Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Koçberên Girê Spî daxuyaniyek belav kir û êrişên li ser sivîlên Kurd ên vedigerin ser malên xwe bi tundî şermezar kirin.
Komîteyê tekez kir ku ew hemû wan hewldanan bi yekcarî red dikin ên ku ewlehî û mafên rewa yên xelkê yên ji bo vegera li ser mal û erdên wan dikin armanc.
Komîteya Koçberên Girê Spî di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ku ew ji bo dabînkirina vegera koçberan li gel aliyên pêwendîdar di nav pêwendî û hevahengiyê de ne lê van hewldanan heta niha encamên berbiçav bi xwe re neanîne.
Komîteyê derbarê bûyerên dawî yên êrişa li ser koçberên Kurd ên dixwestin vegerin ser malên xwe yên li navçeya Girê Spî ya parêzgeha Reqayê de got:
"Vegera wan kesên ku rastî êrişê hatin, li ser daxwaza birêvebirê navçeya Girê Spî pêk hatibû.
Ji ber vê yekê divê berpirsyariya vê yekê were girtin û parastina sivîlan bê garantîkirin."
"Zêdetirî 100 malbatên Kurd asê mane"
Komîteya Koçberên Girê Spî da zanîn ku zêdetirî 100 malbatên Kurd di nav avahiya Birêvebiriya Navçeya Girê Spî de dorpêçkirî ne ku jin û zarok jî di nav wan de hene.
Komîteyê ji bo parastina ewlehiya wan û rêlibergirtina her cure êriş û zirarê, bangî aliyên pêwendîdar kir ku bi lezgînî mudaxele bikin.
Komîteyê her wiha destnîşan kir, her kesê ku dixwaze vegere Girê Spî û ser mal û erdên xwe, divê serî li Komîteya Koçberên Girê Spî bide û berê hevahengiyê ligel wan bike.
Hat diyarkirin ku bi vî awayî veger dê bi rêkûpêk be û dê ligel aliyên pêwendîdar were şopandin da ku şert û mercên ewle ji bo parastina vegeriyayan û mafên wan werin afirandin.
Daxwaza lêpirsînê û cezakirina berpirsan
Komîteya Koçberên Girê Spî di dawiya daxuyaniya xwe de xwest ku aliyên pêwendîdar li ser van êrişan lêpirsîneke cidî û zelal bidin destpêkirin û hemû berpirsiyar werin cezakirin.
Her wiha hat xwestin ku ji bo ewlehiya sivîlan û rêlibergirtina ducarebûna van binpêkirinan tedbîrên pêwîst bên standin da ku vegera koçberan bi ewlehî û rûmet pêk were û mafên wan ên rewa yên li ser milkên wan bên parastin.
Lêpirsîna li ser bûyeran didome
Birêvebirê Navçeya Kobaniyê Îbrahîm Mislim li ser van êrişan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:
"Em ligel birêvebiriya wê derê di pêwendiyê de ne û em li ser wan rûdanan lêpirsînê dikin."
Îbrahîm Mislim derbarê êrişa li ser Kurdên koçber ên ku vegeriyane Girê Spî da zanîn:
"Em li gel birêvebiriya wê derê di pêwendiyê de ne û li ser bûyerê lêkolînê dikin.
Em ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ligel birêvebiriya li wir hevahengiyê dikin."



