawestiyaye.
Zerera herî mezin li gundê Kaniyanê ye
Lehiyê zerer gihandiye gundên Kaniyan, Şorik, Mafîkendî û Şekeryazê yên li bakurê Selmasê lê zerera herî mezin a canî û madî li gundê Kaniyanê çêbûye.
Di lehiya Selmasê de keçeke 10 salî û 2 mêrên 45 salî û 73 salî mirin.
Her sê kesên ku mirine jî ji gundê Kaniyanê ne.
Her wiha 3 kes birîndar bûn û 87 kesên ku di bin lehiyê de mabûn jî hatin rizgarkirin.
Pêla lehiyê ya şeva borî ne tenê li Selmasê bû, li navçeyên Makû û Xoyê jî lehî rabû lê zerera herî mezin li Selmasê hat tomarkirin.
Ji bilî zererên canî, av çûye nav zêdetirî 120 malan û 2 mal jî rûxiyane.
Her wiha hinek otomobîl û tiştên navmalê yên welatiyan jî di bin avê de mane.


.jpg&w=3840&q=75)