Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Rwangayê ji bo parastina jîngehê û zêdekirina qadên kesk ên li Herêma Kurdistanê, xebata çandina daran didomîne.
Di vê çarçoveyê de, li derdora Perestgeha Lalişê zêdetirî 100 hezar şitil hatin çandin. Bi vî rengî, hejmara darên ku li parêzgeha Dihokê hatine çandin gihîştiye nêzîkî 500 hezarî. Armanca dawî ya saziyê ew e ku 1 milyon daran biçîne.
Xebatên Saziya Rwangayê yên ji bo geşkirina jîngehê û herêmên kesk, gihîştin Lalişê ya li qezaya Şêxanê.
Di çalakiya ku bi pêşengiya Rwangayê hat lidarxistin de, zanayên olî yên Êzdî, xebatkarên Lalişê û gelek dilxwaz beşdar bûn.
Di çalakiyê de li derdor û dergehê şitilên nû hatin çandin.
“Divê em mîrata xwezayî ya Kurdistanê biparêzin”
Şêwirmendê Civata Ruhanî ya Êzdiyan Xalid Nermo anî ziman ku ew pir kêfxweş in ku bi Saziya Rwangayê re di projeyeke wihareng de cih digirin.
Nermo destnîşan kir ku ev xebat ji bo parastin û şînkirin jîngeha Kurdistanê gelek girîng e û bal kişand ser çandina darên herêmî û lê zêde kir:
"Darên selwê beşeke ji mîrata xwezayî ya Kurdistanê ne û di nav sembolên nasnameya Kurdî de cih digirin."
Piştgiriya dilxwazan a ji bo jîngehê
Dilxwazên ku beşdarî xebatan bûn diyar kir ku wan ji bo şînkirina Kurdistanê ji herêmên cuda berê xwe daye Laleşê.
Dilxwaza bi navê Aya Mihemedê da zanîn ku ew û hevalên xwe ji bo çandina daran ji Rojavaya Kurdistanê hatine. Mihemedê anî ziman ku ev gav wan pir kêfxweş dike.
Dilxwazekî din ê bi navê Faris Îbrahîm jî destnîşan kir ku çandina daran ji bo pergala ekolojîk gelek girîng e û daxwaz kir ku ev xebat li herêmên din ên Kurdistanê jî berfireh bibe. Îbrahîm hêvî kir ku ev proje bigihîje parêzgeha Helebceyê jî.
Li Dihokê nêzîkî 500 hezar dar hatin çandin
Saziya Rwangayê li bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê xebatên xwe yên jîngehparêziyê didomîne. Hat ragihandin ku xebat gihîştiye qonaxa xwe ya şeşan û tenê li sînorê parêzgeha Dihokê heta niha nêzîkî 500 hezar şitil hatine çandin.
Birêvebirê Ofîsa Rwangayê ya Akrê Ferheng Eyûb da zanîn ku parastina jîngehê yek ji karên sereke û pêşîn ên saziyê ye.
Eyûb diyar kir ku Serok û Damezrînerê Saziya Rwangayê Îdrîs Nêçîrvan Barzanî girîngiyeke mezin dide xebatên jîngehê.
Saziya Rwangayê bi armanca zêdekirina rêjeya şînkahiyê û piştgirîkirina xwezaya Herêma Kurdistanê, armanc dike ku bi giştî 1 milyon daran biçîne.


