Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek ket qenala avdanê û di qezayê de 6 kes mirin.
Qeza li ser rêya Mêrdîn û Şirnexê li devera gunde Tilyaqubê qewimî.
Otomobîla bi plakaya 47 ADZ 606 ji rê derket û ket qenala avdanê.
Hîn nasnameya şofêrê otomobîlê nehatiye eşkerekirin.
Li ser agahdarkirina xelkê derdorê tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û cendirme çûn cihê qezayê.
Zarok li cihê bûyerê mirin
Di qezayê de zarokên bi navên Mehmet Şîrîn (11), Lavîn (9), Zana (5) û Mert Ozturk (5) li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.
Fîkriye Ozturk (30) û Gulcan Ozturk (28) jî di qezayê de bi giranî birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê ev her du birîndar bi lez veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Lê tevî hemû midaxeleyên bijîşkan, her du jî li nexweşxaneyê mirin.


