Hewlêr (Rûdaw) - Li taxa Ceferavayê ya bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji ber teqîna gaza malan xaniyek bi temamî rûxiya.
Di encamê de 10 kes birîndar bûn û zerer gihîşt zêdetirî 8 malên cîranan jî.
Birêvebirê Parastina Sivîl û Ewlehiyê yê Şaredariya Kirmaşanê Seîd Qadirî ragihand ku bûyer îro saet 13:21 de qewimiye û tîmên agirvemirandin û hewarçûnê yekser gihîştine cihê bûyerê.
Sê ji birîndaran zarok in
Seîd Qadirî da zanîn ku di bûyerê de 10 kes birîndar bûne ku sê ji wan zarok in.
Her wiha sê kes di bin kavilên xaniyê rûxiyayî de asê mabûn û piştî derxistina wan, hemû birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê.
Birêvebirê Parastina Sivîlan ê Kirmaşanê li ser ziyanan got:
"Ji ber tundiya teqînê, xanî bi temamî rûxiyaye û zerereke mezin gihîştiye zêdetirî 8 malên derdorê jî.
Ji ber vê yekê ji bo ku em piştrast bibin ku kes di bin kavilan de nemaye, ji tîma pişkinînê û kûçikên lêgerînê yên Heyva Sor alîkarî hat xwestin."
Li gorî lêkolînên destpêkê, sedema sereke ya vê bûyerê gaza malan bûye.

.webp&w=3840&q=75)

