Hewlêr (Rûdaw) - Mustafa Çîftçî ragihand ku li Bakurê Kurdistanê 2 hezar û 63 xalên kontrolê yên li ser rêyan hatine rakirin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê de dawî nêzîk bûye û ji ber peydabûna aramî û ewlehiyê ev xalên kontrolê hatine rakirin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ji rojnameya Turkiyeyê re li ser mijarên rojevê, têkoşîna li dijî madeyên hişbir û rewşa ajelên li kolanan daxuyanî dan.
Çîftçî bal kişand ser wê yekê ku pêvajo ev 2 sal in bi serkeftî bi rê ve diçe û got, "Ez dikarim bibêjim em gelekî nêzîkî qonaxa dawî bûne."
Çîftçî da zanîn ku li jiyan asayî bûye û qada ewlehiyê xurttir bûye û destnîşan kir ku çavkaniyên ku berê ji bo operasyonên leşkerî dihatin veqetandin niha rasterast vediguherin veberhênanê.
Mustafa Çîftçî her wiha tekez kir ku “hêzên ewlehiyê li dijî her cûre provokasyonên ku bixwazin pêvajoyê sabote bikin hemû tedbîrên pêwîst bi hûrgilî wergirtine.”
Li dijî madeyên hişbir projeya nû
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê bal kişand ser rola malbat û hevgirtina civakî ya di têkoşîna li dijî madeyên hişbir de û eşkere kir ku dê di vî warî de gaveke nû were avêtin.
Çîftçî diyar kir ku dê di rojên pêş de hûrgiliyên "Projeya Mertalê Dilovaniyê" ku armanca wê xurtkirina piştgiriya civakî ye bi raya giştî re were parvekirin.
Çîftçî bangî polîs û cendirmeyan jî kir û bi bîr xist ku divê hêzên ewlehiyê dema ku erkên xwe bi cih tînin her tim xizmeta welatiyan ji xwe re bikin bingeh.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê li ser xebatên têkildarî ajelên bêxwedî yên li kolanan jî agahî dan û got ku tespîtkirina wan gihîştiye ji sedî 99,9an.
Mustafa Çîftçî destnîşan kir ku armanc ew e xebatên li Amedê jî heta hefteya bê bi dawî bibin.



