Hewlêr (Rûdaw) - Komeke din a koçberên Kurd ên ku li Lîbyayê asê mabûn, vedigere Herêma Kurdistanê.
Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, biryar e îro demjimêr 10:00an ew koma koçberan piştî mayîna zêdetirî 2 mehan a li Lîbyayê, vegere Herêma Kurdistanê.
Koçber bi hevahengiya Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Balyozxaneya Îraqê ya Lîbyayê, dê bi rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bigihêjin Herêma Kurdistanê.
Ew koma ku vedigere ji 6 ciwanan pêk tê.
Çar ji wan ji Îdareya Serbixwe ya Raperînê ne, yek ji wan ji navçeya Koyeyê ye û yê din jî ji qezaya Dûkanê ye.
Bavê yek ji wan koçberan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku zêdetirî 2 mehan e kurê wî li Lîbyayê asê maye.
Wî da zanîn ku wan bi armanca çûyîna Ewropayê berê xwe dabû Lîbyayê lê ji aliyê qaçaxçiyan ve hatibûn desteserkirin.
Serokê Komeleya Penaberên Vegeriyayî Ebubekir Elî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
"Bi vegera van 6 ciwanan, hejmara wan koçberên ku di nava salekê de ji Tûnis û Lîbyayê vegeriyane Herêma Kurdistanê ji 500 kesî derbas bû."
Ebubekir Elî her wiha diyar kir ku niha komeke din a ji 18 koçberan li Lîbyayê maye û dê di çend rojên bê de bi rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê vegerin Herêma Kurdistanê.
Ebubekir Elî li ser wan koçberên ku heta niha çarenivîsa wan ne diyar e anî zimên:
"Nêzîkî 4 mehan e ku 11 koçber winda ne û ti agahî li ser wan nînin."



