Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê aloziya di navbera pêkhateyan de kûrtir dibe û komeke Ereban gefan li Kurdan dixwe.
Bajarê Hisîçayê şeva borî dîsa bû şahidê bûyerên aloz.
Li her cihekî Rojavayê Kurdistanê nakokiyek an jî êrişek di navbera Kurd û Ereban de çêbibe, li Hisîçayê zengilê metirsiyê lê dide.
Xwestin êrişî taxên Kurdan bikin
Şeva borî çend kesên ji pêkhateya Ereb ji taxên Xiwêran û Neşweyê çûn navenda bajarê Hisîçayê.
Wan kesan xwest xwe bigihînin taxên Kurdan.
Dema ku ew kom gihîşt Qada Aştiyê, komeke çekdar êrişî otomobîla ciwanekî Kurd kir.
Wekî ku di dîmenan de jî xuya dike, wan ew ciwan girtiye.
Li gorî hinek çavkaniyan, armanca wan kesan ew bûye ku li bazarê êrişî dikanên Kurdan bikin û xwe bigihînin taxên Kurdan.
Lê belê Hêzên Ewlehiya Giştî li pêşiya wan bûne asteng û rê li ber wan girtiye.
"Çend kesên têkder hatin girtin"
Hêzên ewlehiyê piştî van bûyeran daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rewş di bin kontrolê de ye û çend kesên ku xwestiye aloziyê derxînin hatine girtin.
Komeke Ereban gefan dixwe
Li aliyê din, komeke bi navê "Azadxwazên Neşweya Rojava" daxuyaniyek da.
Vê komê hişyarî da û ragihand ku ew dê li hemberî her êrişeke li dijî pêkhateya Ereb "bêdeng nemînin".
Di daxuyaniya vê komê de wiha hat gotin:
"Kesên ku difikirin dê gelê Hisîçayê li hemberî êrişan bêdeng bimîne, bila hesabên xwe ji nû ve bikin. Em dê bi prensîba 'çav bi çav, diran bi diran' bersiva her êrîşê bidin."
.jpg&w=3840&q=75)

