Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dêrxasê ya parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, polîsekî malnişîn ji ber nakokiyên derbarê erd û zeviyan bi ser mala birayê xwe de girt û gule li endamên malbatê reşandin.
Di encama vê karesatê de çar kes bi giranî birîndar bûn û êrişkar piştî bûyerê bi heman çekê xwe kuşt.
Bûyer îro, li navçeya Dêrxasê qewimî. Li gorî agahiyên pêşî, di navbera polîsê malnişîn Î.B. û birayê wî E.B. de ji ber pirsgirêka dabeşkirina erd û zeviyan pevçûnek derket.
Bi ser mala birayê xwe de girt
Li gorî angaştan, piştî ku pevçûna navbera her du birayan mezin bû, polîsê malnişîn Î.B. bi çekê bi ser mala birayê xwe E.B. de girt.
Î.B. li nava malê gule li endamên malbatê reşandin û di encamê de birayê xwe E.B., hevjîna birayê xwe û du biraziyên xwe birîndar kirin.
Polîsê malnişîn Î.B., piştî êrişê li heman cihî xwe kuşt.
Biraziyê wî jî li nexweşxaneyê mir
Piştî agahdarkirinê, gelek tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê. Tîman piştî kontrolê tesbît kir ku Î.B. li cihê bûyerê miriye.
Her çar birîndarên din bi ambûlansan şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê lê ji birîndaran E.B. ku bi giranî birîndar bûbû, tevî hemû hewldanên bijîşkan nehate rizgarkirin û mir.
Hêzên ewlehiyê li derdora nexweşxaneyê û li taxa ku bûyer lê qewimiye tedbîrên ewlehiyê girtin û derbarê bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.


.jpg&w=3840&q=75)
