Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Urmiyeyê pêşbînî dike ku ji roja înê ve pêleke bihêz a baranê li herêmê bibare û hişyariyê dide ku îhtimala rabûna lehiyê heye.
Serokê Saziya Keşnasiyê ya Urmiyeyê Mehdî Sabirî ragihand ku tê pêşbînîkirin ji sibeha înê ve pêleke barana gur, birûsk û bayekî bihêz li deverên cuda yên parêzgehê werin dîtin.
Mehdî Sabirî da zanîn ku ji ber vê pêla baranê tê pêşbînîkirin ku asta ava çeman bilind bibe, cade û kolan di bin avê de bimînin û mesafeya dîtinê kêm bibe.
Sabirî hişyariyê dide welatiyan ku xwe ji nêzîkbûna çeman û xetên derbasbûna avê biparêzin û neçin ser çiya û deverên asê.
22yê Çiriya Pêşîn ji ber barîna zîpik û barana gur li bajarê Selmasê yê parêzgehê lehî rabûbû.
Di lehiyê de zarokek û 2 mêr miribûn û çend kes jî birîndar bûbûn.



