Amed (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê demsala komkirina pemboyê ku wekî "zêrê spî" tê binavkirin, ji ber metirsiya baranê îsal zû dest pê kir.
Ji ber ku barana biharê dereng rawestiyabû, çandina pembo jî dereng mabû lê belê cotkaran ji tirsa barana payîzê û xerabûna berhemê, zû dest bi komkirina pembo kir.
Li seranserî Amedê salane bi awayekî navînî li ser nêzîkî 750 hezar donim zevî pembo tê çandin lê van salên dawî ji ber zêdebûna lêçûnan û kêmbûna dahatê, cotkar ji çandina pembo bêzar bûne.
Li gorî cotkaran, hem berhema îsal kêm e hem jî bihayê firotinê kêm e.
Niha kîloya pembo bi 35 heta 40 lîreyî tê firotin lê cotkar diyar dikin ku divê herî kêm kîloya pembo bi dolarekî Amerîkî ango bi 50 lîreyî be da ku keda wan pûç nebe.
Cotkarê pembo Alî Arslan behsa zehmetiyan kir û got:
"Me îsal 170 donim pembo çand. Gubre, tov, derman, cotkirin, çûn û hatin û heqê avê ji bo her donimekî 24-25 hezar lîre mesref jê re diçe.
Em ji donimekî 700 kîlo pembo radikin. Dema kîloya wî bi 30-35 lîreyî were firotin, dahata ji her donimekî dibe 24-25 hezar lîre.
Ango lêçûn û dahat dikevin ber hev û tiştek ji me re namîne.
Ji ber ku erdê malbata me ye em mecbûr in biçînin, nexwe qurişek qezenca me nîne."
Gazinên karkerên demsalî
Karkerên demsalî yên ku li zeviyên pembo dixebitin jî ji kêmderfetî û giraniya jiyanê bi gazin in.
Karkerê demsalî Evdo Tekînê ku li gel 80 karkeran hatiye zeviyê got:
"Em saet 03:00ê şevê radibin, tên nav zeviyan û di nav heriyê de dixebitin lê dîsa jî pere nîne.
Îro serê sibehê pereyê min tune bû ku ez mazotê bikirim.
Xwediyên zeviyan jî pereyan nadin. Eger cotkar qezenc bike dê heqê me bide û em jî qezenc bikin.
Îro kîsekî şekir bûye hezar û 200 lîre, tenekeyek rûn 2 hezar lîre ye.
Di vê rewşê de ez nikarim debara malbata xwe bikim."
Karkera bi navê Gozê Çetînê jî diyar kir ku ew ji neçarî dixebitin û wiha pê de çû:
"Ev karekî gelekî giran e. Pişta me diêşe lê ji ber hejariyê em bi çolan ketine.
Qezenca me têra me nake lê ji mecbûriyê em tên. Bê kar nabe, em dixebitin."
Karkerê bi navê Metîn Tekîn jî destnîşan kir ku ew ji bo debara xwe ji karekî diçin yekî din û anî zimên:
"Karekî gelekî zehmet e. Em karkerên demsalî ne, em di karê firingiyan de û di karê pembo de dixebitin.
Piştî ku pembo xilas dibe em diçin Stenbolê dixebitin û gava demsala vir dest pê dike em dîsa vedigerin vir."
Amed di warê hilberîna pembo de li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi rêjeya nêzîkî ji sedî 20an piştî Rihayê di rêza duyem de cih digire.
Lê belê cotkar hişyariyê didin ku eger piştgirî neyê dayîn û bihayekî baş ji bo berhemê neyê diyarkirin, ev rêje dê sal bi sal dakeve.



