Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya "kontrolkirina çekan a ji aliyê dewletê ve" de, hat ragihandin ku hemû şervanên YBŞyê di nava saziyên ewlehiyê yên fermî yên Îraqê de hatine komkirin û artêşa Îraqê baregehên li ser Çiyayê Şingalê wergirtine.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Sebah Numan, roja Çarşemê îro di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku ev gavên ewlehiyê rasterast bi fermana Elî Falih Zeydî hatine bicihanîn.
"Baregehên YBŞyê radestî artêşê hatin kirin"
Sebah Numan destnîşan kir ku ev pêvajo bi temamî di bin desthilat û birêvebiriya hikûmeta federal de tê bipêşxistin û got:
"Hemû xal û baregehên di destê YBŞyê de bi temamî radestî artêşa Îraqê û hêzên fermî hatine kirin."
Numan destnîşan kir ku di navbera hikûmeta federal û rêveberiya Şingalê de hevahengiyeke baş heye. Wî diyar kir ku ji bo jinûveavakirina herêmê, alîkarîkirina malbatên qurbaniyan û lezandina vegera koçberan bo ser mal û milkên wan, xebatên hevpar berdewam dikin.
"Armanca dawî hilbijartin in"
Berdevkê Fermandariya Giştî diyar kir ku armanca bingehîn a hikûmetê çareserkirina pirsgirêkên birêvebirî ye û lê zêde kir:
"Armanca me ya dawî ew e ku ji bo diyarkirina birêvebiriya herêmî hilbijartin werin kirin û birêvebiriyeke wisa were avakirin ku xelkê Şingalê jê razî be."
Numan her wiha anî ziman ku kontrolkirina deverên stratejîk ên mîna Çiyayê Şingalê ji aliyê artêşê ve, bingeha herî girîng e ji bo desthilata yasayê û parastina desthilata neteweyî.
Li gorî gotina Numan, ev gav dê pirsgirêkên li pêşiya jinûveavakirina hêzên ewlehiyê jî çareser bike.
YBŞ û YJŞ kengî û çawa hatibûn avakirin?
Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ), piştî êrişa DAIŞê ya Tebaxa 2014an a li ser Şingalê û komkujiya li dijî Kurdên Êzidî, bi piştgirî û çavdêriya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Çiyayê Şingalê hatibû birêxistinkirin.
Armanca yekem a vê hêzê, parastina bi hezaran sivîlên Êzidî bû ku li çiyê asê mabûn. Ev yekîne paşê bi awayekî çalak tevlî operasyonên paqijkirina herêmê ya ji çekdarên DAIŞê bû.
Di nav heman hewldanê de, ji bo beşdariya leşkerî ya jinên Êzidî ya di parastina herêmê û şerê li dijî DAIŞê de, hêzeke taybet a jinan a bi navê Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) jî hatibû avakirin.

.jpg&w=3840&q=75)

