Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Çandiniyê yê Hisîçayê Hayil el-Keleş ragihand ku tê pêşbînîkirin hilberîna pembû ya îsal li derdora 45 hezar tonî be.
Keleş da zanîn ku rûbera çandina pembû di vê demsalê de gihîştiye 11 hezar û 898 hektaran ku li seranserî navçeyên parêzgeha Hisîçayê belav bûye.
Her wiha di her donimekê de hilberîn nêzîkî 380 kîlogramî ye.
Rûbera çandina pembû zêde bûye
Birêvebirê Çandiniyê yê Hisîçayê her wiha eşkere kir ku rûbera çandina pembû ya demsala 2025an 6 hezar û 333 hektar bû û hilberîn jî gihîştibû nêzîkî 22 hezar tonî û derbarê bihayê hilberînê wiha got:
"Li ser nirxê yek kîloya pembû hîn lêkolîn tên kirin. Armanca me ew e ku em nirxekî wisa diyar bikin ku lêçûnên hilberînê li ber çavan bigire û ji bo cotkaran qezencê misoger bike."
Navendên nû yên komkirinê tên vekirin
Keleş bal kişand ser vekirina du navendên komkirina pembû yên li parêzgehên Reqa û Dêrezorê û vekirina du navendên din ên veçirînê yên li Heleb û Hemayê.
Birêvebirê Çandiniyê yê Hisîçayê diyar kir ku li ser rêbaza firotinê biryareke dawî nîne û pê de çû:
"Li ser mekanîzmeya firotina berhemê heta niha ti biryar nehatiye dayîn û em li benda fermanên taybet ên Saziya Giştî ya Pembû ne."



