Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mehmûd Cemîl ragihand ku biryar bû îro karwanê heftemîn a koçberan bi rê bikeve lê hat bipaşxistin.
Ev karwan ji nêzîkî 800 malbatan pêk tê û biryar bû ku bibe karwana herî mezin a heta niha.
Karwan dê ji kampên Serê Kaniyê û Waşokaniyê yên li Hesekê derbiketa.
Her wiha dê ji dibistan û navendên stargehan ber bi bajar û gundewarê navbera Serê Kaniyê û Til Temirê ve biçûya.
Nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fetahê îro ji Kampa Waşokaniyê ya li Hisîçayê agahiyên nû dan.
Vîviyan Fetahê da zanîn ku hemû karên girêdayî derketina karwanê heftemîn ê koçberên Serê Kaniyê rawestiyane û aliyên peywendîdar çûyîna vê karwanê bi paş xist.
Aloziyên li Girê Spî bûn sedem
Nûçegihana me diyar kir ku ew koçberên navên wan di lîsteya vê karwanê de bûn, hatine agahdarkirin ku vegera wan a ji bo warê wan hatiye bipaşxistin.
Wê ragihand ku yek ji sedemên paşxistina karwanê, ew rewşa xirab û alozî ye ku doh li Girê Spî rû daye.
Doh li Girê Spî êrişî hinek malbatên vegeriyayî hat kirin û otomobîlên wan hatin şewitandin.
Nêzîkî 100 malbatî ku jin û zarok jî di nav de bûn, di avahiyekê de asê man.
Piştre Hêzên Ewlehiya Navxwe midaxele kir û ew malbat ji wê avahiya îdarî derxistin û veguhastin bajarê Kobaniyê.
Heta demeke nediyar hat bipaşxistin
Li gorî agahiyên ku Vîviyan Fetahê dane, çûyîna karwana heftemîn a ji 800 malbatan bo Serê Kaniyê heta demeke nediyar hatiye bipaşxistin.
Ev biryar ji aliyê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê û Komîteya Serokatiya Sûriyeyê ya taybet bi bicihkirina peymana 29ê Kanûna Paşîn a 2026an ve hatiye dayîn.
Her çend beşek ji wan kesên ku navên wan di vê karwanê de bûn, hemû kel û pelên xwe amade kiribûn jî, nekarîn vegerin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, zêdetirî 14 hezar malbat ji herêma Serê Kaniyê û gundewarê wê hatine koçberkirin ku hejmara wan digihîje 85 hezar kesan.
Heta niha 6 karwanên koçberan vegeriyane ser cih û warên xwe.
Agahiyên wan karwanan bi vî rengî ne:
· Karwanê 6emîn: Di wî karwanî de nêzîkî 385 malbat hebûn û 21ê Çiriya Pêşîn a 2026an vegeriyabûn.
· Karwanê 5emîn: Di wî karwanî de nêzîkî 385 malbat hebûn û 13ê Çiriya Pêşîn vegeriyabûn.
· Karwanê 4emîn: 8ê Çiriya Pêşîn bi rê ketibû û ji 493 malbatan pêk dihat.
· Karwanê 3yemîn: 5ê Çiriya Pêşîn vegeriyabû û tê de 516 malbat hebûn.
· Karwanê 2yemîn: 8ê Îlonê vegeriyabû û ji derdora 700 malbatan pêk dihat.
· Karwanê yekem: 10ê Tebaxê vegeriyabû û ji derdora 400 malbatan pêk dihat.
Karwanê heftemîn jî biryar bû îro bi nêzîkî 800 malbatî ve vegere lê sefera wê hat bipaşxistin.
Bi vî awayî, hejmara wan malbatên ku bi şeş karwanên borî vegeriyane dibe 3 hezar û 278 malbat. Hejmara wan malbatên ku hîn jî li benda vegerê ne ku karwana heftemîn jî di nav de ye, digihîje 10 hezar û 722 malbatan.
.jpg&w=3840&q=75)

