Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber barana gur û zêde ya ku li Rojavayê Kurdistanê bariya, li kampên koçberan ên Waşokanî û Serê Kaniyê yên li parêzgeha Hisîçayê lehî rabû û bi dehan kon di bin avê de man.
Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê hişyarî da ku rewşa xelkê û bi taybetî ya zarokan gelekî dijwar e û bangî Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir ku bi lez bi hawara wan ve biçe.
Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mihemed Haco bû mêvanê bultena Nûrojê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ku Nalîn Hesen pêşkêş dike.
Mihemed Haco ragihand ku ji ber barana zêde ya şeva borî li kampan rewşeke mirovî ya gelekî giran derketiye holê û got:
"Dema em çûn me dît ku beşa Zirganê ya Kampa Serê Kaniyê bi temamî di bin avê de maye.
Zêdetirî 50 konên malbatan di nava avê de mabûn."
"Ti amadehî ji bo zivistanê nehatibû kirin"
Mihemed Haco da zanîn ku zerereke mezin gihîştiye koçberan ji ber ku wan ti amadehî ji bo zivistanê nekiribûn.
Haco destnîşan kir ku ji ber soza vegera li ser mal û milkên xwe ya beriya zivistanê wan xwe amade nekiribû.
Mihemed Haco bal kişand ser rewşa zarokan û pê de çû:
"Ya herî zêde dilê me êşand ew zarokên biçûk bûn.
Kesên mezin dema dihatin rizgarkirin diketin nav avê.
Ne elektrîk heye û ne jî cihek heye ku xelk xwe lê biparêze."
150 malbat hatin veguhastin
Mihemed Haco da zanîn ku zerer gihîştiye her du kampan jî lê zerera herî mezin li Kampa Waşokaniyê çêbûye ji ber ku li wir tenê kon hene û av ketiye nav wan.
Haco eşkere kir ku heta niha 150 malbatên ku piraniya wan kal û pîr û zarok in ji bo cihên ewletir hatine veguhastin û hişyarî da:
"Eger baran bi vî rengî bidome dê her du kamp bi temamî bikevin bin avê."
Banga ji bo Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî
Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê li ser alîkariyan ragihand ku tenê Heyva Sor a Kurd û şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi hawara xelkê ve çûne.
Mihemed Haco bi rêya Rûdawê bangeke taybet li Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî kir û got:
"Em bangî Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî dikin ku her tim bi hawara xelkê Serê Kaniyê ve çûye.
Em dixwazin di vê dema hestyar de jî alîkariyeke lezgîn bigihînin me ji ber ku pêdiviya xelkê gelekî pê heye.
Hêviya me ew e ku vê carê jî xelkê Serê Kaniyê bi tenê nehêlin."


