Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê 75 karkerên ku di avakirina Nexweşxaneya Bajêr de dixebitin, ji ber ku mûçeyên wan nehatine dayîn, careke din dest bi çalakiyê kir.
Tevî ku hefteya borî bi navbeynkariya şandeyekê peymanek hatibû îmzekirin jî, şirketê sozên xwe bi cih neanîne.
Ji ber vê yekê, beşeke ji karkeran wekî bertek derketin ser banê avahiya nexweşxaneyê. Piştî vê biryarê, li hewşa nexweşxaneyê aloziyeke mezin derket.
Li ser agahdarkirinê gelek ambûlans, polîs û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û wekî tedbîr li hewşê bi cih bûn.
Peyman tenê hefteyek dom kir
Karkerên Nexweşxaneya Bajêr a Amedê, berê jî ji ber heman sedemê û ji bo standina mafên xwe 17 rojan çalakiyeke berfireh li dar xistibû.
Hefteya borî, di navbera nûnerên karkeran û şirketa Gurbag Groupê de, bi navbeynkariya şandeyekê lihevkirinek pêk hatibû.
Li gorî şertên wê peymanê, biryar hatibû dayîn ku pargîdanî hemû pereyên karkeran ên paşvemayî 26ê Çiriya Pêşîn dê bide û pirsgirêkê bi yekcarî çareser bike.
Şirketê wext xwest lê dîrok diyar nekir
Li gorî agahiyên ku nûnerên karkeran dane Rûdawê, şirketê di roja diyarkirî de mûçeyên wan neşandine hesabên wan.
Di hevdîtinên paşîn de ku ji bo çareseriyê hatine kirin, rayedarên şirketê daxwaza demeke zêde kiriye lê belê ti roj an jî dîrokeke hinekî nêzîk û diyar ji bo dayîna mûçeyan destnîşan nekiriye.
Karker ketin nava liv û tevgerê: Alozî li hewşê berdewam dike
Karkeran serê vê sibehê zû careke din li hewşa Nexweşxaneya Bajêr a Amedê civiyan. Civîn di demeke kurt de veguherî çalakiyê.
Gava ku hinek karker derketin ser banê avahiyê û dirûşm berz kirin, komeke din a karkeran jî ber bi rêveberiyê ve meşiya û hewl da ku bikeve hundirê ofîsa şîrketa peymankar a li qada şantiyeyê.
Heta niha rageşî û li bende mana karkeran li ser banî û li hewşa nexweşxaneyê berdewam dike.
.jpg&w=3840&q=75)


